DÎSK Basin-Îşê têkildarî binçavkirina nûçegihanê me Nedîm Orûç a bi lêdanê şermezar kir û xwest Nedîm Orûç demildest bê berdan.
Nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç ku dema duh li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin. Nedîm Orûç niha li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tê ragirtin. Ji duh ve gelek rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî binçavkirina nûçegihanê me Nedîm Orûç li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kirin û bertek nîşanî binçavkirina Nedîm Orûç dan.
DÎSK Basin-Îşê jî li ser hesaba xwe ya Xyê bertek nîşanî binçavkirina nûçegihanê me Nedîm Orûç da û ev peyam parve kir: “Nûçegihanê Ajansa Welat Nedîm Orûç duh bi şev dema nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bilêdanê hatibû binçavkirin. Nedîm Orûç çend rojan beriya niha jî dema nûçe dişopand hatibû derbkirin û şopandina wî ya nûçeyan hatibû astengkirin. Em binçavkirina bi lêdanê ya kedkarên çapemeniyê şermezar dikin û diyar dikin ku ev rewş mudaxileyeke li mafê xwe gihandina nûçeyan a civakê ye. Binçavkirina rojnamegeran û astengkirina mafê xwegihandina nûçeyan a civakê nayê qebûlkirin. Divê rojnameger Nedîm Orûç demildest bê berdan!”












