• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

    Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

    Amedspor dê îro ji bo parastina zîrveyê bilîze

    Amedspor dê îro ji bo parastina zîrveyê bilîze

    Bakirhan serdana girtiyên 30 salî kir

    Bakirhan serdana girtiyên 30 salî kir

    Alîkariya Şengalê bo Rojava derket rê

    Alîkariya Şengalê bo Rojava derket rê

    DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1  Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

    DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1
    Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

    Li Tokyoyê Komxebata Kurdan: Kurd êdî dixwazin dîroka xwe binivisînin

    Li Tokyoyê Komxebata Kurdan: Kurd êdî dixwazin dîroka xwe binivisînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

    Dayikên Şemiyê: Mehmet Şîrîn Maltu yê 17 salî li ku ye?

    Amedspor dê îro ji bo parastina zîrveyê bilîze

    Amedspor dê îro ji bo parastina zîrveyê bilîze

    Bakirhan serdana girtiyên 30 salî kir

    Bakirhan serdana girtiyên 30 salî kir

    Alîkariya Şengalê bo Rojava derket rê

    Alîkariya Şengalê bo Rojava derket rê

    DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1  Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

    DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1
    Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

    Li Tokyoyê Komxebata Kurdan: Kurd êdî dixwazin dîroka xwe binivisînin

    Li Tokyoyê Komxebata Kurdan: Kurd êdî dixwazin dîroka xwe binivisînin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DOSYE – Li Rojava rewşa herêmên dagirkirî-1
Efrîn di bin dagirkeriyê de ye, dewleta Tirk peymanê sabote dike

Serdar Altan / AW

7 SIBAT 2026 - 11:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Di peymana ku di navbera HSDê û hikumeta demki ya Sûriyê de hate îmzekirin yek ji xalên herî girîng bidawîkirina dagirkeriya li bajarên Kurdan yên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû. Digel hefteyek di ser de derbas bûye jî dewleta Tirk hê jî ev herêm vala nekirine da ku niştecihên van bajaran vegerin warê xwe. Ev yek weke israra berdewamkirina dagirkirina van bajaran û sabotekirina Peymana 30yê Çileyê tê dîtin.

Li Sûrî di 30ê Çileyê de peymanek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Şamê de hate îmzekirin. Gelek xalên girîng ji bo çareseriyê di vê peymanê de hebûn. Yek ji xalên girîng ku weke xala 14mîn di peymanê de cîh girtibû, behsa bidawîkirina dagirkeriya li hin herêmên Kurdan û vegera welatiyan dikir. Ev herêm Afrîn, Serêkaniyê, taxên Helebê û herêma Şahba bûn. Li gorî peymanê divê piştî peyman kete meriyetê, dagirkeriya li van herêman bi dawî bibûya. Her wiha piştî bidawîkirina dagirkeriyê welatiyên ku ji van herêman koçber bûne vegeriyan cih û warê xwe.

Di vê rêzedosyaya xwe de emê yek bi yek li ser van herêmên hatine dagirkirin bisekinin. Di nûçeyê de em ê li ser dîrok û demografiya herêman, bi çi awayê hatin dagirkirin û çi hatiye jiyîn, walatiyên ji van devaran koçber bûne rewşa wan çiye bi berfirehî bi we re parve bikin. Weke beşa yekem em ê ji Efrînê destpê bikin, paşê bi Serêkaniyê, Girê Spî û herêma Şehbaye em ê berdewam bikin.

Dîrok û serpêhatiya Efrînê

Efrîn li bakurê rojavayê Sûrî ye û di çarçoveya herêma Rojavayê de yek ji sê kantonên bingehîn ya Rojava ye. Ew bi herêma Hatayê ya Tirkiyeyê, herêma Ezaz û Idlibê re dorpêç kiriye. Yek ji herêmên herî girîng yê Kurdistanê ye ku bi çiyayên xwe yên xweşik, zeviyên zeytûnê, bi dar û ber û avên xwe yên xwezayî tê nasîn. Aboriya herêmê bi taybetî li ser zeytûn, zeyta xwezayî û cotkariyê ye. Efrîn bi dîrokekî kevn a Kurdan tê nasîn. Di serdema Osmaniyan û paşê de jî, herêm bi piranî ji Kurdan pêk hatiye. Di salên 1960–70an de, polîtîkayên Erebîkirinê yên rejîma baas li vir jî sepandin. Ango “Kembera Ereb” hate sazkirin. Ev yek weke zeftkirina erdan, guhertina navan, qedexeya ziman û nasnameya Kurdî pêk hat.

Gel xwe wekî kanton rêxistin kir û rêve bir

Piştî sala 2012an, bi vekişîna hêzên rejîma Baas, Efrîn weke herêmeke xweser ji hêla şêniyên herêmê ve hat birêvebirin. Di heman demê de ew bû beşek ji Rêveberiya Xweser a Rojava.
Nifûsa Efrînê berî 2018an ku ji hêla dewleta Tirk ve hatî dagirkirin nêzîkî 500 hezar kes bûn. Şêniyên herêmê zêdetirî sedî 95 jê Kurd in. Hinek komên biçûk yên Ereb, Tirkmen, kêmek jî Ermen û Suryan dijîyan. Efrîn herêmekî bi pirrengî ya neteweyî û olî ye, lê Kurd xwediyê bingeha demografiyê ne.

Êrîşa dagirkirina Efrînê

Êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê di 20ê Çileya 2018an de di bin navê, “Operasyona Şaxa Zeytûnê” destpêkirin. Beriya vê rojê ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran li dijî Efrînê gef dihatin xwarin. Ev gef car caran jî bi topbarana ji sînorên Tirkiyeyê diketin meriyetê. Lê ji ber destûra êrîşên hewayî û bejahî ji Tirkiyê re nedihat dayîn, êrîşên dagirkeriyê nedihatin despêkirin. Ev yek bi dawiya çileya 2018an ve reng guherand. Piştî hevdîtinên ku dewleta Tirk bi Rûsyayê kir rêveberiya Pûtîn destûr da Erdogan ku Efrînê dagir bike. Ji vê destûrê û van hevdîtinan Amerîka jî hat agahdarkirin û bi vê yekê ve pêvajoya dagirkirina Efrînê jî despêkir. Di encamê de di 20ê çileya 2018an de ji aliyê artêşa Tirk ve li dijî Efrînê êrîşên giran destpêkirin. Bi rakirina qedexeya hewayî, li dijî Efrînê bomberana hewayî destpêkir. Di bejahiyê de jî artêşa Tirk bi çeteyên OSOyê re hareket dikirin.

Li dijî dagirkeriyê têkoşîna bênavber

Li hemberî êrîşên ku destpêkirin, li Efrînê jî bi pêşengtiya meclîsa leşkerî ya Efrînê gelê Efrînê dest bi berxwedanê kirin. Wekî her êrîşên dagirkeriyê, di van êrîşan de jî, artêşa Tirk û komên çete tevahiya sivîlên li Efrînê dijiyan hedef girtin û qetlîamên hov pêk anîn. Di êrîşên ku pêk hatin de çeteyên OSO û artêşa Tirk, li gel qetilkirina sivîlan, li gundên ku dagirkirin mal û warê gel talan kirin. Ev kêliyên dagirkeriyê jî kêlî bi kêlî hatin tomarkirin. Li ser giranbûna êrîşan, bi pêşengtiya YPG/YPJê hêzên parastina Efrînê ji bo pêşî li qetlîama sivîlan bigre, stratejiya xwe ya şer guherind. Tevî sivîlên ku nedixwestin di berxwedanê de ji rex şervanên xwe biqetin derbasî herêmên bi ewle hatin kirin. Piştî vê sewqkirinê hêzên parastina Efrînê li tax û kolanên bajêr dest bi şêwaza şerê gerîla kirin. Piştî berxwedana 58 rojan hêzên YPG û YPJ xwe ji Efrinê vekişandin.

Guhertina demografiyayê

Piştî Efrîn bi temamî hate dagirkirin bi sed hezaran şêniyên herêmê koçberbûn. Piraniya wan çûn herêma Şehba. Wekîdin bi hezaran welatî jî li Hebebê û herêmên din yên Rojava belavbûn. Piraniya wan di şertên pir zahmet de di kampên penaberiyê de jîyan kirin. Di şûna wan de malbatên çeteyên OSOyê, şêniyên Ereb yên ji Himûs, herêma El-Xûta (herêmeke derdora Şamê ye), Dêra û herêmên din anîn û bicîhkirin. Her wiha hin komên Tirkmen jî li Efrîn bicîhkirin. Ev rewş bi gelek raporan wekî “guhertina zorî ya demografîk” hate destnîşankirin.

Rêvebirina herêmê û zilma li ser welatiyan

Rêveberiya herêmê bi awayekî rasterast kete bin bandora Tirkiyeyê. Dadgeh, polîs û saziyên sivîl bi şêwazeke ne yasayî hatin birêvebirin. Komên çete herêmê bi tevahî weke cihê talanê îlankirin. Dest danîn ser tevahiya mal û milkê gelê Efrînê. Bi taybet zeviyên zeytûnan weke ganimet hatin desteserkerin. Her wiha binpêkirina mafên mirovan derkete asta herî jor. Li gor raporên gelek rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî; girtinên bêsedem, zordariya li ser jinan, revandina mirovan û berdana wan bi fîdye, bertîl û gendelî bû weke jiyana rojane. Her wiha qedexeya vegera xwediyên rastîn ên erd û malan pêk hat. Ev hemû kiryar Efrîn veguherand herêmekî ku mafên mirovan li wir bi giranî tên binpêkirin. Ango mirov dikare bêje Efrîn çawa bi awayekî hovane hate dagirkirin her wiha bi awayekî hovane hate birêvebirin.

Xalek sereke rewşa Efrînê ye

Ji ber vê rewşa girîng ya Efrînê, di hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî ya Şamê û Tirkiyeyê re hatin meşandin de xalek sereke jî dagirkeriya li Efirînê û vegera niştecihên wê bû. Gotin di cî de be, Rêveberiya Xweser her tim Efrîn wekî “xeta sor” dît û nirxand. Di muzakereyên peymana 30ê Çileyê de jî mijarek herî sereke jî rewşa Efrînê bû. Li gorî xala 14mîn ya peymanê divê Efrîn ji hêla kesên dagirker ve were valakirin û şêniyên herêmê careke din vegerin cih û warên xwe. Di gel xalên din yên peymanê yek bi yek bi cîh tên jî di rewşa herêmên dagirkirî de tu guhertin tune. Ev yek jî şêniyên herêmê dêxe nava fikaran. Ev yek wekî hewildana Tirkiyê ya sabotekirina peymanê tê nirxandin.

Ocalan mijara Efrînê jiyanî dibîne

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên payebilind ên siyaseta Kurd hatine girtin di mijara Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de Ocalan cihek girîng dide Efrîne. Hate zanîn ku Ocalan di peyamên ji Rêveberiya Xweser re şandine û di hevdîtinên bi dewleta Tirk re, vegera Efrîniya ji b ser axa xwe û mafê parastin û xwe rêvebirina wan wekî mijarek jiyanî destnîşan kiriye. Çavkaniyan anî ziman ku Ocalan daxuyandiye ku bi tu awayî destûra guherandina demografiya Efrînê nayê qebûlkirin û xwestiye ku tedbîr li gorî vê bên girtin.

Divê dagirkirin bi dawî bibe

Di encamê de Efrîn piştî 8 salan hê jî bi awayekî dagirkirî rewşa xwe berdewam dike. Ligel dagirkeriyê jî berxwedana hêzên Kurd a ji bo azadkirina Efrînê qet ranewestiya. Bi rê û rêbazên cuda Efrîn li Tirkiye û çeteyên girêdayî wê vegeriya qadek berxwedanê. Ji bo efrînê têkoşîna çekdarî, siyasî û dîplomatîk bi her awayî ve hate meşandin. Di hemû platfromanda rewşa Efrînê wekî mijarek sereke hate dîtin û li ser vî esasî dagirkeriya Tirkiye û komên girêdayî wê hate destnîşankirin. Gelê Efrînê jî ji bo nekeve bin destê hêzên dagirker koçber bû lê tu carî dest ji berxwedanê berneda. Li Şehbayê, Helebê û Reqayê di nav şert û mercên giran de ne.

Sibê: Dagirkeriya li Serêkaniyê û rewşa dawî.

 

Etîket: Çeteyên HTŞ SMO û Tirkiyeyêdagirkeriya li EfrînêEfrinêrişên TirkiyePeymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRojavaTirkiye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Alîkariya Şengalê bo Rojava derket rê

Alîkariya Şengalê bo Rojava derket rê

7 SIBAT 2026
Heyva Sor a Kurd: Rewşa mirovî li Kobanê girantir dibe

Dorpêça li Kobanê didome: Şam 5 roj in peymanê binpê dike

7 SIBAT 2026
Bayik: Ameyoxê Rojawanî girêdayeyê xoverdayîşê şorişgêrî yo

Hevserokê KCKê Bayik: Êrişên li dijî Rojava bi hevkariya hêzên navneteweyî û herêmî pêk tên

7 SIBAT 2026
Çeteyên HTŞê ketin kemîna HSDê: Gelek çete hatin kuştin

HSD peymanê bicih tîne, komên Tirkiyê sabote dikin

6 SIBAT 2026
Şandeya bijîşkên Başûr hat xelatkirin

Şandeya bijîşkên Başûr hat xelatkirin

6 SIBAT 2026
‘Kurdan bi berxwedana xwe ruhê Qazî Mihemed şad kir’

‘Kurdan bi berxwedana xwe ruhê Qazî Mihemed şad kir’

6 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (270)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne