• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    Sofî, Koçer û Gabar li Amedê hatin bibîranîn

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    REPAK: Cezayên darvekirinê bidin rawestandin

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    Parlamenterên Jinên Kurd bertek nîşanî erêkirina cezayê darvekirinê da 

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    TÎHV, pêşniyarên çareseriyê dan komisyonê

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    MEBYA-DERê li Mêrdînê sê pêşeng bi bîr anîn

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

    Piştî 31 salan girtî ma hat berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê rêzdar Abdullah Ocalan û hemû girtî azad bibin’

Mahmût Altintaş / AW

4 ADAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û welatiyan têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kirin ku ew xwedî li bangê derdikevin û gotin ku ji bo aştî pêk were divê dewlet jî gavên şênber biavêje û aştî mayînde bibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bangeke dîrokî bi navê “Banga Aştî û Civaka Demorkatîk” kir û piştî bangê PKKê jî agirbest ragihand. Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan li Kurdistan û cihanê deng veda û hê jî dengvedana wê didome. Piştî ragihandina agirbesta ya ji aliyê PKKê ve nîqaşên li ser pêvajoyê hin zêdetir bûn. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê û welatiyên Şirnexê yên têkildarî banga dîrokî ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Bila aştiyek mayînde pêk were’

Ji welatiyan Tamer Karakan anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîrokî ye û wiha got: “Divê hemû kes xwedî li wê bangê derbikeve. Divê dewlet jî bersiv bide vê bangê û gavên şênber biavêje. Ji bo pêvajo biçe serî divê di serî de azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were. Divê girtiyên siyasî hemû bên berdan. Her wiha divê dewlet êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û başûrê Kurdistanê rawestîne. Divê dewlet jî van gavan biavêje ku ew şer bisekinê û aştiyeke mayînde pêk were. Em ê jî xwedî li wê bangê derbikevin.”

‘Divê dewlet jî gavê biavêje’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Alkiş jî diyar kir ku ew weke dayik bi salan e doza aştiyê dikin û ev yek anîn ziman: “Banga birêz Abdullah Ocalan pirr girîng e. Divê hemû kes piştgiriyê bide vê bangê. Divê dewlet jî gav biavêje. Bi lîstikan ev pêvajo naçe serî. Em doza mafê xwe dikin. Bila em hemû wek hev bin û aştiyeke mayinde pêk were. Heke dewlet gav neaveje ev pêvajo naçe serî. Em li dijî lîstikan in.”
‘Em xwedî li bangê derkevin’

Welatiya bi navê Şîrîn Demîr jî têkildarî banga Abdullah Ocalan wiha axivî: “Em xwedî li vê bangê derdikevin. Em hêvî dikin piştî vê bangê pêvajoyeke xweş dest pê bike. Ev bang wê bibe pêngava aştî û azadiyê. Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û hemû zindan vala bibin.”

‘Êdî em naxwazin dilê dayikan bişewite’

Ji Dayikên Aştiyê Hatice Beytur jî destnîşan kir ku ew ji bo vê pêvajoyê pirr bi hêvî ne û got: “Hêviyên me pirr mezin in. Em bi hêvî ne ku ev pêvajo bibe pêvajoya aştî û azadiyê. Banga me ji hemû dayikan jî heye ku xwedî li pêvajoyê derbikevin. Dayikên Kurd û Tirk hevdû hembez bikin û aştiyeke mayinde pêk were û şer bisekine. Her wiha divê êrişên li ser Rojava jî bisekinin. Aştî tenê bi aliyekî ve pêk nayê divê her dû alî jî li gorî pêvajoyê tevbigerin û ev sal bibe sala aştî û azadiyê. Dilê me pirr şewtî ye, êdî em naxwazin dilê dayikan bişewite. Bila dewlet jî êrişên xwe rawestîne. Bila birêz Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û deriyên zindanan vebin. Em hemû wekhev bi hev re bijîn, tenê daxwaza me ev e.”

‘Êdî bes e xwîn herikî’

Ji welatiyan Salîh Yilmaz jî anî ziman ku divê dewlet jî gavên şênber biavêje û wiha got: “Em dixwazin aştî û wekhevî pêk were. Em şer naxwazin. Heta kengî ev xwîn wê biherike. Êdî bes e em dixwazin ev xwîn bisekine. Bila deriyên heps û zindanan vebe û dewlet jî gavên şênber biavêje.”

 

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkDayikên Aştiyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

Feylesof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin

17 TEBAX 2025
Ji bo Koçero meş û bîranîn: Em ê têkoşîna we mezintir bikin

Ji bo Koçero meş û bîranîn: Em ê têkoşîna we mezintir bikin

12 TEBAX 2025
Lîsa Çalan: Divê komîsyon bi tiştên qewimîne re rûbirû bimîne

Lîsa Çalan: Divê komîsyon bi tiştên qewimîne re rûbirû bimîne

11 TEBAX 2025
100 akademîsyenan xwestin Abdullah Ocalan bibînin

100 akademîsyenan xwestin Abdullah Ocalan bibînin

9 TEBAX 2025
Reyhan Yalçindag: Divê guh bidin mexdûrên Roboskiyê

Reyhan Yalçindag: Divê guh bidin mexdûrên Roboskiyê

9 TEBAX 2025
Abdullah Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

Abdullah Ocalan ji xelkê Mexmûrê re name şand

8 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (266)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne