• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE

    Xizmên windayan li 5 navendan aqûbeta windakiriyan pirsîn

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Di navbera HSD û Hikûmeta Demkî de pêguhertina girtiyan pêk hat

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    Rejîma Îranê girtiyan darve dike û cenazeyan nade malbatan

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    TEV-ÇANDê sersaxî da malbata hunermend Elî Mensûr

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Li Kobaniyê ji bo serbestberdana girtiyan meşa girseyî

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

    Serfermandarê Ugandayê gef li Tirkiyeyê xwar û 30 roj mohlet da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Abdullah Ocalan ji bo me çi dibêje? – 1

Serdar Altan / AW

24 SIBAT 2026 - 09:30
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Ew roj rojek ne ji rêzê bû. Li çar aliyê welat û li tevahiya cîhanê her kesî nefesa xwe girtibû li benda wê daxuyaniyê bûn. Ew daxuyanî deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê bû. Di nava salekî de gelek geşedanên girîng pêk hatin. Li ser banga Abdullah Ocalan, PKKê xwe fesix kir, çek şewitandin, xwe ji nav sînorên Bakurê Kurdistanê vekişand. Her çiqas dewletê gaveke şênber neavêtibe jî Abdullah Ocalan ji bo pêvajo bi rê ve here gelek caran hewl da. Di hevdîtinên bi heyeta Îmraliyê re, di muzakereyên bi dewletê re, ji bo çareseriyê pir tişt anî ziman. Niha piştî salekê em ê berê xwe bidinê ka gelo Abdullah Ocalan çi gotiye û nirxandinên çawa kirine.

Salek berî niha, di 27ê Sibata 2025an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga xwe ya bi navê “Aştî û Civata Demokratîk” kir. Ev di heman demê de dihat wateya destpêka pêvajoyekî. Ev pêvajo wê pêvajoyek wisa bûya ku êdî her tişt dê nebûya wek berê. Bi vê deklarasyonê her tişt serobino dikir Ocalan. Ne tenê rêxistina wî û gelê Kurd, li seranserê cîhanê tevahiya dewlet û rêxistin bi balkêşî şopandin ev daxuyaniya. Ocalan bi vê deklarasyonê bang li rêxistina xwe, ango bang li PKKê dikir ku xwe fesix bike û çekan ji destê xwe deyne.

Vaye ev pêvajo salek li du xwe dihêle. Di vê sala ku dê bikeve nava rûpelên dîrokî û demeke dirêj behsa wê bê kirin de gelek tişt qewimîn. Di vê rêzedosyeya xwe de em ê hewl bidin ku ji 27ê Sibatê heta roja îro çi geşedan çêbûn yek bi yek bidin xuyakirin. Her wiha di rêzedosyeyê de em ê hewl bidin ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, xwefesixkirina PKKê û çekdanînê de, gotinên wî ji bo entegrasyona demokratîk û yasayên azadiyê, têkiliyên di navbera Kurd û Tirkan de, li ser yektîtiya netewî, sosyalîzm û enternasyonalîzmê û têkoşîna jinan, li ser têkiliyên navdewletî, Rojhilata Navîn û dewletên herême, li ser Rojava û Sûrî, beş bi beş em ê bi we re par vebikin û naveroka wê binirxînin.

Heta niha nêrîn, perspektîf û nirxandinên Abdullah Ocalan car caran ji raya giştî re hatin aşkerekirin. Lê belê hêjayî gotinê ye ku ev rêzedosye gelek agahî û nirxandinên Ocalan yên ku hunê cara yekem bibîhîsin di nav xwe de dihewîne. Her wiha piştperdeya hin hevdîtinan û hin biryar çawa hatine girtin em ê hewl bidin bi rêya çavkaniyên ku yekser di nava pêvajoyê de cih girtine vekolin û ji we re ragihînin. Em vê yekê jî weke erkeke sereke yê rojnamegeriyê dibînin û civakê agahdar dikin. Bi xwendina vê dosyeyê her xwînerek dê nêrînên Abdullah Ocalan ên derbarê mijaran de bi awayekî rêk û pêk ji çavkaniyên yekemîn hîn bibe.

Rêzedosyeya me di beşa yekem de wê bi geşedanên di nava salekê de ya derbarê banga 27ê Sibatê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dest pê bike.

Ji 27ê Sibatê heta roja îro

Dîrok 1ê Cotmeha 2024an bû. Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku her roj êrişî siyaseta Kurd û gelê Kurd dikir, derket kursiya Meclîsê, axaftina xwe kir, hat jêr, berê xwe da aliyê ku koma DEM Partiyê lê rûniştiye û destê xwe dirêjî Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û parlamenteran kir. Tevahiya Tirkiyeyê ev dîmen bi baldarî şopand. Gelo Bahçelî xwestibû çi bike? Vê nêzikatiya balkêş bi banga 22yê Cotmehê ya li TBMMyê berdewam kir. Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku “were û di bin banê Parlamentoyê de biaxive.” Her wiha yekem car behsa “mafê hêviyê” jî kir.

Piştî salên dirêj bi Ocalan re hevdîtina yekemîn

Di 23ê Cotmehê de biraziyê Abdullah Ocalan, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan çû Îmraliyê û silavên Ocalan ji bo tevahiya gelan anî. Di 30ê Cotmehê de Erdogan bêdengiya xwe şikand û piştgiriya xwe ji bo Bahçeli ragihand. Got ku “bi kêleka nîşandana ku hemû laşê xwe xistiye bin kevir, em gihîştin fersendeke pir mezintir” û ji Kurdan xwest ku destê aştiyê bigirin. Lê di heman demê de jiyana pratîk berevajî meşiya. Di 30ê Cotmehê de Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer hat girtin û sibetirê qayim li şaredariyê hat tayînkirin. Di 4ê Mijdarê de li Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê qayim hatin tayînkirin. Ev polîtîkaya qayiman di rojên pêş de jî her berdewam kir.

Li Sûriyeyê geşedanên girîng

Di 8ê Kanûnê de rêxistina çete Heyet Tahrir el-Şam (HTŞ), li dijî rejîma Beşar Esad dest bi êrişan kir ku piştgiriya xwe ji hêzên navdewletî digirt. HTŞ li Şamê kontrol bi dest xist û rejîma Esed hilweşiya. Van geşedanên girîng careke din pirsgirêka Kurd ya li Rojhilata Navîn anî rojevê. Di vê navberê de êrişên Tirkiyeyê jî hem li ser xaka Rojava, hem li Başûrê Kurdistanê berdewam dikirin. Di van êrişên piştî destpêkirina pêvajoyê pêk hatîn de 41 kes hatin kuştin, 245 kes birîndar bûn.

Hevdîtina yekem ya DEM Partiyê li Îmraliyê

Ber bi dawiya sala 2024an ve geşedaneke girîng pêk hat. Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder weke Heyeta Îmraliyê di 28ê Kanûnê de çûn girava Îmraliyê. Rojek şûnde peyama Ocalan hat: “Ez xwedî layiqî û biryardariyê me ku di paradigmaya nû ya ku Bahçeli û Erdogan hêz danê de beşdariyek erênî bikim.” Ev peyam ji hêla tevahiya civakê û rayedarên dewletê ve bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Di destpêka sala 2025an de, heyeta Îmraliyê dest bi têkiliyên berfireh kir. Li dû hev daxuyanî û hevdîtin pêk hatin. Hêdî hêdî ber bi encamekî ve dihatin ev hevdîtin.

Banga dîrokî ya 27ê Sibatê

Dema ku rûpelên dîrokê 27ê Sibata 2025an nîşan dida daxuyaniyeke dîrokî hat ji Girava Îmraliyê. Heyeta Îmraliyê ya ji 7 kesan pêk dihat çû Girava Îmraliyê. Heyet ji Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tûncer Bakirhan, Sirri Sureyya Onder, Pervîn Bûldan, Ahmet Turk, Faîq Ozgur Erol û Cengîz Çîçek pêk dihat. Şande çû giravê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Paşê vegeriyan Stenbolê û li wir bi daxuyaniyeke berfireh peyama Rêberê Gelê Kurd ji tevahiya raya giştî re ragihandin.
Li salona daxuyaniyê li ser ekranan wêneyek diyar kir. Piştî salên dirêj cara yekem sûretê Abdullah Ocalan xuya dikir. Heyeta ku çûbû giravê û girtiyên din yên li giravê li gel Ocalan bûn. Di wêneyê de xuya dikir ku Abdullah Ocalan metna banga xwe bi xwe xwendiye. Ev peyam bi awayekî Kurdî û Tirkî ji hêla endamên heyetê ve hat xwendin. Bi sedan rojnameger ji bo şahidiya vê roja dîrokî bikin li salona daxuyaniyê bûn.
Di wan kêliyan de li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya cîhanê gelê Kurd bi baldarî li benda banga Ocalan bûn. Di serî de li Amed û Wanê, li gelek bajaran li meydanên fireh perdeyên mezin hatin vekirin û ew kêliyên civîna çapemeniyê zindî hatin weşandin.

Naveroka banga Ocalan girîng bû helbet. Ev dihat wateya bi dawîbûna serdemek û vekirina rûpeleke nû. Abdullah Ocalan di daxuyaniyê de wiha digot:
“…Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzikatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesix bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.”

Di qada navneteweyî de deng veda

Vê bangê li seranserê cîhanê deng veda. Tevahiya medya û çapemeniya cîhanê bang derxist manşetan, weke nûçeya lezgîn parvekirin. Netewên Yekbûyî û gelek welatên cîhanê peyamên piştgiriyê weşandin û banga Ocalan wekî gaveke dîrokî nirxandin.

KCKê bersiva erênî da, gel bi Newrozê piştgirî da

Bi bangê pêvajo jî derbasî merhaleyeke nû bû. Di 1ê Adarê de Konseya Rêveberiya KCKê ragihand ku ew bangê bi xweşbînî pêşwazî dikin û da zanîn ku ew ji îro û pê de agirbestkê îlan dikin. Gelê Kurd jî li seranserê Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bi tevlêbûna milyonan Newroz pîroz kir û piştgiriya xwe ya ji bo Abdullah Ocalan deklere kir.

Onder jiyana xwe ji dest da

Di 10ê Nîsanê de Heyeta Îmraliyê cara yekem bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re civiya. Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan tevlî vê hevdîtine bûn. Piştî civînê Sirri Sureyya Onder ragihand ku civîn pir erênî bûye û hêviyên wan mezin kiriye. Lê mixabin piştî vê hevdîtinê di 15ê Nîsanê de Onder qeyrana dil derbas kir û di 4ê Gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Rêberê Gelê Kurd Ocalan Onder weke şehîdê aştiyê binav kir.

Piştî 26 salan dîmenên Ocalan

Di vê navberê de hevdîtin û muzakereyên bi Abdullah Ocalan re berdewam dikirin. Nîqaş li ser gelo dê PKK çawa xwe fesix bike û pêvajoya çekdanînê dê çawa pêk bê bû. Di navbênka van nîqaşan de PKKê di 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastina Medyayê, Kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û di 12ê Gulanê de jî ragihand ku xwe fesix kiriye. Bi riya kongreyê hesreteke 26 salan jî dawî dibû. Piştî 26 salan gel deng û dimenên Ocalan li ser ekranê didît. Ocalan li Girava Îmraliyê bi dîmen bangek dîrokî dikir. Dîmen di 9ê Tîrmehê de bi raya giştî re hat parvekirin. Di dîmen de girtiyên siyasî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî amade bûn. Abdullah Ocalan di banga xwe de anî ziman ku PKKê dawî li têkoşîna çekdarî aniye û banga ‘Derbasbûna li nava demokrasiyê’ li Tirkiyeyê kir. Ocalan bal kişand ser komîsyona ku li Meclisê bê avakirin kir û xwest her kes bi pêşniyar û rexneyên xwe beşdarî vê pêvajoyê bibe.

Dîmenê Ocalan ê piştî 26 salan hat weşandin di serî de li Kurdistan û li cîhanê deng veda. Bi milyonan Kurdan piştî 26 salan dîmenê Ocalan dîtin û bi kêfxweşî û hestiyarî ew dîmen pêşwazî kirin.

Cîhan bû şahidê rojeke dîrokî

Vê carê rûpelên salnameyan 11ê Tîrmehê 2025 nîşan didan. Li Başûrê Kurdistanê Komeke gerîlayan ku navê “Koma Aştî û Civaka Demokratîk” li xwe kirin li Şikefta Casenê ya Silemaniyê bi merasîmeke dîrokî çekên xwe şewitandin. 15 jê jin û 15 jî zilam 30 şervan tevli merasîmê bûn. Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat jî di merasîmê de cih digirt. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê şande û kesayetên navdar û rojnameger beşdarî merasîmê bûn. Besê Hozat û Behzat Çarçel banga çaresiriya pirsgirêka Kurd kirin. Dîmenên merasîmê dengek mezin veda li tevahiya cîhanê. Li çar aliyên Kurdistan û cîhanê merasîm bi kelecan hate temaşekirin.

Erdogan avakirina komîsyonê qebûl kir

Serokomar Erdogan di 12ê Tîrmehê de merasîma çek berdanê wekî gaveke girîng nirxand û diyar kir ku dê li Meclisa Tirkiyeyê komîsyonek bê avakirin û wiha got: “Niha emê rûnên û biaxifin. Ne bi çekan, rû bi rû, dil beramberê dil em ê biaxifin.”
Helbet ev daxuyaniyek girîng bû lê ne bes bû. Pêdivî bi gavavêtinê hebû lê dewlet di vê derbarê de gavek şênber nedavêt.

Endamên Tevgera Azadiyê ji Bakur vekişiyan

Ligel vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo pêşî li pêvajoyê veke hewldanên xwe domandin. Di çarçoveya van hewldanan de yek ji gava dîrokî vêkişîna endamên Tevgera Azadiyê ji Bakur bû. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de bi daxuyaniyekî, li Qendîlê ragihand ku ji bo pêşî li pêvajoyê vekin hemû hezên xwe ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişînin. Komek şervanên ku ji Bakurê Kurdistanê vekişiyan di merasîmê de cih girt.

Avakirina komîsyonê li Meclisê

Her çiqas gelek caran pêvajoyên çareseriyê dest pê kirin jî tu carî di bin banê Meclisê de nehatin nîqaşkirin. Cara yekem li Meclisê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di 5ê Tebaxê de bi navê “Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Neteweyî” komîsyonek ava bû. Komîsyonê gelek kesayet, sazî û dezgehên civakî û saziyên dewletê guhdar kirin. Piştî nîqaşên dirêj di 21ê Mijdarê de komîsyonê biryara çûna Îmraliyê da. Di 24ê Mijdarê de jî komisyona TBMMyê ku ji Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman pêk dihat Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin jî di dîroka Kurdistan û Tirkiyeyê de xwedî cihekî taybet bû. Dewleta Tirk di dîroka xwe de yekem car bi serokekî Kurd re bi awayekî fermî rûdinişt.

Rapora Komîsyonê bi kêmasiyan hate qebûlkirin

Komîsyona Meclisê piştî raporên partiyên siyasî dest bi amadekirina metneke hevpar a raporan kir. Komîsyona Meclisê ev rapor di 18ê Sibatê de di civîna dawî ya komîsyonê de erê kir û ji raya giştî re ragihanad. Her çiqas rapor ji ber hin kêmasiyan hatibe rexnekirin jî, weke gaveke nû hat pêşwazîkirin. DEM Partiyê bi boneya têgihên wekî ‘teror’ û bi zelalî pênasenekirina mafên gelê kurd şerh danî ser hin xalên raporê, partiyên TÎP û EMEPê jî bi hincetên nêzîk hev rapor îmze nekirin.

Pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê

Lê belê dema em derbasî saleke nû, ango 2026 bûn bûyereke gelek girîng ku dê pêvajoya aştiyê ji bin ve xirabikira pêk hat. Di Çileyê 2026an de komployeke navneteweyî li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. HSDê ji bo pêşiya şerê Kurd û Ereban bigire û destkeftiyan biparêze xwe ji Reqa û Dêrazorê vekişand û hêzên xwe li herêmên Kurdan ji nûve bi cihkirin. Êrişên Tirkiye û çeteyên wê li ber deriyên bajarên Rojava hatin sekinandin. Gelê Kurd li çar perçeyan bi ruhê neteweyî rabû ser piyan. Di encama berxwedanê de Tirkiye, HTŞ û hêzên hegemonîk bi neçarî Peymana 29ê Çile qebûl kir. Helbet rêkeftina di 29ê Çile de pêk hat dîsa bi saya Rêberê Gelê Kurd Ocalan bû. Paşê derket holê ku Ocalan ji bo êriş rawestin û lihevhatinek pêk bê dîplomasiyeke gelek xurt û piralî meşandiye.

Encama salekî

Di encamê de pêvajoya bi banga Ocalan ku di 27ê Sibatê de destpêkiriye salek li dû xwe dihêle. Bahçelî di 12ê Îlonê de gotibû ku, “Aştî ne çûkeke bi yek baskî ye. Baskê yekemîn ê aştiyê ji aliyê Ocalan ve hatiye kirin. Niha gihîştiye qonaxa destnîşankirina şertên jiyana bi hev re.”

Erê, Bahçelî gotinên dîrokî got, Ocalan bangên girîng kir, PKKê fesixkirina xwe ragihand. Lê di pratîkê de guhertinên bingehîn hê jî nehatine pêkanîn. Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di yek saliya xwe de hîn jî di navbera hêvî û nezelaliyê de didome.

SIBÊ:
* Ocalan bi paradîgmaya nû dixwaze çi bike?
* Gelo Tevgera Kurd a mezin bi dawî dibe?
* Bi fesixkirina PKKê û bidawîkirina şerê çekdarî çi tê armanckirin?
* Ocalan ji şandeya ku diçû gel wî re çi got?
* Armancên paradîgmaya “civaka demokratîk a kominal”

Etîket: Abdullah OcalanAhmet TurkAştî û civaka demokratîkBanga 27ê SibatêBanga Aştî û Civaka DemokratîkFesixKomîsyona MeclîsêPervîn BuldanpkkRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanSerdar AltanSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

11 NÎSAN 2026
Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

Abdulkadîr Guleç: Ji bo pêvajo bimeşe divê qanûn bi lez bên derxistin

11 NÎSAN 2026
Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

11 NÎSAN 2026
Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

Ji kampanyaya navneteweyî ji bo Mafê Hêviyê banga çalakbûnê

10 NÎSAN 2026
Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

Qamişlo ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiya

9 NÎSAN 2026
Banga Meşa Gemlîkê: Em ê rêya azadiyê bi hev re bihonin

Banga Meşa Gemlîkê: Em ê rêya azadiyê bi hev re bihonin

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    Nerazîbûna heqareta li dijî Leyla Zanayê bû hinceta lêpirsînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedarên Kurd: Pêkanîna yekitiyê ji bo Kurdan bûye ferz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zagros 24 TV dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelatên Rojnamegeriyê yên 29emîn ên Metîn Goktepe hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî 5 salan ‘doza tazmînatê’: Dadgehê gefa girtinê li malbatan xwar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktîvîstên TJAyê yên Êlihê: Ji bo azadiya Serok em tev li meşê bibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikan çîrokên nexşên xwe vegotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kaygusuz ê ji dest û lingê xwe astengdar hate tehliyekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (404)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne