Wan – Welatiyên Wanê derbarê pîrozbahiyên Newrozê axivîn û gotin: “Heya Newroz hatiyê ve astê gelek bedel hatin dayîn. Lewma divê em xwedî li ruhê Newrozê yê berxwedêr derkevin.”
Agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaqan, li çiyayê Zagrosê pêxistibû, di diroka têkoşîna Kurdan de cihekî bêhampe girtiye. Ji roja agir hatiye pêxistin heya îro Newroz li çar aliyê Kurdistanê bi ruhekî berxwedêr û kurdewarî tên pirozkirin. Li bakurê Kurdistanê jî Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Aştî û Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin. Welatiyên Wanê derbarê watedayîn û hêviyên xwe yên Newroza îsal de hestên xwe anîn ziman.
Newroz azadî, aştî, berxwedan û bihar e
Welatiyên Wanê bi bîr xistin ku Kawayê Hesinkar ê agirê Newrozê pêxistiye, Kurdan arasteyî berxwedaneke bênavber kiriye û ev tişt gotin: “Heya ku Cejna Newrozê hatiyê ve asta gelek bedel hatine dayîn. Lewma divê em li ruhê Newrozê yê berxwedêr û têkoşer xwedî derkevin. Cejna gelê Kurd ya resen cejna Newrozê ye. Newroz azadî ye, aştî ye, berxwedan û bihar e. Em hêvi dikin ku Newroza îsal di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan ji bo hemû girtiyên siyasîx ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest aştî, azadî û wekheviyê bîne. Her wiha Newroza îsal bila ji bo gelê Kurd serkeftinê bine.”













