Îzmîr – Rahşan Demîrel, li wê lûtkeya herî bilind a bajêr bedena xwe kir meşale da ku tariya qedexeyan veguherîne azadiyê; lê îro hêj jî, ji bo bîranîna wê ne tehamûla çandina darekê heye, ne jî ya gulekê. Li Kadîfekaleyê, li cihê ku bîranîna Rahşanê bi bayê deryayê re xwe dighîne deştên welatê wê, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin li dijî vê bêtehemuliyê careke din sond xwar û da zanîn ku agirê ku Rahşanê pêxistiye, mizgîniya biharê bû û wê wisa jî bimîne.
Di Newroza sala 1992yan de, Rahşan Demîrel a 17 salî li lûtkeya Kadîfekaleyê ya Îzmîrê, li dijî qedexe û zextên li ser pîrozbahiya newrozê çalakiya meşaleya zindî li dar xist. Ev bûyera ku ji Nisêbînê heta Kadîfekaleyê bû wesîleya gelek bûyerên polîtik, îro jî bandora xwe ya li ser bîra siyasî û çandî ya welêt didomîne. Bîranîna Rahşan Demîrel wekî sembola Newroza 1992yan tê qebûlkirin lê hewldanên zindîkirina bîranîna wê, bi astengiyên polîsan, rakirina daran û dorpêçkirina bi hesinan re rû bi rû dimîne. Lê belê, bîranîna ku bi hesinan tê dorpêçkirin, ne tenê bêrumetî ye; ew êrişa li ser nasnameyeke kolektîf e. Her dara ku ji lûtkeya Kadîfekaleyê tê rakirin, di rastiyê de birînên civakî hîn kûrtir dike û her astengiyek, dibe şahidê rasteqîniya qêrîna ku 34 sal berê li ser van bircan olan dabû.
Rahşan, di 17 saliya xwe de bedena xwe kiribû pira di navbera Nisêbîn û Îzmîrê de; îro jî ew pira ji agir, di navbera paşeroj û pêşerojê de wekî nîgarekî li wir sekinî ye. Tevî ku qadên bîranînê bi dorpêçên sar û bêruh werin girtin jî, ruhê Newroza sala 1992an di her biharê de ji nû ve şîn dibe. Lewma, parastina bîranîna Rahşan Demîrel, îro ji bo gelek kesan ne tenê wefadariyek e, di heman demê de parastina mafê hebûnê û rûmeta mirovahiyê ye ku li dijî “tarîtiya hesinî” ronahiyê diparêze.
Dema ku Kadîfekale bi agirê îradeyê hejiya

Ji şahidên herî nêz ên wê serdemê Dayika Aşitiyê Behiye Yalçin, behsa wan rojên dîrokî û kêliyên ku Kadîfekale pê hejiya kir û got: “Sala 1992an 21ê Adarê piştî ku me li Kadîfekaleyê agirê newrozê pêxist, Rehşan, piştî me hatiye heman cihî û bedena xwe daye ber agir. Piştî ku me bûyer bihîst bi awayeke girseyî me berê xwe da mala Rehşanê, dema em gihîştin mala wan ber deriye malê gelekî qelebalix bû. Rehşan şûştibûn û kefen kiribûn. Paşê jî bi hezaran kesên ku bi bûyerê hesiyan, herikîn Kadîfekaleyê, gelek kes ji derveyî Îzmîrê jî berê xwe dan Kadîfekaleyê. Dema min jî bûyer bihîst li ber wê îradeya mezin ez ecêbmayî mam. Rehşanê rêya Zekiyeyê ji xwe kiribû rê, bedena xwe ji bo gele Kurd kiribû agirê newrozê.”
Dema kirasê tirsê hate qetandin
Behiye Yalçın, diyar kir piştî dewletê dît ku bi hezaran kes xwedî li sekna Rehşanê derdikeve û bi awayeke girseyî dimeşe û newrozê pîroz dike, êdî dewlet tirsiya ye û kesên ku ji derveyî Îzmîrê hatine binçavkiriye û piştî demekê ji ber ku cîh di qerekolan de nemaye, êdî kesên ku binçavdikirin, di sehayên topê de radigirtin û got: “Li herêma Egeyê ew cara yekem bû ku Kurdan bi awayeke yekgirtî û hevgirtî bi hev re tevgeriyabûn. Ew sekna Rehşanê kir ku Kurdên li Herêma Egeyê kirasê tirsê ji xwe bikin û bi hev re biherikin qadan. Wê serdemê hemû Kurdên ku çalakiya Rehşanê bihîstin bi zar û zêçên xwe ve deriye xwe girtin û hatin gihîştin hev û xwedî li Rehşanê û Newrozê derketin.”
Rêwîtiya Rehşanê ya ber bi welat ve û astengiyên li ser rê

Behiye Yalçinê diyar kir ku rêwîtiya Rahşanê ya ber bi axa wê ve jî ne hêsan bûye û got: “Paşê me cenazeyê Rehşanê jî bi awayeke girseyî bi rê kir ber bi Nisêbînê ve, lê ne malbata wê tene bi cenazeye Rehşanê re çû, 2 otobûs tije Kurd bi wan re çûn ji bo cenazeye Rehşanê bispêrin axê. Dema çûn gihîştin qerekola li ser rêya Dêrikê cenaze ji wan standin û tenê destûr dan dê û bavê Rehşanê, kesên din an binçav kirin an jî vegerandin. Bi ambulansê destûra dê û bav dan ku pê re biçin û heta nebû tarî û êvar jî nehiştin cenaze bikeve Kurdistanê, dema ket Kurdistanê jî qedexeya derketina derve hat ragihandin û nehiştin kes ji malên xwe derbikeve. Nedixwestin Rehşanê bi awayeke girseyî were veşartin. Lewma spartina axê di bin çavdêriya polîsan û tenê bi tevlîbûna malbatê ve pêk hat.”
Behiye Yalçin anî ziman ku ku piştî wefata wê jî, li Îzmîrê ruhê Rahşanê li her kûçe û kolanan geriya ye û destnîşan kir ku bîranîna wê her zindî maye û got: “Piştî definkirinê jî dema malbat vegeriya Îzmîrê piştevaniya Kurdan a bi malbatê re heta demeke dirêj domiya, bi rojan şîn û serdanên girseyî berdewam kirin. Bi salan her Newroz jî wisa domiya, em diçûn cihê ku Rehşanê agir berdabû bedena xwe û me agireke mezin a Newrozê pêdixist û me Newroz bi girseyeke mezin pîroz dikir. Ev çend sal in dewlet ditirse ku em di nava kelehê de pîroz bikin. Lewma astengiyan dertînin.”
Salên 90î û rola çapemeniya azad
Dema ku rûpelên rojnameyên din bi mijarên pûç û bêruh dihatin dagirtin, li quncikekî tarî çirûskek geş dibû; navê wê “Yeni Ulke” bû. Ew ne tenê rojnameyek bû, lê qêrîna wan kesên ku dihatin tunekirin, bîra wan kesên ku dihatin windakirin û hawara wan gundên ku dihatin şewitandin bû.
Pênûsa Çapemeniya Azad, di salên 90î de wekî daxeke germ li rûyê zilmê diket. Her tîpa ku li ser rûpelên “Yeni Ulke”yê dihat rêzkirin, li dijî tarîtiyê dibû meşaleyek. Di nava dorpêçên giran de, gihandina rojnameyê ne tenê gihandina nûçeyekê bû; ew gihandina “hebûnê” û “nasnameyê” bû. Lewma, dema ku her kesî çavên xwe digirtin, Çapemeniya Azad bi çavên birîndar lê bi nêrînekî tûj, li heqîqetê dinêrî.
Behiye Yalçin da zanîn ku wê serdemê ji çapemeniya azad dîsa rojnameya “Yeni Ulke” gihîştiye hawara wan û got: “Me bi saya ‘Yeni Ulkeyê’ xwe digihand rastî û heqîqetê û em ji geşedanên Kurdistanê û Tirkiyeyê agahdar dibûn. Ev rojnameyên din rastiya me ji me re nedigotin bi tiştên din re mijûl dibûn.”
Zilma li dijî daran û bêtehemûliya li hemberî gulan

Behiye Yalçin bi kesere kûr behsa bêtehemûliya li hemberî darek û gulekê kir û got : “Li cihê ku Rehşanê bedena xwe dabû ber agir, em çûn li wî cihî, me darek çand û me dora darê kevir kir. Heftiyek di ser re çandina me re derbas bû çûn ew dar rakirin û nehiştin ew dar li wê derê şîn bibe. Dixwazim bipirsim ew dar li wê derê şîn bibûna wê çi bibûna? Wê zirara darekê bigihîje kê? Ji ber ku ew dar li cihê ku Rehşanê xwe şewitandibû hatibû danîn, tehemûla darê nekirin. Ev bi sere xwe zilm û zordarî ye. Lê bila ji bîr nekin ew agirê ku Rahşanê pêxistiye, mizgîniya biharê bû û wê wisa jî bimîne.”
‘Em ji serokê xwe bawer in, lewma bawerî bi aşitiyê tînin’
Behiye Yalçin di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew hesinê ku li dora cihê ku Rehşanê bedena xwe dabû ber agir jî ji bo ew neçin li wê derê û qurnefîlekê, kulîlkekê nedanin cihê wê, hatine çêkirin e û got: “Li Kurdistanê dikarin biçin ser gora Zekiyeyê le em kesên ku nikarin herin Kurdistanê, me jî dê li vir gulek daniya li cihê Rehşanê, bi vê zirar nedigîhişt tu kesî. Tehemûla wan ji gulekê re nîne. Bila her kes zanibe ku em ji dijminên dar, gul û kulîlkan bawer nakin, aşitiyê dixwazin. Em ji ber ku ji Serokê xwe bawer in, bawerî bi aşitiyê tînin.”













