• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    Balafireke şer a Tirkiyeyê ket: Pîlot mir

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

Serdar Altan / AW

25 SIBAT 2026 - 10:30
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangekî dîrokî kiribû û niha jî salvegera vê bangê ye. Ocalan piştî vê bangê manifestoya bi navê, “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” amade kir. Bi vê manîfestoyê Ocalan rêxistina 50 salî fesixkir û banga xwe guhertina rêxistinê kir. Ocalan hem di manîfestoyê de hem jî di hevdîtinên xwe yên bi heyeta Îmraliyê re bingeha pergala nû rave dikir. Formulasyona vê pergalê jî “civaka komînal” bû. Niha piştî salekê emê berê xwe bidinê ka gelo Ocalan li ser vê guherîna dîrokî çi gotiye û nirxandinên çawa kirine.

 

Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê weke pêvajoyeke aştiyê hate pênase kirin lê ev bang û piştî wê Manifestoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê destpêka pêvajoyekî lihevhatinê bû. Ew dihat wateya guhertinekî dîrokî. Ocalan dixwest di heman demê de di têkoşîna azadiya gelê Kurd de guhertinekî bingehîn pêk bîne. Ocalan xwestibû ku ew rêxistina li Rojhilata Navîn mohra xwe li nîvqurna sedsalê xistibû fesix bike. Ocalan her wiha dawî li şerê çekdarî dianî. Li vir pirsa girîng ev bû; gelo ev dihat çi wateyê, Ocalan dixwest çi bike, an êdî têkoşîna gelê Kurd bi dawî dibû?
Helbet ev ne bi dawîbûnek bû. Berovajî destpêkeke nû bû. Abdullah Ocalan, têkoşînek nû dida destpêkirin. Ev yek jî di encama bi dawîkirina şerê çekdarî û fesixkirina partiya xwe pêk dianî.

Di beşa duyem a rêzedosyeyê de emê hewl bidin ku Ocalan bi fesixkirina PKKê û bidawîkirina şerê çekdarî çi armanc kiriye, di derbarê guhertina şêwazê têkoşînê de rêbazeke çawa bikar tîne û rêxistinek an jî têkoşîneke çawa dide ava kirin, bi gotinên wî bi we re parve bikin. Her wiha em bi bîr bixin ku ji bo vê yekê emê ji gotinên Ocalan yên ji heyetê re gotine û ji Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk sûd wergirin.

Ji Ocalan manîfestoya serdemê

Abdullah Ocalan piştî banga 27ê Sibatê “Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk” amade kir. Ocalan, sernava “Di Hemûn û Pirsgirêka Kurd de Dawiya Serdemekê û Ber bi Serdemeke Nû Ve” lê kir. Ocalan di manifestoya xwe de bi berfirehî li ser meseleya fesixkirina partiyê disekine û girîngiya vê yekê tîne ziman. Hêj di destpêka manîfestoyê de Ocalan dibêje ku “PKK, tevgera îspatkirina hebûna Kurdan û vekirina deriyê azadiyê ye” û bi vî awayê girîngiya PKKê datîne holê. Di berdewamiyê de dirêj dirêj behsa çima Kurd ewqas li paş mane û şiyarnebûna Kurdan şîrove dike. Bi tespîta ku PKK di vê şiyarbûnê de rolek mezin lîstiye tîne ziman ku êdî Kurd ji xefleta xewê şiyar bûne û kes nikare pêşî li vê yekê bigre. Ango Ocalan diyar dike ku êdî têkoşîn hatiye merhaleyekê û viya PKK pêk aniye.

Di hevdîtinek meha Gulana 2025an de Ocalan li ser vê mijarê wiha dibêje; “Li Tirkiyeyê partiyeke sosyalîst a demokratîk pêwîstiyeke mutleq e. Belê, em PKKê ji holê radikin, lê rêxistina ku em ê li şûna wê deynin dê rêxistineke komînalîst be. Hind derdor ji vê re ‘PKKyeke nû’ dibêjin. Lê fêm nekirine. Ew ne PKKyeke nû ye. Ez ê wê rave bikim. Nav ne girîng e. Niha ne hewce ye ku ez li ser vê yekê hûrgilî bidim. Em ê veguherînek berfireh derbas bikin ku em jê re dibêjin sosyalîzma demokratîk.”

 

Fesixkirina PKKê û danîna çekan

Mirov dikare bêje Ocalan, di her hevdîtina xwe de girîngiya guherîna paradîgmayê tîne ziman. Gelek caran li ser pirsa “çima PKK fesix dike û dev ji çekan berdide” nirxandinên girîng dike. Di hevdîtinekî meha Hezîrana 2025an Ocalan wiha dibêje: “Ez dibêjim min têkoşîna çekdarî ya 50 salî ku min dest pê kiribû bi dawî kiriye. Min ev di bangewaziyê de jî got. PKKê jî ev yek di Kongreya xwe ya 12emîn de piştrast kir. Têkoşîna çekdarî pir dirêj dewam kir. Pêvajoyên dirêj dibin bi xwe re ubarekirinê û dû re jî tepisandinê tînin. Min ev yek wekî ‘ji holê rakirina xeletiyan û qebûlkirina rastiyê’ bi nav kir. Wan tiştên girîng kirin. Xalên ku min di destpêka salên 90î de anîn ziman, rewşek nû eşkere nebûye. PKK tevgerek bû ku ji înkarê çêbû. Heta salên 90î, ew watedar bû û ji bo îspatkirina hebûnê têdikoşî.”

Ocalan di heman hevdîtinê de wiha dibêvje: “Em dubare bikin ku em di nav şoreşeke navneteweyî de ne; em bi danûstandinên demokratîk ber bi pêş ve diçin, ne bi çekan. Em ji qonaxa leşkerî ya çekdarî ya şoreşê ber bi qonaxa siyasî ya bêçek, ji qonaxeke wêranker û têkder ber bi qonaxeke nû ve diçin. Werin em vê yekê wekî şoreşeke erênî bi nav bikin. Ev kurteya tiştê ku em dikin e. Em hemû kesên wêranker dibînin. Em bi dîplomasiya demokratîk ber bi pêş ve diçin û em ê vê yekê di sedsala bê de li dû xwe bihêlin. Ev di bingehê de kurteya manîfestoya dawî ye. Qonaxa şoreşa erênî çekan hewce nake.”

Ji van gotinan jî mirov hin tiştan fêmdike helbet. Madem ev şiyarbûn û zanîna nirxên netewî pêk hatiye xuyaye PKK rol û mîsyona xwe aniye cih. Helbet li gorî diyalektîkê her tişta ku rola xwe lîstibe û tişta jê hatî xwestin pêk anîbe êdî mîsyona xwe temam kiriye. Lewma PKK jî bi rê û rêbazê şerê çekdarî mîsyona xwe temam kiriye, divê êdî biguhere. Lê guhertineke çawa?

Civaka komînal û bingeha wê

Ocalan vîya jî weke têkoşîna bi rêbaza “siyaseta demokratîk” bi nav dike û armanca vê ya dawî jî weke “civaka demokratîk” û “sosyalîzma demokratîk” pênase dike. Formulasyona vê pênasekirinê jî “civaka komînal” e. Di manîfestoyê de Ocalan vê yekê wiha pênase dike: “Civak di rastiyê de diyardeyeke komînî ye. Min tenê pênaseya klanekê li jor da. Ev civakîbûn e. Civakîbûn tê wateya komîn. Komîna destpêkê tê wateya klan. Di derbarê peyva ‘komîn’ de bi taybetî; civakîbûn, bi qasî ku em dizanin, bi bilindbûna çandî ya li herêma Mezopotamyayê pêşketiye. Ew ji ‘kom’ a bi Kurdî tê.”

Ocalan di hevdîtineke xwe ya di meha Tîrmeha 2025an de jî vê fikrê hinekî din vedike: “Şablona çareseriya min a bingehîn ev e: Di pêvajoya fesixkirina PKKê de, min du tişt red kirin. Pêvajoya ku di çarçoveya dewletê de ber bi asîmîlasyonê ve diçû qediya. Stratejiya me ya netew-dewletî jî qediya. Dewletek wisa li gorî têgihîştina min a sosyalîzmê nîne. Berê ramanek Stalînîst, prensîbek Stalînîst, prensîbek Lenîn û Stalîn hebû, her tişt ji bo dewletek Kurdî li gorî mafê çarenûsî yê neteweyan bû. Di encama lêkolîna min de min fêm kir ku ev ne prensîbek sosyalîst e, lê prensîbek bûrjûwa ye. Û min got ku me reel sosyalîzm derbas kiriye. Di şûna wê de, ez tiştek cuda pêşniyar dikim, pergalek komînalîst a demokratîk.”

‘Civatek demokratîk bi siyaseta demokratîk tê bidestxistin’

Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de guhertina paradîgmayê û dixwaze pergaleke çawa ava bike di nav hev de vedibêje: “Me guhertinek paradîgmayê pêk aniye. Kesekî sosyalîst netew-dewletek ava nake. Me stratejiya şerê çekdarî terikandiye. Piştî ku me bername û stratejiya PKKê li ser vê bingehê betal kir, ma em bêhêz man? Ez komînalîst im; têkoşîna min a berê jî komînalîst bû. ‘Komînalîst’ bi peyva Kurdî ‘kom’ ve girêdayî ye, ku tê wateya civaka demokratîk û min ev yek di bangewaziyê de nîşan da. Min ev bangewazî bi manîfestoyê pêş xist. Ez bi zihniyetek înkarker nêzîkî tevahiya têkoşîna xwe nabim; me kêmasiyên wê rast kirine. Stratejiya bernameya me ya niha siyaseta demokratîk e, û taktîkên wê jî qanûn in. Bi hevgirtina herduyan, em ê civatek demokratîk bînin jiyanê. Ez bernameya nû bi vî rengî îfade dikim. Ew ne civatek e ku bi şer were avakirin; civatek demokratîk bi siyaseta demokratîk tê bidestxistin.”

‘Kurd dê xwe bi zimanê xwe perwerde bikin’

Ocalan di derbarê pêkanîna vê pergala nû de pêdivî bi hin tiştên ku dewlet bike jî dibîne. Ango ji bo ku civaka demokratîk ava bibe lazim e pêşî li vê yekê bê vekirin. Di hevdîtineke meha Tîrmehê de wiha dibêje Ocalan: “Ez ê ji wan re bejim; baş e, ez tiştekî li dijî dewleta neteweyî nabêjim, ew li ser çar xalan diaxivin, ew ên te ne. Lê gelo mafê min heye ku ez xwe wekî civatek demokratîk ava bikim an na? Tu dê razî bibî bi vê yekê? Tu dê vê yekê pesend bikî? Kurd dê xwe wekî civatek demokratîk ava bikin. Bêguman, dema ku vê yekê dikin, ew ê xwe bi zimanê xwe perwerde bikin. Kesekî ku nikaribe zarokê xwe bi zimanê xwe perwerde bike ji heywanekî xirabtir e. Ma mirovek heye ku zimanê xwe fêrî zarokê xwe neke? Ew ê xwe perwerde bikin. Dixwazin bila qanûnek derxin an dernexin. Dibêjin ‘Em dewletek neteweyî ne, zimanekî me yê fermî heye.’ Baş e, em tiştekî li dijî vê nabêjin. Lê Kurd jî dê xwe bi xwe bi rêve bibin. Şaredariyek wan heye; heke hûn wê bigirin, ew jî dê roja din serhildanê organîze bikin. Pêşniyarên min dê hebin. Ew ê li ser rêveberiyên herêmî bin. Tu eleqeya wan bi cudaxwaziyê re nînin.”

‘Divê taktîkek e nû pêş bikeve’

Helbet Ocalan li vir ji bo guherîna paradîgmayê pêdivî bi hin gavavêtinên yasayî dibîne. Tiştên ku dewlet bike hene û ev yek lazim e pêk werin. Di hevdîtinekî di meha Tebaxê de di vê derbarê de Ocalan aciziyekî wiha tîne ziman: “Min di deh mehên borî de bi înîsiyatîfên niyeta baş bi Bahçelî re hin tişt heta vê derê anîn. Min înîsiyatîf girt ser xwe. Min gavên ku kesî hêvî nedikir avêtin. Me bi niyeta baş û yekalî nêzîkatî vê yekê kir û encam bi dest xistin. PKK rêxistina herî dijwar a di dîroka komarê de ye. Niha hate fesih kirin. Îro, ev taktîk, ev encama ku bi vê taktîkê dikarîbû bihata bidestxistin, qediya. Em hewceyê taktîkek bingehîn a nû ne. Ev taktîka yekem bû. Ger em taktîka yekem bidomînin, neçar e ku em xeletiyên mezin bikin. Ez behsa stratejiyek aştî û siyaseta demokratîk dikim. Niha em hewceyê taktîkek cuda ne. Me bi ya yekem gavek avêt. Ger em bi ya duyem gavek neavêjin, em nikarin pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêşve bibin; berevajî vê, em ê bikevin nav şer û tund û tûjiyê.”

Ocalan, ji bo vê yekê dewletê hişyar dike û bi taybet li ser avakirina bingehekî hiqûqî disekine. Di hevdîtinekî meha Îlona 2025an de li ser mijarê wiha dibêje Ocalan: “Me got ku em çareseriyek dewletparêz naxwazin. Em çareseriyek neteweya demokratîk diparêzin. Lê me got ku divê qanûn, siyaseta demokratîk hebe. Em behsa komara demokratîk, demokratîkkirina komarê dikin. Sosyalîzm bi şer nayê damezrandin. Sosyalîzm jî bi dewletekê nayê damezrandin. Civatek demokratîk û sosyalîst dikare bi neteweyek demokratîk were avakirin. Divê serdestiya hiqûqê were naskirin; hiqûq meseleyek destûrê ye.”

Pêdiviya siyaset û hiqûqê

 

Abdullah Ocalan, di hevdîtinekî di meha Cotmehê de li ser pirsgirêka gav neavêtinê disekine û tişta ku dixwaze bike rave dike. Lê belê di meseleya çekdanîn û xwe fesixkirina PKKê de nêzîkatiyên şaş femkirinê qebûl nake û van nirxandinan dike: “Baş e, min PKK razî kir ku çekên xwe deynin, lê min şert û merc ji wan re nivîsandin. Sirri ew şert nivîsand. Ji bo çek danînê divê mercên siyasî û yasayî pêk bên. Bêyî bicihanîna şert û mercan sepandina, ‘êdî çekên te namînin, tu dê bi tevahî ji hemû çekên xwe azad bibî’ nabe. Ma ez wisa rûniştim ser masê? Nêzîkatiya ‘Tu dê ji serî heta binî bêçek bibî. Qet xwe nefikire, çekên xwe deyne, her ku tu dixwazî biçî kuderê biçe’ nayê qebûlkirin. Ma li pêşberî we kesek nezan û xişîm heye? An jî heke ew bibêjin, ‘tenê dev jê berde, tiştê ku te heye dev jê berde, em jî dê bişopînin’ ez dê bertekek mezin nîşan bidim. Me çanda pevçûnê bi dawî kir, me got em ê yên mayî bi siyaset û hiqûqê bikin. Her tiştê din ji desthilata kesî wêdetir e. Em ê entegrasyonê li ser bingeha Komara Demokratîk pêk bînin. Ev yek dê nebe sedema ku komar tiştekî winda bike. 29 serhildan çêbûn, hem xayîn û hem jî berxwedêr bi awayekî felaket mirin, Alîşêr jî û Rayber jî. Em dixwazin vê yekê rawestînin. Ma tiştek ji vê mirovîtir heye?”

Formulasyona civaka komînal

Helbet ev nirxandinên girîng in lê em careke din vegerin manîfestoyê. Ocalan di manîfestoyê de formulasyona pergala ku pêşniyar dike, ango civaka komînal û demokratîk hinekî din vekirî vedibêje: “Civaka demokratîk/komînal di modernîteya demokratîk de beramberê civaka bûrjûwa ya kapîtalîst e. Civak bi awayekî taybet komînal e. Komîn yekem şêweya civakîbûnê ye. Me karakterê wekhevîxwaz û azadîxwaz û pêşveçûna dîrokî ya komînal bi berfirehî û girîngî vekoland û pêşkêş kir. Peyva civaka komînal divê wekî nirxên jiyanê yên wekhevîxwaz û azadîxwaz were fêmkirin. Bêguman, mebesta me şêweyên jiyana komînal ên hemdem e. Her wiha dikare wekî civaka demokratîk jî were binavkirin. Ya bingehîn ruh û çanda jiyanê ye ku ji îstîsmarê azad, wekhevîxwaz, azadîxwaz û li ser bingeha hevgirtinê be.”

Ocalan di manîfestoyê de paşî bernameya polîtîk ya vê pergalê bi sernavan vedike û armancên wê yên sereke weke “Armancên Siyasî” û “Armancên Civakî” rave dike. Li aliyê din milê wê yê entegrasyonê, yekîtiya Kurdan, têkiliya wan bi civak û dewletên derdorê re û têkiliya enternasyonalîst yek bi yek formule dike. Di dawiyê de hiqûqa ve pergalê û parastina cewherî dê çawa be bi nav û nîşan dike.

Ocalan bi vê awayê ruh dide pergala nû lê vê ruhê dê di kîjan bedenê de bi cih bike wê jî vedibêje: “Berçavgirtina cudahî û têkiliya di navbera rêxistinên neteweyî û îdeolojîk de pêdiviyek girîng e. Me li şûna sîstema PKK-KCK, avahiya xwe ya îdeolojîk bi navê ‘yekîtiya komînan a demokratîk’ bi nav kir. Ev avahiya pêşeng a sosyalîzma demokratîk ya civaksaziyê ye. KNK, ku rêxistineke neteweyî ye ku avahiyên cûda yên ji hemû beşên Kurdistanê lê dicivin, dikare ji nû ve were nirxandin û naveroka wê ya rêxistinî dikare were nûkirin. Pêdivî ye ku KNK wekî Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê fonksiyon bike.”

Girîngiya pêkanîna guherînê

Ji tevahiya van nirxandinan tişta ku Ocalan dixwaze pêk bîne tê fêmkirin. Bi taybet guhertina paradîgmayê dê li ser kîjan hîman pêk were Ocalan yek bi yek rave dike. Fikrên xwe bi awayekî sistematîk bilêv dike. Hem di manîfestoyê de hem jî di hevdîtinan de dixwaze vê mijarê kûr bike. Ne bi tena serê xwe, her wiha dixwaze hem rêxistin, hem jî civak tevlî van nîqaşan bibe. Ji bo dewlemendkirina pergala nû ji pêşniyaran re vekiriye. Ji xwe gelek caran dibêje; “Ez van pêşniyaran dikim, herin nîqaş bikin.”

Dema em didin bîra xwe, bi pêşengiya Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ku li Îmralî rêhevaltiya Ocalan kiribûn gelek civînên berfireh di nava gel de pêk hatin. Armanca tevahiya van civînan li ser paradîgmaya nû fêmkirina nêrînên gel bûn. Ji ber wê mirov dikare qiymet bide van hewldanan. Lê ya esasî ew e ku ji bo guhertin û damezirandina rêxistinek nû ya têkoşînê pêdivî pê heye ku guhertina Abdullah Ocalan dixwaze, pêk were. Ev jî hem di hiş û mejî de ye, hem jî ji bo vê yekê gavên pratîk pêwîstin. Ev gav ne ew gavên ku dê ji hêla dewletê ve bêne avêtin, em behsa gavên ku dê di nava Kurdan û rêxistina wan de bên avêtin dikin. Encax bi wê awayê mirov dikare xwe bigihîne rastiya Ocalan û tişta dixwaze pêk bîne.

SIBE:
-Ocalan li yekîtiya neteweyî ya Kurd çawa dinêre?
-Di manîfesto û hevdîtina bi heyetê re tekîdkirina li ser yekîtiyê
-Nameyên ku Ocalan ji hêzên Kurd re derbarê yekîtiyê de şandiye
-Ocalan prensîb û hiqûqa yekîtiyê çawa pênase dike?

Etîket: Banga 27ê SibatêKomîsyona MeclîsêPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkpkkRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanşewitandina çekan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

OHD dê ji bo ‘mafê hêviyê’ meşekê li dar bixe

24 SIBAT 2026
Numan Kurtulmuş serdana partiyan dike: Pêşî serdana Bahçelî kir

Numan Kurtulmuş serdana partiyan dike: Pêşî serdana Bahçelî kir

24 SIBAT 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro:  Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Abdullah Ocalan ji bo me çi dibêje? – 1

24 SIBAT 2026
Mijara çapemeniya cîhanê û Erebî Rojava ye

Di çapemeniya cîhanê de nirxandina rapora pêvajoyê: Firsendek dîrokî

21 SIBAT 2026
Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

21 SIBAT 2026
Fetî Yildiz: Divê Demîrtaş bê berdan

Fetî Yildiz: Dikare beşek zagonan bêşert û merc bên çêkirin

20 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berwarî: Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Fesixkirina PKKê, guherîn û avakirina civaka komînal – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di dîplomasiya Kurd de serdemek nû: Piştî Munîhê li PEyê rojev Kurd in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka Dengbêj Memedê Panîyê: Kilamên Şer, Mêrxasî û Evîndariyê vedibêje

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (906)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne