Dadgeha Bilind cezaya muebedê yê li dayika Narîn Guran, Yuksel Guran û apê wê Salîm Guran û birayê wê Enes Guran hatibû birîn, erê kir. Dadgehê cezayê Nevzat Bahtiyar jî xera kir.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21ê Tebaxa 2024an de li gundê Çûlî ya bi ser navçeya Rezana Amedê ve winda bû û cenazeyê wê 19 roj şûnve di 8ê Îlona 2024an de hate dîtin. Paşê li ser vê doz hatibû vekirin, dadgeha Amedê di 28ê Kanûna 2024an de biryara xwe eşkere kiribû û bi sûcdariya “kuştinê” cezaya muebeda girankirî li dayika Narînê, Yuksel Guran, apê wê Salîm Guran û birayê wê Enes Guran birîbû. Her wiha dadgeha Amedê 4 sal û 6 meh jî ceza li Nevzar Bahtiyar ku wek gumanbarê bûyerê tê zanîn birîbû.
Dosye ji sala par ve li ber destê Dadgeha Bilind bû û biryara xwe derheqê dosyeyê de da. Dadgeha Bilind cezayê li Yuksel Guran, Salîm Guran û Enes Guran hatibû birîn erê kir û cezayê Nevzat Bahtiyar jî xera kir.
Dê Nevzat Bahtiyar dê ji nû ve ji sûcê “alîkarî daye kuştinê” were darizandin.












