Şirnex – Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak anî ziman ku li Şirnexê bi destê cerdevan, leşker û hevkarên desthilatê xweza tê talankirin û got: “Heke dewlet jî ji dil be divê ewilî dawî li talankirina xwezaya Kurdistanê bîne. Aştî ji vir dest pê dike.”
Li Şirnexê bi taybetî li çiyayên Cûdî, Gabar û herêma Bestayê bi hinceta “Ewlehiye” di bin kontrola leşker û cerdevanan de dar tên birîn û daristan tên talankirin. Her roj zêdetirî 50 kamyon darên tên birîn li bajarên cuda tên firotin. Hat zanîn ku di nava du salan de, 500 hezar ton dar li Şirnexê hatine birîn. Her wiha li deverên çiyayê Cûdî, Gabar, Avgamasiya û Qilebanê lêgerîna maden, kanên komir û lêgerîna petrolê jî berdewam dike. Ji ber birîna daristanan û lêgerîna maden û petrolê xwezaya Şirnexê tê talankirin. Li Şirnexê ji aliyê walitiyê ve gelek herêm her ji 15 rojan carekê li çûnehata welatiyan tê qedexekirin. Tê gotin ku ev dever pêşkeşî şîrketan hatine kirin û ji aliyê van şîrketên ku hevkarên desthilatê ne xweza tê tunekirin. Talankirina xwezayê bandoreke mezin li ser sewal û avhewaya herêmê jî dike.
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ku di bin banê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de ava bûye li dijî qirkirina xwezayê xebatên xwe didomîne. Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak têkildarî xebat û plansaziyên wan ên çalakiyên li dijî talankirina xwezayê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Dar bi destê cerdevanan tên birîn’
Ahmet Başak anî ziman ku herêma Şirnexê ber bi çolbûyînê ve diçe û wiha got: “Birîna daran li Şirnexê berdewam dike. Li hêla Elkê, Qilebanê jî niha birîna daran dest pê kiriye, berdewam dike. Pirr zêde dar tên birîn. Dar bi destê cerdevanan tên birîn. Gundiyan tehdît dikin dibêjin an hûn ê van daran bibirin an jî em ê daran bişewitînin. Berê erdnîgariya Şirnexê ji sedî 44 daristan bû lê niha ji sedî 8 daristanên Şirnexê hatine birîn. Walitiyê Şirnexê ji her 15 rojan carekê herêmên Şirnexê qedexe dike. Ji ber qedexeyan em nikarin biçin wan herêman lêkolînê bikin ku çiqas dar hatine birîn. Beriya 4 salan ji sedî 8ê qada bi daristan hatibû tunekirin. Lê niha rêjeya vê yekê çiqase em nizanin.”
‘Xwezayê talan dikin cihên dîrokî tune dikin’
Ahmet Başak bal kişand ser lêgerîna petrolê ya li Çiyayê Gabar û got ku bi teqandina dînamîtan ji aliyekî ve xweza tê talankirin û ji aliyê din vê jî cihên dîrokî tên tunekirin. Ahmet Başak wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê li dijî qirkirina xwezayê hewldanên me hene lê em jî kêm dibînin. Divê heşmendiya xwezayê di nav civakê de bi cih bibe. Niha ji ber birîna daran demsal guheriyê. Germahî û hişkî zêde bû ye. Ew yek bandor li ser hemû civakê dike. Çiyayê Cûdî li her der kolanê û kalekol çêkirinê. Heke şîrketek bikevê îhalê jê re dibêjin divê tu kalekol an jî rê ya kalakol çêbike hê ruhsat bigre. Li aliyê Gabarê jî petrol derketiyê û li wir jî taxrîbateke mezin heye. Li wir cihên dîrokî û dêr hene. Lê bi dînamîtan cihên dîrokî jî tune dikin.”
‘Heke Tirkiye ji dil be divê dev jî qirkirina xwezayê berde’
Di berdewama axaftina xwe de Ahmet Başak destnîşan kir ku heke Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ji dil be divê di serî de dev jî talankirina xwezaya Kurdistanê berdê û wiha got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser civaka Kurd kir. Heke dewlet jî ji dil divê dawî li talankirina xwezaya Kurdistanê bîne. Aştî li vir destpê dike. Heke dewlet ji dil be û pêvajoyê re bibe bersiv bila xwezaya Şirnexê talan nêkin. Xezîneya ser erdê qedandin û niha dest avetinê xezîneya bin erd û danê hevkarên xwe û ew sûd digrin. Dewlet bi hinceta ewlehiyê herêman qedexe dike lê li heman herêman madenan digerê. Lê edî tu hincetên ewlehiyê yên dewletê jî neman. Tevgerê gaveke mezin avet. Lê dewletê hê jî gaveke şenber neavetiye. Zozanên me hatinê qedexekirin û herêmên me tên qedexekirin. Divê edî qedexeyên li ser herêman jî rabin.”
‘Em ê heşmendiya xwezayê di nav civakê de belav bikin’
Ahmet Başak diyar kir ku ji bo pêşî girtina qîrkirina xwezayê çalakiyên wan wê bidome û di dawiya axaftina de ev yek anîn ziman: “Niha xebatên me hene ku em li vir komeleyeke xwezayê ava bikin û hemû saziyan endaman tevlî komeleyê bikin û dest bi xebatên pêşî girtina talankirina xwezayê bigrin. Heta niha me çend çalakî li darxistin ji bo li dijî qîrkirina xwezayê dengê xwe derbixînin. Niha şûn vê jî çalakiyên me yên berdewam bikin. Heta ew bela xwe li xwezaya me bidin em ê jî bela xwe li wan bidin. Me ji Walitiyê Şirnexê re hevdîtin kir. Me rapor û lêkolîn nîşan dan. Walitiyê Şirnexê sûc kir stûyê gundiyan got gundî dibirin. Lê me rapor û lêkolînan walitî derewand. Di plansaziya me de heye ku em tax û gundan xebatan bikin. Girîngiya xwezayê ji gel re bêjin. Hişmendiya xwezayê di nava civakê de ava bikin. Her wiha em plansaziya meşeke girseyî dikin. Em ê heta ber deriyê Midirûyeta Daristanan a Şirnexê bimeşin. Em ê hewl bidin cihên ku hatinê qedexekirin em bikevin li wir jî li ser vê yekê jî xebatên me wê hebin. Banga me li hemû saziyên demokratîk û tevgerên Ekolojiyê ew ê ku werin em bi hev re heza xwe mezin bikin û bi hev re dengê xwe bilind bikin.”