Amed – Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzer Mazlum Dînç destnîşan kir ku Ocalan êriş û şerê li dijî Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin wekî komployek navneteweyî nirxandiye û ji bo van êriş werin pûçkirin jî destwerdanên gelek girîng kirine. Dînç anî ziman ku li dijî polîtîkayên hêzên hegemonîk ên li ser bingeha qirkirina gelan, paradîgmaya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya Rojhilata Navîn şansek mezin e û wiha got: “Pêwîst e her kes rola Ocalan bibîne û ji bo dikaribe bi rola xwe rabe jî daxwaza azadiya wî bi dengekî bilind bîne ziman.”
Hikumeta Demkî ya Şamê di çarçoveya komployeke navdewletî de 6ê Çileyê dawî li mizakereyan anî û şerek berfireh li dijî Kurdan da destpêkirin. Êrişên ku di xwest şerek di navbera Kurd û Ereban de bide destpêkirin, bi peymana di 30ê Çileyê rawestiya. Pêvajoya ku piştî Peymana Parîsê ku di navbera Igilîstan, Îsraîl, DYA, Tirkiye û Şamê de pêk hatî destpê kir de hate xwestin ku gelê Kurd cardin qurbanî berjewendiyên navdewletî û paşverûtiya herêmî bê kirin. Lê di encama seferberiya neteweyî û hevgiriya enternasyonala de ev komplo vala hate derxistin û di 30ê Çileyê de peymanek nû di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê de hate çêkirin. Di vê demê de herî zêde jî nêrîn, midahale û bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate meraqkirin.
Şandeya Îmraliyê jî di hevdîtinên dawî de hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên têkîldarî geşedanên li Rojava bi raya giştî re parve kir. Hat hînbûn ku Ocalan di rojên krîtîk de dema şerê li Rojava giran bûbû ketiye dewrê, peyamên girîng û hişyarî ji HSDê re, ji dewletê re û ji siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê re şandine. Piştî hişyariyên Ocalan, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di 30yê Çile bi Hikumeta Demkî ya Suriyeyê peymana lihevkirinê îmze kir. Peymana di çarçoveya lihevkirinek berfireh a li ser entegrasyona bi qedeme ya hêzên îdarî û leşkerî pêk hat. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û wasiyê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç derbarê hişyariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, geşedanên dawî û mafê hêviyê de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Ez lîstika hêzên hegemon xera dikim’
Mazlum Dînç da zanîn ku beriya êrişên li ser Rojava di hevdîtina meha Tîrmehê de Rêberê Gelê Kurd hişyarî li ser Rojava kirîye û wiha gotiye: “Birêz Ocalan derheqê desthilatdariya Şamê da zanîn ku HTŞ zihniyeta DAIŞê ye. Ger derfet bikeve destê wan, wê Kurda di qirkirinê re derbas bikin. Ji ber wê divê baldar bin û tedbîra xwe bigirin. Mixabin di vî pevajoyê de me dît ku ev êriş ne êrişa hêzekî tenê bû. Li pişta wê hevkarîyekî pir berfireh hebû. Yani ev jî hinekî bi polîtîkaya hêzên hegemon re girêdayî ye. Birêz Ocalan dibêje ku ev 100 sale van hêzên hegemon tişta ji Kurdan re rewa dîtine di Rojhilata Navîn de gelê Kurd birîndar hiştine û dixwazin ser birîndariya Kurdan Rojhilata Navîn birêve bibin, berjewendiya polîtîkaya xwe bimeşînin. Lê ez vê lîstikê xera dikim. Ji ber ku ez vê lîstika hêzên hegemon, hêzên modernîteya kapîtalîst xera dikim, hedef hatime girtin.”
‘Paradigmaya Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şansek e’
Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Mazlum Dînç bal kişand ser hişmendiya ku hêzên modernîteya kapîtalîst li ser Kurdan ferz dike û ev tişt anîn ziman: “Rastiyê berovajî dikin û bi her awayî êriş dikin. Bi her awayî dixwazin vê rastiyê winda bikin û bi taybetî jî li ser vîna gelê Kurd lîstikan dimeşînin. Lê belê, ya herî girîng ew e ku li dijî van lîstikan emê vîna xwe biparêzin. Têkoşîna ku li dijî şert û mercên giran ên Îmraliyê tê meşandin divê em vê yekê jî rast bibînin. Hêzên hegemon dixwazin Kurdan bêstatû bihêlin û rastiya dîrokî berovajî bikin, dibêjin qey dê bi van êrîşan bigihîjin armanca xwe, lê na, rastî ne wisa ye. Kurd îro bi wê hişmendiya ku hatiye pêşxistin, bi tekoşîna xwe ya azadiyê, destkeftiyên xwe diparêzin û dê azadiya xwe bi dest bixin. Azadiya Kurdan ne tenê ji bo Kurdan e, paradigma birêz Ocalan a li ser bingeha ‘Biratiya Gelan’ û ‘Konfederalîzma Demokratîk’ ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn şansek e. Heger em îro vê paradigmayê biparêzin, em ê ne tenê gelê Kurd, gelên herêmê jî ji bin destê van hêzên hegemon rizgar bikin.”
‘Tişta girîng parastina destkeftiyan e’
Di berdewama axaftina xwe de Mazlum Dînç anî ziman ku têkoşîna gelê Kurd gihîştiye astekî wisa ku êdî cîhan tevahî bi çavê rêzdariyê lê dinêre û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Êrişên li ser Rojava û li ser çar parçeyên din ên Kurdistanê, êrîşên li ser vîna azad a gelan in. Em mecbûr in ku bi her awayî li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe bidin û jiyanekî azad, demokratîk û ekolojîk ava bikin. Hêvî û baweriya me ew e ku ev tekoşîn dê bi ser bikeve û gelê Kurd dê bi gelên herêmê re di nav aştiyê de bijî. Gotinên wekî ‘goştê me dixwin’ an jî ‘bêbextiyê dikin’, ev polîtîkaya hêzên hegemon û modernîteya kapîtalîst e ku rastiyê serûbino dikin. Wekî ku em dibînin, ev şerê taybet û psîkolojîk li ser vîna gelê me tê meşandin. Lê belê di vî warî de, ya herî zêde girîng parastina destkeftiyên Kurdan e.”

‘Ev paradigma dê bigihêje encamê’
Mazlum Dînç têkîldarî kesên êrişê paradigmayê dikin anî ziman ku gerek ew bizanîbin ku rastî û qedera Kurdan di demokratîkbûna herêmê de derbas dibe û ev tişt gotin: “Statûya Kurdan çi dibe bila bibe, divê li ser bingeha biratiya gelan û demokratîkbûyînê ava bibe. Heger em vê nekin, êrîşên li ser Kurdan û polîtîkayên qirkirinê dê berdewam bikin. Ev paradigmaya ku ji bo herêmê hatiye afirandin, dê bi ser bikeve û Kurd jî dê di nav vê jiyana azad û aram de cihê xwe bigire. Gerek em rastiya vê tekoşînê bibînin. Ev ne tenê doza Kurdan e, doza demokratîkbûyina Tirkiyê, Sûriyê û hemû herêmê ye. Ji ber vê yekê, em mecbûr in ku vê tekoşînê berfireh bikin û gelên herêmê bi hev re azad bikin. Statûya Kurda çi dibe bila bibe, em bêjin navê wê xweserî dibe, federasyon dibe, an jî dewlet dibe, divê di vê herêmê de Kurd bibin xwedî statû.”
Dînç diyar kir ku kîjan çareserî pêk bê jî divê li ser bingeha lihevkirin û biratiyan gelên herêmî bibe û wiha domand: “Ku çareserî ne li ser bingeha biratiya gelan be, wê êrîşên li ser Kurdan, êrîşên qirkirinê berdewam bikin. Ev rastî li holê ye, yani ev hêzên hegemon polîtîkaya ku ev sed sal e bo Kurda ferz kirine encamên wê li holê ne. Ev paradigma ji bo vê polîtîkaya berfireh derxe valahiyê hatiye afirandin, wê bigihîje encamê jî. Dema em vê yekê diparêzin, hinek alî an kes vê yekê berovajî dikin. Wekî ku divê qey em doza Kurd nameşînin, tenê em doza demokratîkbûna Tirkiyê yan jî Sûriyê yan gelê Ereb, an jî gelê Faris dimeşînin. Lê ev ne rast e. Qedera azadiya gelê Kurd di demokratîkbûna herêmê re derbas dibe. Ji ber vê tekoşînê em mecbûr in berfirehî bimeşînin. Em mecbûr in gelên herêmê jî bi xwe re azad bikin.”
‘Ji ber tecrîdê Ocalan tam nikare bi rola xwe rabe’
Têkîldarî hevdîtin û tecrîda li grava Îmraliyê Dînç anî ziman ku ew bi Rêberê Gelê Kurd re herî dawî di Cotmehê hevdîtinek pêk anîne û wiha pêde çû: “Ji wê demê heta niha hevdîtinên parêzeran tên astengkirin. Rast e, em bêjin tecrîd ne wekî berê ye. Hinek derfetê hevdîtinan hene, heyetên siyasî diçin hevdîtinan pêk tînin. Lê belê ew jî sînordarkirî ye. Hevdîtinên parêzer û malbatê jî tevahî, ev çend meh in pêk nehatine. Di vê rewşê de ne mimkûn e ku birêz Ocalan bikaribe rola xwe bileyîze. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd heger çareseriyê dixwazin, pêwîst e polîtîkaya tecrîdê ji holê rakin, derfeta ku birêz Ocalan bikaribe bi rola xwe rabe wê çareserkirina pirsgirêka Kurd hêsantir bibe.”
‘Divê her kes azadiya Ocalan bîne ziman’
Dawiya axaftina xwe de Mazlum Dînç destnîşan kir ku mafê hêviyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye û ev agahî dan: “Di zagona Tirkiyeyê de muebeta giran heta hetayê ye, ji bo kesên siyasî em bêjin infaza wê heta hetayê ye. Lê ji aliyekî ve jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar daye ku ev ceza, ev infaz ne li gor mirovahiyê ye, pêwîst e bê guhertin. Divê derfeta azadiyê û hêviya azadiyê ji bo hemû girtiyan hebe. Birêz Ocalan vê yekê dibêje ‘Rast e ez hêj ser gotina xwe ya banga 27ê Sibatê me. Xala herî girîng Siri Sûreya bi devkî anî ziman, xala dawî, çekdanîn û feshkirin, girêdayî naskirina qada siyaseta demokratîk û hiqûqê ye.’ Ew hêzên qirkirina Kurdan her tim di rojevê de dihêlin polîtîkaya xwe li ser Kurdan di Rojhilata Navîn bi rê ve dibin îro jî heman tiştê dikin. Lê yê ku vê polîtîkayê derxe valahiyê jî dîsa birêz Ocalan e û tekoşîna wî ye. Ji ber vê yekê jî azadiya birêz Ocalan ne ku tenê gelê Kurd ve eleqedar dike, ji bo gelê herêmê tewahî mijarek jiyanî ye. Ji ber wê pêwîst e ku her kes girîngiya mafê hêviyê bibîne û daxwaza azadiya birêz Ocalan bi dengekî bilind bîne ziman.”












