Berpirsê xebata “Pirtûkxaneya Pirtûkên Bideng” Abdulmecît Yilmaz destnîşan kir ku kê bixwaze dikare pirtûka xwe bîne û bi dildarî li cem wan bixwîne û got: “Em bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî û Tirkî pirtûkan dixwînin. Dildarên bidengkirinê yên pirtûkên Ermenkî, Sûryanî anku dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûkên wan jî bidin xwendin.”
Pirtûka bideng yekem carê di sala 1932yan de ji aliyê Weqfa Estengdarên Çav a Amerîkayê ji bo berastengdarên çav hate qeydkirin. Ev qeyd kir ku berastengdarên çavan jî bi derfetên xwe ve pirûkan guhdar bikin, li gorî daxwazê û mijarê di beşekê de ji pirtûkên ku tercîh kirine sûdê bigirin. Ev yek ji bo mirovên çavan dibînin wek agahiyeke lê belê ji bo berastendarên çavan, kesên derfet an jî dema wan ya xwendinê nîn e wekî şoreşekê ye. Piştî salên 2000an kaset, CD, û li ser gelek platforman derfetên çêkirina pirtûkên bideng çêbûn û ji wê rojê ber bi îro ve li gelek welatên cîhanê ji pirtûkên dijîtal û bideng pirtûkxaneyên mezin hatine avakirin. Gelek xemxurên Kurdî taybetî bi avabûna platforma YouTubeyê pirtûk bideng kirin û li ser hesabên xwe parve kirin.
Pirtûka bideng herçiqas ji bo berastengdarên çavan hatibe çêkirin jî îro ji hêla kesên nikarin derfetên xwendinê ava bikin, yên di xwendinê de zehmetî dikêşin, yên dixwazin di dema bêhnvedanê yan jî di rêwîtiyê de pirtûkekê guhdar bikin, kesên ku dixwazin westandina çavên xwe derbas bikin ve tên tercîhkirin. Lê belê ji bo zimaneke ku hatiye astengkirin, ji perwerdeyê bêpar hatiye hiştin pirtûka bideng ji van zêdetir e. Pirtûka bideng ji ber zext û zordariyên hatine kirin hesên azadiyê xurt dike, baweriya xwebûnî û ji xwe heskirinê geş dike, xwe baş dide hîskirin û li gelek kesan ji ber zehmetiyên hatine kişandin hest û ramanên berê hişyar dike.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî hilbijartinê ket destê DEM Partiyê. Hevşaredaran piştî girtina şaredariyê dest bi avakirina Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, kir. Daîreyê yekem carê di bin navê şaredariyeke Kurdistanî de dest bi xebata pirtûkxaneya pirtûka bideng kir. Berpirsê xebatên pirtûka bideng Abdulmecît Yilmaz, xebatkarê qeydkirina deng Ferhat Tutşî û dildarê bidengkirinê Eyûb Subaşi derbarê pirtûka bideng de axivîn.
‘Her kes li her derê dikare guhdar bike’

Serokê Federasyona Astengdaran û berpirsyarê “Pirtûkxaneya Pirtûka Bideng” ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Abdulmecît Yilmaz diyar kir ku pirtûka bi deng bi armanca kesên nikarin pirtûkan bixwînin dest bi xebatê kirine û derbarê xebatê de wiha axivî: “Alternatîfa nexwendina pirtûkan, pirtûkên bideng û pirtûkên dîjîtal in. Pirtûkên dijîtal kesên ku dikarin li ser kompîterê bixebitin, dikarin bikar bînin lê belê pirtûkên bi deng her kesê ku di destê wan de MP3, telefon û hwd hebe dikare pirtûkê guhdar bike. Projeya pirtûka bideng li gelek pirtûkxaneyên Tirkiyeyê ve hatibû pêşxistin. Me jî xwest heman xebatê li Amedê pêş bixin. Beriya 5 mehan me dest bi vê xebatê kir. Bi sê zaravayan xebat tê kirin.”
‘Ewilê daîreya me piştre jî bûdçeya me çêbû’
Abdulmecît Yilmaz da zanîn ku ew pirtûkên dîrokê, pirtûkên dersan, roman, kovar, çîrokên zarokan, hwd bi deng dikin û derbarê mijarê de wiha got: “Berê tenê midûriyeta astendaran a şaredariyê hebû lewre xwedî bûdçe nebû. Piştî hevşarên Daîreya Xizmetên Berastendaran hat avakirin bûdçeya me çêbû. Di destpêkê de ji ber ku xebat nû bû me hinek pirtûk hilbijartin. Heke daxwaz werin û li ba me pirtûk tunebin jî em ê li gorî daxwazên astengdarên çavan pirtûkan hilbijêrin.”
‘Zehmetî hene lê ne hincet in’
Di berdewama axaftina xwe de Abdulmecît Yilmaz da zanîn ku ji ber xebat hem dildarî ye hem jî nû ye zehmetiyên xwe hene û wiha pê de çû: “Li Stenbolê bi navê “GETEM” pirtûkxaneya bideng heye. Bi qasî 50 hezar dildarên vê pirtûkxaneyê hene û dora 14-15 hezar jî pirtûkên bideng û dîjîtal ên wek pirtûkên dersan, roman, çîrok, kovarên cur bi cur hatine xwendin. Ev xebat li Amedê yekem carê tê kirin û dildar jî hêj nû pê dihesin û tên. Lewma zehmetiyên vê xebatê hene lê belê ev zehmetî jî ji bo pêkanîna xebatê ne hincet in. Em jî li gorî xebatê bi awayê serkeftî encam bikin, plansaziya xwe dikin.”
Pirtûkxaneya pirtûkên bideng a pirzimanî
Abdulmecît Yilmaz destnîşan kir ku gelek hevalên wan yên berastendarên çav û xebatkarên şaredariyê ji ber xebatê, spasiyên xwe li wan dikin û wiha pê de çû: “Erê li pirtûkxaneyên din de jî pirtûk hebûn lê belê bi zimanê dayikê, bi zimanê Kurdî pirtûk tenebûn. Li vir bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî û Tirkî pirtûk tên xwendin. Heke dilxwazên me bi zimaneke din bixwazin, em ê jî pirtûkên wan bideng bikin. Pirtûkên wek Ermenkî, Sûryankî, anku dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûkên wan bidin xwendin.”
‘Dikarin ji her derê daxînin û bixwînin’
Di berfirehiya axaftina xwe de Abdulmacît bilêv kir ku armanca wek ewilê pirtûkxaneya pirtûkên bideng mezinkirin, piştre jî bi malperekê ve vê pirtûkxaneyê gihandina hemû astengdaran e û gotinên xwe wiha domand: “Ew malper jî dê weke Pirtûkxaneya GETEMê be. Dê ji ber parastina mafê têlifê yên xwediyên pirtûkan, tenê astendarên çavan bi nav û şîfreyên xwe karibin têkevin malperê, bi tena serê van pirtûkan daxînin. Lewma dê ev pirtûk nikarin werin kopîkirin, firotin an jî bi armanceke cuda werin bikaranîn. Ji ber vê yekê em jî dê weke pergala pirtûkxaneyen din pergalekê ava bikin da ku hevalên me yên astengdar werin û li wê derê pirtûkên xwe daxînîn û guhdar bikin. Herwiha hevalên me dikarin li ser înternetê xwe bigihînin me û daxwaza hin pirtûkan ji me bikin. Em ê jî li gorî daxwazan, amadekariya pirtûkên ew xwestine bikin.”
‘Bi helwesta mafê astendariyê ne ji bo alîkariyê’
Di dawiya axaftina xwe de Abdulmecît Yilmaz da zanîn kû li gorî destpêkê leza wan ya xebatê pêş ketiye û wiha pê de çû: “Divê em jî ji xwe re wext veqetînin. Herwiha li welat xizan, belengaz hene lê belê em dixwazin xebata ku em dikin li ser bingeha mafan be. Kesê ku pirtûka xwe digire û tê, divê di wê têgihiştinê de û bêje ‘Ez vê pirtûkê di hêla mafê astengdariyê de dixwînim.’ Heke ji bo mafê astendariyê be jixwe dê werin û ji me re bixwînin. Em naxwazin kesê ku tên li vê derê bi helwesta ‘alîkariyê’ werin. Na, em bi hev re alîkariya hev bikin. Çima? Ji ber tiştek dibe, kesê din alîkariya me dikin; lê belê tişt hene em jî alîkariya kesên ne astendar an jî civakî dikin. Em ê mafê hevdû nas bikin û li ser vê yekê tevbigerin.”
‘Pêşniyar dike û pirtûka xwe dixwîne’

Xebatkarê Studyoya qeyda deng ya “Pirtûka Bideng” Ferhat Tutşî da zanîn ku wan bi 66 kesên dildaran re heya niha 32 pirtûk bideng kirine û ev nirxandin kir: “Pirtûkên me Kurdî, Tirkî û Kirmanckî ne. Cureyên pirtûkan helbest, roman, çîrok in Dildar kîjan pirtûkê pêşniyar bike, pirtûka xwe tîne û dixwîne. Ez li studyoyê ser kompîterê qeyda deng digirim, heke peyvek şaş hatibe xwendin wê didim dubarekirin rastkirin. Dema bi dawî jî bû em sererast dikin.”
‘Derfet zêde bin dê dildar jî zêde bin’

Dildarê xwendinê yê “Pirtûka Bideng” Eyup Subaşi diyar kir ku ew hefteyê rojekê bi çend saetan ji bo bidengkirina pirtûkê dikeve studyoya deng û ev tişt gotin: “Xebatên bi vî rengî pir kêm in, hema bêje nû ye. Hêvî dikim ku berdewam bike. Wisa xuya dike ku ew ê berdewam bike. Derfetên li vê derê çiqas hebin ez bawerim ku dê dildar jî zêde bin. Niha yek studyo heye, heke studyo zêdetir bin dê dildar jî zêde bin. Bi vî awayî em jî dixwazin pirtûkxaneya bideng a pirtûkên Kurdî berfireh bikin. Şaredarî jî piştgiriya van xebatan bikin hêj baştir dibe.”
Qeydên ku têne arşîvkirin, dê li ser malpera înternetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (www.diyarbakir.bel.tr) û Pirtûkxaneya Gel a Amîdayê pêşkêşî xizmeta welatiyan bên kirin.













