Navenda Nûçeyan – CHPê ji avakirina Meclîsa Tirkiyeyê ya 1924an heta niha li dijî Kurdan dijberiyê kiriye. Ziman, çand, nasnameya Kurdan qedexe kiriye û Kurd înkar kirin e. Niha jî bi neçûna Îmraliyê re dijberiya xwe ya çareseriyê eşkere kir.
Partiya Gel a Komarî (CHP) carek din bi redkirin û neçûna Girava Îmraliyê ya cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dijberî û niyeta xwe ya neçareserkirinê û pêkneanîna aştiyê eşkere kir. CHPê di destpêka avakirina komarê de bi lez û bez Meclîsa 1yemîn ku di sala 1921an de hatibû avakirin û 70 wekilên Kurd têde hebun girt û di 1924an de meclisa 2yemîn ava kir. Bi avakirina Meclîsa 2yemîn re maf û hiqûqa Kurdan înkar kir.
Piştî li meclisê Kurd hatin înkarkirin û mafê kurdan ji destê wan hatin girtin, Şêx Seîd li dijî polîtîkayên înkarê serî hilda. Hikûmeta CHPê, piştî serhildana Şêx Seîd Plana Islahata Şerqê xist meriyetê. Serokê Meclisê Abdulhalik Renda di 14ê Îlona 1925an de rapora Plana Islahata Şerqê pêşkêşî Serokwezîrê CHPî Îsmet Înonu dike. Bi vê planê CHP helwesta xwe ya li dijî Kurdan zelal dike.
Wezîrê Dadê yê CHPî yê wê demê Mahmut Esat Bozkurt di 19ê Îlona 1930yî de gotibû “Kesên ne tirk li welatê tirkan tenê mafekî wan heye. Ew jî xizmetkarî û koletî ye…” bi vê gotinê nijadperestiya li dijî kurdan nîşan da. CHPê li dijî Kurdan bi Plana Şerqê de axaftina kurdî qedexe kir. Kurd ji gundên wan sirgûn kirin. Li herêmê ji bo bişaftinê Dibistanên Seretayî yên Leylî (YÎBO) vekirin û zarokên Kurdan bi zorê şandin van dibistanan.
Li dijî înkarê serhildan pêş ketin
Piştî meclisa duyemîn û guhertina Destûra Bingehîn, êdî nasnameya Kurdan înkar kirin û li ser nijadperestiya Tirkîtiyê meclis ava kirin. Test bi komkujî, sirgûnkirin û înkara Kurdan kirin. Li dijî vê yekê gelê Kurd di Pêşengiya Şêx Seîd (1925), Îhsan Nûrî (1927-1930) û Seyît Riza (1937-38) de serhildan pêş xistin. Hikûmeta CHPê li şûna mafê kurdan bide û dest ji înkarê berde, serhildan kir hincet û li Amedê Deriyê Çiyê li Dêrsimê û Agiriyê komkujî pêk anîn. Bi deh hezaran kurd ji axa wan sirgûn kirin. Bi hezaran Kuştin.
Hikûmeta CHPê di çarçoveya Plana Şerqê de bi sedan navê gund û taxên Kurdan guhertin. Navê çem, çiya, newal û bajaran guhertin û navê tirkî li wan kirin.
Raponên înkar û îmhayê amade kirin
Dema CHP li Tirkiyeyê partiya bi tenê bû li ser bajarên Kurdan 14 rapor amad kirin. Bi van raporan li rê û rêbazên tirk-kirina Kurdan û înkara Kurdan geriyan. Raporên herî zêde bûn rojev, raporên Abdulhalik Renda (1925), Şukru Kaya (1931) û rapora Îsmet Înonu (1935) bû. Bi van raporan xwestin li dijî mafê kurdan bişaftinê pêş bixin û Kurdan bikin Tirk. Dijberî entegrasyona demokratîk, xwestin entegrasyona negatif ango hilandinê pêş bixin. Bi taybetî Îsmet Înonu di rapora 1935an de xwest Amedê bike navenda Tirkbûnê.
Di sala 1934an de ji bo Kurdan di nava Tirkan de bihelîne Qanûna Îskanê pêş xist. Di sala 1935an de “Qanûna Rêvebirina Tuncelî” amade kir û navê Dêrimê kirin “Tuncelî”
Her tim Kurd înkar kirin
Piştî sala 1960î ku Kurd dîsa tev li siyasetê bûn, vê carê bi fermana Îsmet Înonu darbe pêk hat. Bi darbeya 27ê Gulanê re, darbekaran nav û hebûna kurdan înkar kirin. Gotin “Li Tirkiyeyê kurd tune ne. Tirkên ku xwe wekî kurd dibînin hene.”
Generalê darbeyê Cemal Gursel di serdana Amedê de digot; “Li vî welatî kurd tune ne. Yên bibêjin ez kurd im, ezê tû ruyê wan bikim.”
Dîsa piştî çend ciwanên Kurd di 1978an de li dijî înkar û îmhayê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ava kir, vê carê dîsa CHPê di pêşengiya Kenan Evren de li dijî Kurdan darbe pêk anî û bi hezaran Kurd di îşkenceya herî giran re derbas kirin.
Piştî Serokwezîrê CHPî Îsmet Înonu mir jî dîsa înkara li ser Kurdan berdewam kir. Di cotmeha 1989an de 7 wekîlên kurd ku di bin baneyê SHPê ya ku ji aliyê CHPê ve hatibû avakirin de ketibûn meclisê, bi hinceta beşdarî Konferansa Kurdan a Parîsê bûne ji partiyê hatin îxrackirin.
Serokê CHPê Denîz Baykal beriya ku bimire, li dijî perwerdehiya zimanê zikmakî derket. Perwerdehiya bi zimanê Kurdî ya li Zanîngehan wekî gava yekem a parçebûna Tirkiyeyê pênase kir û dijberiya xwe anî ziman.
Rê li pêşiya girtina wekilên Kurdan vekirin
Di 2016an de jî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi gotina “Destnedayin/Parêzbendiya wekîlan rakin” dijberiya xwe ya wekîlên HDPê anî ziman û rê li pêşiya girtina parlamenterên Kurd vekir. Her wiha rê li pêşiya qeyûman vekir. Dîsa rê li pêşiya siyaseta demokratîk girt.
Niha jî CHP li dijî çareseriyê dengê neyînî bilind dike. Ji bo rê li pêşiya diyalogê bê girtin, diyar kir ku ew naçin Îmraliyê. Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Çareseriya Demokratîk kir û xwest ji bo çareseriyê ji pêkhateya hemû partiyan Komîsyona Meclisê bê avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li aliyekî bang li PKKê kir ku gavan bavêje, li aliyê din bang li Komîsyona Meclisê kir ku li Îmraliyê hevdîtinê bikin û li ser nexşerêya çareseriyê diyalogê pêş bixin. Lê her çend Serokê MHPê Dewlet Bahçelî got ‘Divê Komîsyon biçe Îmraliyê’ û li ser vê bangê komîsyon ji bo çûyîna Îmraliyê kom bû jî, vê carê CHPê li dijî çûyîna Îmraliyê derket û diyar kir ku ew naçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk nînin.
100 sal in dijberiya Kurdan dikin
Di 100 salên dawî de ji duyemîn meclisa Tirkiyeyê heta niha dîrok nîşan dide ku CHP her dem li dijî yekîtiya gelê Kurd û Tirk derketiye û her dem li dijî çareserî û aştiya navxweşî derketiye.













