Tom Barrack û Nadine Maenza têkildarî dîplomasiya Kurdan û Sûriyeyê ya li Konferansa Munîhê ya 2026’an li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parvekirin kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di Konferansa Munîhê ya 2026’an de bi hêzên navneteweyş re di nava danûsandinan de ne. Dîplomasiya Ebdî û Îlham Ehmed li cîhanê deng vedide. Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Tabet ê Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê parvekirin kir û got, “Danûstandin û tevkariya du partiyan bi rastî pêşveçûnê pêk tîne! Pêşengî û beşdariya xurt a @SenatorShaheen a li #MSC2026, tevgiriya @POTUS û @SecRubio û ev pêvajoya ku bi pêşengiya Sûriyeyê balê dikşîne ser hewldanên pêvajoyên siyasî, hemû sûriyeyiyan teşwîqî aştî, aramî û refaha domdar dike. Yekitî kêr tê!”
Hevseroka Civîna Maseya Gilover Nadine Maenza jî li ser hesabê xwe yê Xê parvekirin kir û got, “Ji @SecRubio: Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo Sûriyeyek ku “mafên hemû komên kêmneteweyên etnîkî û olî diparêze” ji nû ve tekez kir. Her wiha li ser girîngiya ‘li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bicîhanîna agirbestek mayînde û peymana entegrasyonê’ rawestiya.”













