Stenbol – Rêveberê OHDa Stenbolê Bedîrhan Sarsilmaz diyar kir ku navê pirsgirêka Kurd di rapora hevpar a Komîsyonê de nehatiye dayîn û got: “Heke navê pirsgirêkê nehatibe dayîn dê çawa were çareserkirin. Zimanê raporê zimanê kevn e, divê ev ziman bê guherandin. Di serî de divê mafê hêviyê di qanûnê de cih bigire. Divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin ku dikaribe bi rol û mîsyona xwe rabe.”
Komîsyona Meclîsê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê di 5ê Tebaxê de hatibû avakirin. Komîsyon piştî temamkirina rapora hevpar di 18ê Sibatê de xebatên xwe bi dawî kir. Rapora hevpar a komîsyonê dê niha şûnve ve ji komîsyonên îhtîsasê yên Meclîsê re bên şandin û li wir jî weke pêşniyarqanûn wê ji Lîjneya Giştî ya Meclîsê re bên şandin. Li Lîjneya Giştî ya Meclîsê jî piştî erê kirinê dê weke qanûn bikevin meriyete. Nîqaşên gel û partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li ser raporê berdewam dikin.
Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Bedîrhan Sarsilmaz têkildarî rapora Komîsyonê ji Ajansa Welat re axivî.
‘Di pêvajoyê de bandora Abdullah Ocalan hat dîtin’
Bedîrhan Sarsilmaz diyar kir ku Abdullah Ocalan 33 sal in ji bo pirsgirêka Kurd çaraser bibe dixebite û got: “Abdullah Ocalan ji sala 1993yan vir ve di nava lêgerînekê de ye. Gelek agirtbest hat îlankirin. Di sala 2009 û 2015an de pêvajo çêbûn lê mixabin encam negirtin. Di 22yê Cotmeha 2024an de Devlet Bahçelî bang li birêz Abdullah Ocalan kir. Birêz Abdullah Ocalan jî bersiv da Bahçelî û got ‘çi destê min were ez ê bikim’. Birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibate de jî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir, ev bangeke girîng bû. PKK piştî bangê kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Ev gelek gavên girîng in. Me dît ku birêz Abdullah Ocalan di pêvajoyê de rolekî erenî girt û bandor li pêvajoyê kir. Di pêvajoyê de, rawestandina şerê li Rojavayê bandora Abdullah Ocalan hat dîtin.”
‘Divê birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe’
Bedîrhan Sarsilmaz anî ziman ku ji niha şûn ve ji bo Abdullah Ocalan zêdetir têkiliyên xwe yên civakî, pêvajo û rêxistinî xurttir bike divê hin gav bên avêtin û wiha axivî: “Di serî de divê şert û mercên rewşa li Îmraliyê bê guherandin. Jixwe serî de Devlet Bahçelî behsa mafê hêviyê kiribû lê li ser vê mijarê tu guherandin pêk nehat. Di serî de divê mafê hêviyê di qanûnê de cih bigirê. Divê statuya birêz Ocalan were diyarkirin ku dikaribe di pêvajoyê de bi rol û mîsyona xwe rabe.”

‘Navê pirsgirêka Kurd di raporê de nehatiye dayîn’
Di berdewamiya axaftina xwe de Bedîrhan Sarsilmaz destnîşan kir ku avakirina Komîsyonê dîrokîbû û wiha gpot: “Birêz Abdullah Ocalan avakirina komîsyonê pêşniyar kiribû. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkekî sed salî ye. Ev pirsgirêk cara yekemîn di bin sîwana Meclîsê de hat nîqaşkirin, ev tiştekî dîrokî ye. Rexneyên me ji bo rapora Komîsyonê hene. Di raporê de pirsgirêka Kurd wekî ‘teror’ hatiye pênasekirin. Ev tiştekî xelet e. Ji ber ku mijar ne ‘teror’ e, rapor jî wekî berdewamiya zimanê siyaseta fermî hatiye nivîsandin. Di raporê de înkarkirina pirsgirêka Kurd berdewam dike. Israra gotinên kevn nîşan dike ku ji berê hê jî ders nehatiye girtin. Polîtîkayên ewlehiyê di raporê de hê jî cih digirin. Ev polîtîka nebûye çareserî û wê nebe jî. Navê pirsgirêka Kurd di raporê de nehatiye dayîn. Heke navê pirsgirêkê nehatibe dayîn dê çawa werê çareserkirin. Zimanê raporê zimanê kevn e, divê ev ziman bêguherandin.”
‘Dive şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bê guherandin’
Bedîrhan Sarsilmaz bi lev kir ku êdî pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Abdullah Ocalan jî got ‘pêvajo derbasî qonaxa qanûnên entegrasyonê bû’. Entegerasyon jî bi rêya hiqûqê dê çêbibe. Divê êdî gavên qanûnî bê avêtin. Mîmarê vê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e. Ji bona wê dive şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bê guherandin. Divê qanûnên veguhestinê werin çêkirin. Kesên ku çek berdan, di girtîgehan de tên girtin rewşa wan wê çawa bibe? Divê ev tişt werin diyarkirin. Divê em pênasekirina ‘hemwelatîbûnê’ nîqaş bikin. Divê ev pênase biguhere. Xala 66emîn ya Qanûna Bingehîn kêmasiyeke di nava xwe de dihewîne. Ev xal dibêje ‘hemwelatiyên girêdayî Tirkiyeyê hemû Tirk in’. Bi zorê ji kesekî ne Tirk re neikare bê gotin, ‘Tu Tirk î’. Ev hişmendiyeke yekperestî ye. Wekî din qedexeyên li ser zimanê zikmakî divê werin rakirin. Pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî bê vekirin. Di vê mijarê de jî em dikarin behsa xala 42emîn ya Qanûna Bingehîn bikin. Divê ev xal bê guherandin. Jixwe di raporê de behsa mafên bingehîn tê kirin, perwerdehiya zimanê zikmakî mafê herî bingehîn e. Divê rêveberiyên herêmî werin bihêzkirin. Divê rêveberiyên herêmî ji navenda deshilatê dûr bê xistin. Demokrasiyeke herêmî were avakirin.”













