Serokê DYAyê Donald Trump, derbarê çalakiyên li Rojhilat û Îranê de li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek belav kir û bang li Îraniyan kir ku dev ji çalakiyên xwe bernede, alîkarî di rê de ye.
Serokê DYAyê Donald Trump, derbarê çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek belav kir û bang li Îraniyan kir ku dev ji çalakiyên xwe bernede. Trump wiha got: “Welatparêzên Îranê, çalakiyên xwe bidomînin û saziyên xwe bi dest bixin. Navên kujer û berpirsan qeyd bikin. Ew dê bedelên giran bidin. Heta kuştina çalakvanan ên bêwate tên rawestandin, ez hemû civînên xwe yên li gel rayedarên Îranê betal dikim. Alîkarî di rê de ye.”
Trump, beriya niha jî gelek caran gef li Îranê xwaribû.













