Stenbol – Rojnameger Cemîl Oguz bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişand ser rewşa zimanê Kurdî û diyar kir ku li Tirkiyeyê di salakê de 70 hezar pirtûkên Tirkî tê çapkirin, di sala 2025an de tenê 386 pirtûkên Kurdî hatine çapkirin û got: “Divê em vê hejmarê zêde bikin û em malên xwe bikin dibistana Kurdî.”
Konseya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wek “Roja Zimanê Dayikê yê Navneteweyî” qebûl kir. “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” ji sala 2000an û vir ve her sal di 21ê Sibatê de tê pîrozkirin. Ev biryar ji bo parastina zimanê cîhanê û jiyan kirina zimanên di bin talûkê de ne hatiye dayîn. Rojnameger Cemîl Oguz jî têkildarî rewşa zimanê Kurdî ji Ajansa Welat re axivî.

‘Di sala 2025an de tenê 386 pirtûkên Kurdî hatiye çapkirin’
Cemîl Oguz diyar kir ku li Bakur û Tirkiyeyê rewşa Kurdî astekî nizm de ye û wiha axivî: “Îstatîstîk di holê de ne. Li Tirkiyeyê di salekî de 70 hezar pirtûkên Tirkî tê çapkirin. Wekî din Wezareta Perwerdehiyê jî bi milyonan pirtûk çap dike, ev ne di nava 70 hezaran de ye jî. Em dibêjin li Tirkiyeyê bi nêzî 25 milyon Kurd hene di sala 2025an de tenê 386 pirtûkên Kurdî hatiye çapkirin. 70 hezar pirtûkên Tirkî hatiye çapkirin lê aliyên din jî tenê 386 pirtûkên Kurdî hatiye çap kirin. Divê em vê hejmarê deh kat zêde bikin. Divê hiqûqnas pirtûkên hiqûqê wekî din jî her kes li ser karê xwe pirtûkan çap bikin. Li Tirkiyeyê gelek companî ji bo xwe kovaran çap dikin. Divê em jî wisa bikin.”
‘Divê her sazî di nava xwe de Kurdî biaxivê’
Cemîl Oguz bi bîr xist ku 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û got: “Li cîhanê gelek gelên ku wekî me zimanê wan di bin talûkê de ye vê rojê pîroz dikin. Ji bo balê kişininin li ser zimanê xwe çalakiyan li dar dixin. Em jî çalakiyan li dar dixin. Lê ev ne bes in. Ne tenê ji bo rojekî em van tiştan bikin, divê em her roj van çalakiyan li dar bixin. Divê dikandarên welatê me bi her kesî re Kurdî biaxivin. Divê em her tiştî bi Kurdî bipirsin. Dema me wisa kir paşê em dikarin bibêjin ‘ji bo ziman me karekî kir.’ Heke em tenê rojekî çalakiyan li dar bixin tu wateya wê rojê namîne. Divê her sazî di nava xwe de Kurdî biaxivê ku zimê Kurdî pêş bikevê.”
‘Divê em zimanê Kurdî bigihînin zarokên xwe’
Cemîl Oguz destnîşan kir ku tiştê herî girîng ew e ku ragihadina zimanê Kurdî bi zarokan re ye û ev tişt anî ziman: “Pêşeroja me zarokên me ne. Hevşaredar, nivîskar, hunermend û her kes divê bifikirê ku zarokên wan çiqas Kurdî diaxivin? Divê em zimanê Kurdî bigihînin zarokên xwe. Belê wezarat nehiştiye perwerdehiya Kurdî çêbibe. Lê di nava malan de axaftina bi Kurdî re kes tiştekî nikarê bibêje. Divê her kes di nava mala xwe de bi Kurdî biaxivê. Divê em malên xwe bikin dibistanê Kurdî. Li Ewropayê ji bo gelên ku zimanê wan di bin xeterê de ne parastina zimanan peyman hene. Lê Tirkiyeyê wan peymanan qebûl nakê. Îro pêvajoyekî dimeşê, divê Tirkiye jî di serî de wê zagonê qebûl bike. Lê Tirkiye van tiştan qebûl bike an nekê jî divê em bixebitin. Îro gelek şarêdarî meclîsa zimanan avakirine. Divê ew meclisa ji bo zagonan zorê li Tirkiyeyê bikin. Heke tu zorê nekî tu zagon neyê guherandin. Û zorê bikin ku di nava gel de axaftina Kurdî pêş bikevê.”












