Amed – Şanoger Bahoz Ozsunar têkildarî şanoya Kurdî û qedexeyên li ser zimanê Kurdî xwest her kes bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive
Qedexeyên li ser zimanê Kurdî didomin. Politîkayên bişaftinê jî bênavber berdewam dikin. Gelek şano ji ber ku bi Kurdî tê peşkeşkirin tê qedexekirin. Di pêşxistina ziman de cihê şanoyê giring e. Şanoger Bahoz Ozsunar jî şanogerekî Kurd e. Bahoz Ozsunar têkildarî qedexeyên li ser zimanê Kurdî ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Zimanê me nasname û hebûna me ye’
Bahoz Ozsunar da zanîn ku astengiyên li ser zimanê Kurdî ji bingeha tunekirina zimanê Kurdî tê û got: “Di nav politîkayên bişaftinê de dixwazin zimanê Kurdî tune bikin. Dixwazin em zimanê xwe qet neaxivin. Em li dijî wan dikarin di nav malbatan de Kurdî biaxivin. Divê em bi nifşên nû re bi Kurdî biaxivin. Em zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Zarokan bikin çalakvanên zimanê Kurdî. Ne hewceye ku em stranên Tirkî guhar bikin divê em stranên zimanê xwe guhdar bikin. Ne tenê li Amedê, divê em li tevahiyên bajarên Kurdistanê li stranên Kurdî guhdar bikin. Zimanê me nasname û hebûna me ye. Em bi zimanê xwe hene. Eger zimanê me winda bibe tu dîrok, hûner û çanda me namînê.”
‘Divê em bi Kurdî bijîn’
Bahoz Ozsunar bibîrxist ku ji bo zimanê Kurdî pêş bikevê gelek bar dikevê ser milê şano û şanogeran û ev tişt anî ziman: “Şano û şanoger tiştên ku dikevê li ser milê wan dikin. Şanoyên xwe bi Kurdî dileyzin. Divê êdî ne lîstikên wergerê, divê bi Kurdî bilêyzin û bi lîstikên ku bi Kurdî hatine nivîsandin bileyzin. Heta ku ji destê me tê divê em bi jiyana Kurdî bijîn. Tiştên ku em di nava jiyana xwe de bikin divê ew Kurdî bin. Teqaz ev hewceye, divê em li çar aliyan zimanê xwe hembez bikin.”
‘Tevahiya saziyên Kurdî divê piştgiriyê bidin hûnera Kurdî’
Bahoz Ozsunar bal kişand ser pêvajoyê û astengiyên li ser Kurdî û got: “Bangawaziya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo aştiyê ji bo hûnerê zimanê Kurdî jî derbasdar e. Tevahiya saziyên Kurdî divê piştgiriyê bidin hûnera Kurdî ji bo hûnera Kurd bigihijê civaka Kurd. Ev daxwaza me ji xwe lîstika me di “Qral û Travîs” de hebû. Bangwaziya “Civaka Demokratîk” cihê xwe di nava hûnera Kurdî de dît. Divê em vê bangê bigihijînin gelê xwe.”
‘Ji Hêza zimanê Kurdî ditirsin’
Bahoz Ozsunar da zanîn ku bersiva gelê Kurd li hole ye, ev 52 sal in nekarîn wan tune bikin û axaftina wiha berdewam kir: “Sed salên din jî derbas bibin nikarin bi me. Lîstikên me gelek caran hatin qedexekirin. Ji ber ku ji Kurdî û hêza Kurdî ditirsin. Em Kurd hin caran hêza xwe nizanin. Em hêza xwe bizanibin nikarin bi me. Îro hûner û hûnermendên Kurd gihaştin asta herî bilind. Berhemên giring ava dikin. Bi hezaran kes projeyên hûnermendên Kurdî dişopînin. Li Kerboranê ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî me lîstika xwe peşkeş kir. Li eywanê 2 hezar kes û ewqas kes jî ji ber ku cih tune bûn nekarin têmaşe bikin. Ew tê vê wateyê ku tu dikarî her tiştî bidî wî gelî. Gel jî dizanê ku zimanê Kurdî hebûna me ye. Em qedrê zimanê xwe bizanin em ê di her alî de pêş bikevin.
‘Em ê hûnera Kurdî bibin her derê’
Bahoz Ozsunar da zanîn ku ew wekî ŞanoArt amadekariya dû lîstikan dikin û got: “Kurdek li ku be emê hunera xwe bigihijînin wir. Em ê hûnera xwe bidîn têmaşekirin. Zimanê Kurdî têra her tiştî heye. Divê em vê yekê bizanin.”
Bahoz Ozsunar di dawiya axaftina xwe de behsa şanoya xwe Mamostan-up kir. Bahoz Ozsunar diyar kir ku listîka Mamostan-up naveroka vê destpêka jiyana wî ye, gava ku xwestiye bibe listîkvan e. Çîroka şanoyê çîroka jiyana vî ye, çawa ku şanoya Kurdî naskiriye û guherandina fikra vî ye.