Êlih – Hevserokên OHDa Êlihê Mizgîn Argiş û Sefa Sormaz diyar kirin dewleta Tirk “Mafê Hêviyê” bi awayekî siyasî dinirxîne û destnîşan kirin ku li gorî biryarên DMMEyê divê bêşert û merc mafê hêviyê were pêkanîn.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2003yan de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dabûn. Piştî serlêdanê di 18ê adara 2014an de DMMEyê biryar dabû û xwestibû ku Tirkiye mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih bîne. DMMEyê Tirkiye di vê serlêdanê de mehkûm kiribû. Tevî ku bi ser vê biryarê re 12 sal derbas bûne jî hêj Tirkiyeyê ev biryar pêk neaniye. Li gel destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî xwestibû ku “Mafê Hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê. Tevî ku gelek caran MHPê ev daxwaz kir jî hêj ev maf nehatiye bi cih anîn.
Her wiha ji bo ku “Mafê Hêviyê” were bicihanîn li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Dîsa hiqûqzan û parazvanên mafên mirovan jî destnîşan dikin ku pêkneanîna mafê hêviyê li dijî hiqûqê ye. Hevserokên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê Mizgîn Argiş û Sefa Sormaz têkildarî “Mafê Hêviyê” ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku divê “Mafê Hêviyê” ji bo hemû girtiyan were bicihanîn.
Mizgîn Argiş bal kişand ser biryara DMMEyê ya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Piştî vê biryarê DMMEyê bi aşkere dibêje ‘Bi tu awayî kes nikare heta dawiya emrê xwe girtî bimîne.’ Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan bi tena serê xwe li Girtîgeha Îmraliyê dimîne. DMME vê yekê weke binpêkirin pênase dike. Jixwe kesek nikare bi tena serê xwe di cihekî de were ragirtin. ‘Mafê Hêviyê’ yê qanûnî ne ji aliyê Tirkiyê ve hatiye nirxandin, ji aliyê qanûnên hiqûqî yê navneteweyî ve hatiye nirxandin. Ev mesele ji bo ku birêz Abdullah Ocalan bigihije mafên xwe yên bingehîn e. ‘Mafê Hêviyê’ ne gotineke daxwaziyê ye. Hiqûqa navneweteyî dibêje ‘kes nikare heta dawiya emrê xwe di zindanê de bimîne û bi awayekî bêhêvî di zindanê de bê ragirtin. Ji ber vê yekê weke maf hatiye nirxandin. DMME dibêje divê ev yek bi cezayekî pîvanên objektîf bê nirxandin û li gora wî şert û mercî bêne avakirin.”

‘Ev maf ne tenê dosyayeke’
Mizgîn Argiş gotinên Serokê MHPê yê Giştî Devlet Bahçelî yên têkildarî “Mafê Hêviyê” bi bîr xist û wiha domand: “Ev biryar nêzîkî 12 salane hatiye dayîn. Tevî Devlet Bahçelî jî qala vê yekê kir ji aliyê dewletê ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Dema ku siyasetmedarên Kurd li ser vê mijarê diaxivîn weke biryareke sûc dihate hesibandin. Piştî ku Devlet Bahçelî jî qal kir ev aşkere hat dîtin ku ev ne meseleyeke siyasî ye ev li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Ev maf ne tenê dosyayeke. Dema ku yekem car DMMEyê li ser ‘Mafê Hêviyê’ biryara xwe da, bi aşkereyî nirxandinên xwe anî ziman û ji Tirkiyeyê pîvaneke objektîf xwest. Ev maf ji bo girtiyên siyasî yên ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birînê jî derbasdar e. Birêz Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye, ew temsîliyeta gelê Kurd e.”
‘Tu gavên şênber ji aliyê dewletê ve nehatine avêtin’
Sefa Sormaz jî da zanîn ku DMME ji bo kesên ku cezayên muebedê li wan hatiye birîn, vî cezayî weke îşkenceyê pênasekirin û got: “Ji bo vê yekê jî biryara xwe ya ji bo birêz Abdullah Ocalan jî vekirî tîne ziman. ‘Mafê Hêviyê’ ne bi tenê ji bo birêz Ocalan e, mafekî ji bo hemû kesên ku cezayên giran li wan hatiye birîn tê sepandin. Tevî ku 12 sal di ser vê biryarê re desbas bûye jî dîsa li Tirkiyeyê tu tiştek nehatiye guhertin. Her tişt weke roja ewile, çawa ku biryar hatiye dayîn dîsa jî didome û tu tiştekî nexistine meriyetê. Ev rewşa ku li Tirkiyeyê pêk tê, ne bi tenê ji bo birêz Abdullah Ocalan e, ji bo bicihanîna mafên mirovan e. Beriya sal û nîvan Serokê MHPê Devlet Bahçelî li Meclisê got ku ‘Mafê Hêviyê’ heye û divê ji bo birêz Ocalan jî pêk bê. Tevî van gotinan jî hêj ji aliyê dewletê ve tu gavên şênber nehatine avêtin. Heke em di vê mijarê de qala jidilbûna dewletê bikin dewlet ji dil nîne. Devlet Bahçelî ji aliyekî ve dibêje ‘ev maf heye û divê pêk bê.’ Ji aliyekî ve jî dibêje ‘bila birêz Ocalan bigihije azadiya xwe û bê li meclisê biaxive.’ Berovajiyê vê jî li ser kursiyên AKPê bi dilekî rihet dibêjin ‘mijareke wisa di ajandaya me de tune ye.’”
‘Dewleta Tirk ‘Mafê Hêviyê’ bi temamî weke qanûneke hiqûqî nanirxîne’
Sefa Sormaz anî ziman ku her du aliyên ku dewletê bi rê ve dibin, di mijara pêvajoyê de ne jidil in û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk ‘Mafê Hêviyê’ bi temamî weke qanûneke hiqûqî na nirxîne. Dewleta Tirk mafê azadiya birêz Ocalan ne weke mevzûyeke hiqûqî, bêhtir weke qadeke manevrayê ya siyasî dibîne. Her dema ku dewleta Tirk dikeve tengasiyê, di serî de azadiya birêz Ocalan digirin dest. Dema ku zimanê wan ê siyasî tûj be jî di gelek mijaran de neyînî diaxivin. Jixwe di demên dawî de em vê rewşê bi kiryarên li ser Rojava re li ber çavan dibînin. Beriya daxuyaniya Devlet Bahçelî ya çend rojan, dewletê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê manewra dikir û ev maf ji rojeva xwe rakir. Piştî ku biryara di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de ket ser medyayê pê re dîsa ‘Mafê Hêviyê’ xistin rojevê. Bi vê yekê re daxuyaniyên ku wê pêvajoya aştiyê dîsa berdewam bike dan.”














