Enqere – Di saetên serê sibê de dîsa xwîn çû ser mejiyê rojnameger Huseyîn Aykol.
Rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol duh danê êvarê li mala wî xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji bo dermankirinê ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê ya Enqereyê. Piştî li vir Huseyîn Aykol emeliyat kiribûn ew rakiribûn beşa lênêrîna awarte. Hate ragihandin ku di saetên serê sibê de dîsa xwîn çûye ser mejiyê Huseyîn Aykol.
Doktoran agahî li ser rewşa tenduristiyê ya Aykol dan û gotin, hîn zelal nebûye ku pêwîstî bi emeliyateke nû heye yan na. Doktoran diyar kirin ku rewşa Aykol hîn jî cidî ye.