• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    Îranê 3 caran sînorê Pênciwênê bombebaran kir

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    100 girtî li Hesekê hatin pêşwazîkirin

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Îsraîlê binesaziya leşkerî ya li Îlamê rûxand

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

    Aldar Xelîl: Bangên Abdullah Ocalan herêm ji şer dûr xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dogan Cîhan: Nav HTŞ ye lê ew DAIŞa nûjen e

Stenbol / AW

21 ÇILE 2026 - 10:05
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Stenbol – Rojnameger Dogan Cîhan diyar kir ku hezên navneteweyî bi taybetî dewleta Tirkiyeyê piştgirî dide HTŞê û SMOyê. Dogan Cîhan destnîşan kir ku nav HTŞ ye lê ew DAIŞa nûjen e û wiha got: “Divê îro li dijî DAIŞa nûjen tevahî han li cem gelê Kurd bisekinê’

 

Çeteyên HTŞê û SMOyê û girêdayî Tirkiyeyê êrişî Rojavayê dikin. YPJ û YPGê li dijî êrişên çeteyên li ber xwe dide û gelê Kurd diparêzin. Bi hezaran çete êrişî Rojava dikin lê bi bersivekê tund re rû bi rû dimînin. Li dijî êrişan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li tevahî aliyên li Kurdistanê kir û “Seferberiya giştî” ragihand. Rojnameger Dogan Cîhan têkildarî seferberiya giştî û êrişên li ser Rojavayê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘QSD, YPJ û YPGê bersivê didin êrişan’

Dogan Cîhan diyar kir ku ew niha li Hesekê ne û wiha axivî: “Li Hesekê Rewş aramî ye. Gel di malên xwe de ne. Jiyan aramî ye. Niha li aliyê Şedadê, Til Temir û Raqayê êriş hene. Êriş nêzî saetekê ji Hesekê dûr in. QSD, YPJ û YPG bersivê didin êrişan.”

‘Nav HTŞyê lê ew DAÎŞa nûjen e’

Dogan Cîhan destnîşan kir ku Peyaman 10ê Adara 2025an hat îmzekirin, hevdîtin çêbûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberiya Xweser xwest ku pirsgirêken li Sûriyeyê di nava aştiyê de werin çareserkirin. Desthilata Şamê DAIŞa nû ye. Nav HTŞ ye lê ew DAIŞa nûjen e. Hezên navneteweyî bi taybetî dewleta Tirkiyeyê piştgiriyê dide HTŞê û SMOyê. Ew êrişî Elewî û Durziyan kir, wan qetil kir niha jî dixwazin heman tiştan li serê gelê Kurd jî pêk bînin. Dixwazin gelê Kurd bikujin, bajarên wan talan bikin û wan teslîm bigirin. Rêveberiya Şamê dixwazê destketiyên 14 salan ên gelên Rojava holê rake. Lewma jî Rêveberiya Herêmê li dijî vê ‘seferberiya giştî’ ragihand. Zarokên Rojava li dijî êrişên DAIŞê şer kirin. Îro dîsa zarokên Rojava mal, gund û bajarê xwe diparêzin. Gel bersiv didin êrişan û niha herkesî çek rakiriye. Gelê Rojava bi giştî çek rakirine û dê mala xwe biparêzin. Jixwe Başûr û Bakur jî bersiv da ‘banga seferberiyê’ û berê xwe dan Rovajayê. Kurd dibêjin; di çarçoveya aştiyê de divê pirsgirêk bên çareserkirin û mafê gelê Kurd di Qanûna bingehîn de bê naskirin. Ji bona wê gelê Kurd niha tev li seferberiyê dibe.”

‘Divê cîhan li dijî DAÎŞê cem gelê Kurd be’

Dogan Cîhan bi bîr xist ku li hember DAIŞê gelê Kurd ji bo tevahîya cîhanê şer kir û got: “Kurd li dijî komkujî û tunekirinê sekinî. Îro cîhan ji ber vê sedemê gelê cîhanê di nava aştiyê de dijî. Li dijî DAIŞê Koalîsyona Navneteweyî hat avakirin. Tevahî dewlet QSDê ji ber berxwedana nîşan daye pîroz kir. DAIŞê her roj li Parîs, DYA û cihên cûda êriş dikiran. Bi têkoşîna 14 salan a gelê Kurd DAIŞ şikest û gelê cîhanê di nava aramiyê de jiyan kir. Niha gelê Kurd dibêje me ji bo tevahî cîhanê li dijî DAIŞê şer kir, divê îro jî li dijî DAIŞa nûjen tevahî cîhan li cem gelê Kurd bisekinê.”

‘Kurd biryarnameya Colanî qebûl nakin’

Di berfirehiya axaftina xwe de Dogan Cîhan bi lev kir ku Rêveberîya Xweser civaka gelê Rojavayê ye û axaftina xwe wiha domand: “Rêveberiya Xweser bi Meclisan civakê bi rê ve dibe. Meclis biryar digire Rêveberiya Xweser jî li gorî wê, politîkayên xwe eşkere dike. Niha jixwe gelê Rojava wek fermî Şamê nas dike û dibêje em biçin Şamê. Lê Şam çi dike? Nava xwe dike Komara Ereban. Gelê Kurd vê yekê qebûl nake. Li Sûriyeyê tenê gelê Ereb tune ye. Gelê Kurd, Sûryan, Durzî, Tirkmen û Çerkez henê. Bila mafê tevahî beşên civakê bên parastin. Gelê Kurd ev 14 sal in bi zimanê xwe perwerde dibîne. Lê Colanî biyarname aşkere dike û dibêje ‘Zarok tenê dikare wek dersa bijarte perwerdehiya zimanê xwe bibîne.’ Gelê Kurd zanîngeh û dibistinên xwe ava kirine. Jixwe ev mafê gelê Kurd heye. Divê herkes bi ziman û çanda xwe bijî. Gelê Kurd biryarnameya Colanî qebûl nake.”

‘Pêşiya komkujan bigirin’

Dogan Cîhan anî ziman ku Rojava ji merheleyeke pirr girîng re derbas dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hemû hezên navteweyî piştgirî dide DAIŞa nûjen. Herkes dizanê ku HTŞ dixwazê vîna gelê Kurd teslîm bigire. Divê hemû gelê Kurd û ên li welatên cuda yên li cîhanê disekinin li dijî ve yekê bisekinin û pêşî li komkujan bigirin.”

Etîket: DAÎŞa nûjen HTŞRojnameger Dogan Cîhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serokomerê Îsraîlê Herzog çima pesnê Colanî dan?

Serokomerê Îsraîlê Herzog çima pesnê Colanî dan?

22 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê ji bo Newrozê amadekariya cil û bergên neteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîteya Amadekar a Newrozê: Bi cilên neteweyî biherikin qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saritaş: Divê dewlet hişmendiya xwe biguherîne û tavilê gavên şênber biavêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê: Komek ji dîlgirtiyan êvarê digihe Hesekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çapemeniya Îranê kuştina Darbîan piştrast kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (403)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne