Dîmenên ku hêzên rejîmê rejîmê welatiyên li Abiq û Qezvînê gulebaran dike li ser medyay dîjîtal hat weşandin.
Xwepêşandanên li Îranê di roja 15an de berdewam dikin. Li dijî pêla xwepêşandanên ku digihîje milyonan, rejîma Îranê bi guleyên rastîn êrîşî gel dike. Xwepêşanderên ku li bajarên Abiq û Qezvînê yên Îranê derketin kolanan, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin gulebarankirin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rasanakê kesên ku beşdarî xwepêşandanên êvara 10ê Çileyê bûne ji aliyê hêzên rejîmê vehatine gulebarankirin. Kêlî bi kêlî demên ku xwepêşdar tenê bi keviran xwe diparastin hedef hatin girtin hatin tomarkirin.
Her wiha, dikandarên li gelek bajaran tev li greva giştî bûn dikanên xwe venekirin. Hêzên rejîmê li bajarê Reştê yê bakurê Îranê dikanên nehatin vekirin şewitandin.












