Amed – Endamên Tora Mafên Zarokan têkildarî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê diyar kir ku ji ber xebitandinê mafên zarokan tên binpêkirin û got: “Dewlet li şûna ku mafên zarokan biparêze lê piştgiriyê dide patronan.”
Di 20ê Mijdara 1989an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve “Peymana Derheqê Zarokan” hate ragihandin. Ji wê rojê ve li cîhanê “Roja Mafên Zarokan a Cîhanê” tê qebûlkirin. Li Tirkiyeyê bi hezaran zarok dixebitin û her sal bi sedan zarok jiyana xwe ji dest didin. Li her qada jiyanê mafên zarokan tê binpêkirin. Endamên Tora Mafê Zarokan a Amedê Lokman Amac û Îrfan Ekincî têkildarî 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê axivîn.
‘Li Amedê zarokên karker zêde dibin’
Lokman Amac diyar kir ku li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên karker hene û wiha axivî: “Li Amedê her ku diçe hejmara zarokên karker zêde dibin. Piştî şerê Sûrê, pandemî û erdheja 2023an gelek malbat xîzan bûn. Li Amedê zarok bi piranî xizmetên wekî garsoniyê li ber destan dikin. Ji %33 zarokên li Amedê dijîn wekî karkerên çandiniyê dixebitin. Zarok karên çandiniyê dikin dibistinê berdidin. Mirina zarokên karker herî zêde di sektora çandiniyê de pêk tê. Di qada çandiyê de ewlehî tune ye.”

‘Daraz mafê zarokan naparêze’
Lokman Amac anî ziman ku dadgeh aliyê patronan digire û got: “Di dadgehan de mafê zarokan tune ye. Gelek zarok dema dixebitin jiyana xwe ji dest didin. Lê hejmaran wan kêm nîşan didin. Divê dewlet mafê zarokan biparêze. Lê em dibîn ku dewlet piştgirî dide patronan û mafê zarokan binpê dike. Desthilatdar dibêje tenê şikir bikin. Hewceye ku em bi xwe xwedî li mafê zarokan derkevin.”
‘Bi milyonan zarok li Tirkiyeyê dixebitin’
Îrfan Ekincî jî destnîşan kir ku di îstatîskan de jî diyar e ku her sal hejmara zarokên karker zêde dibe û ev tişt anî ziman: “Li gorî îstatîska Rêxistina Hevkariya û Pêşxistina Aborî li Tirkiyeyê 6 milyon û 500 hezar zarok dibin rewşa xeterê de dijîn. Li gorî îstatîskên dawî li Tirkiyeyê bi milyonan zarokên karker hene. Di Navenda Perwerdehiyên Pişeyî de (MESEM) jî 500 hezar zarok bi destê Wezareta Perwerdehiyê tên xebitandin. Zarokên penaber jî di wan navenda de tên xebitandin. Gelek zarokên penaber li wir jiyana xwe ji dest didin. Lê hejmara zarokên penaber ên jiyana xwe ji dest dane nayên aşkere kirin.”
‘Divê civak zarokan biparêze’
Îrfan Ekincî diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bo qedexekirina karkeriya zarokan pêyman hene û wiha bi lev kir: “Netewên Yekbûyî gelek peyman amade kirine. Di xala 32yan a peymana Netewên Yekbûyî de tê gotin ku divê zarok werin parastin. Divê zarokên ku 15 salî tu karan de nexebitin, zarokên di navbera 15-18 salî jî divê karên giran de nexebitin. Tirkiyê jî di sala 1995an de ev pêyman îmze kiriye. Lê ev biryar li Tirkiyeyê nayên bicihanîn. Berpirsiyar ne tenê dewlet e. Divê civak jî mafê zarokan biparêze.”

‘Pêwiste jiyana zarokan bê parastin’
Îrfan Ekincî bibîrxist ku pêwiste mafê zarokan di rojeva civakê de be û axafitina xwe wiha bi dawî kir: “Mafê jiyanê mafê sereke ye. Mirina zarokên karker nîşan dide ku mafê jiyanê ya zarokan tê binpêkirin. Divê di serî de mafê jiyanê ya zarokan were parastin. 20ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan ji aliyê dewletan ve divê esas were girtin û pêşiya karkeriya zarokan bê girtin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mijarek gelek girîng e. Li Tirkiyeyê zarokên Kurd nikarin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibinîn. Zarokên ku nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin ji dibistanan dûr dikevin û paşê tev li jiyana kar dibin.”













