Komên çeteyan careke din êrîşî stasyona elektrîkê ya Til Temirê kirin û dîsa ji xizmetê derxistin.
Komên çeteyan di saetên vê êvarê de xeta kehrebê ya bi hêza bilind a 66 kf li derdora gundê Um El Kêf ê li gundewarê rojavayê bajarê Til Temirê topbaran kir. Di encama topbaranê de stasyona elektrîkê ji xizmetê derket. Di vê hefteyê de ev cara duyemîne stasyon ji ber topbaranan ji xizmetê derdikeve. Beriya çend rojan komên çeteyan stasyona elektrîkê hedef girtibû. Lê vê sibehê koma tamîrkirinê ew stasyon sererast kir. Lê vê êvarê careke din êrîşî stasyona elektirikê kirin û dîsa ji xizmetê derket.