Bi pêşengiya MEBYA-DER û ciwanên Amedê ji bo gerîlaya PKKê Dilzar Rêber Andok bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Ji bi gerîlaya PKKê Rojbîn Sonmez(Dilzar) di 31ê cotmeha 2025an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû. Bi hevkariya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û ciwanên Amedê li taxa Seyrantepe ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Li salona bîranînê wêneyên Rojbîn Sonmez(Dilzar) û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin. Bername bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat temaşekirin.
Di bîranînê de bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.














