Profesorê dîrokê yê sosyalîst Antonis Laikos bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ew bi wan kesan re ye ku pîvanên jiyana bi hev re, lihevkirin û hurmeta li hev diparêzin.”
Antonîs Laikos bal kişand ser şerê giran ku du sed salên dawî ye li Balkanan, Anatolî û Rojhilata Navîn diqewime û got: “Dergûşên qedîm ên şaristaniyê îro şibiyane warê hovîtiyê. Dema ku mirov ji dûr ve li ê dinihêrin, weke şerekî navbera zarokên ‘Sara û Hacer’ e: gelên bi sedan sal in li heman bajaran, heman gundan dimînin; ji heman çeman avê vedixwin, li heman bazaran kirîn û firotinê dikin… Mêtingeriya ku bi avakirina netewe-dewletê re bû ye, ev civak ji cih û warê wan kir; paqijiya etnîkî û qirkirin bi xwe re anî. Baş e, ev mirov bi naskirina maf û rûmeta hev çawa dikarin di nava aştiyê de bijîn? Rêya vê jî di nava van her sê gotinan de veşartî ey: ‘Hurmeta li hev’, ‘lihevkirin’ û ‘jiyana bi hev re’. Ev nirx û pîvan hem ji bo Tirk û Yewnanan, hem jî ji bo Tirk û Kurdan derbas dibe. Ji ber vê yekê ez bi wan hêzan re me ku van her sê pîvanan bi Tirkî, Kurdî û Yewnanî diparêzin.”