Amed – Danişîna 2yemîn a 15 kesên di cînayeta Narîn Guranê de ji ber sûcê “sûcdar veşartine” tên darizandin, dest pê kir.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21ê Tebaxa 2024an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê hate dîtin. Danişîna duyemîn a doza duyan a têkildarî cînayeta Narîn Guranê de dest pê kir. Têkildarî qetilkirina Narîn Guranê der heqê 15 kesan de bi sûcê “sûcdar veşartine” doz hatibû vekirin. Danişîn, li 17emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê tê lidarxistin.
Di dozê de dotmama Narîn Guranê ya bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy weke gumanbarên girtî; keçmeta Narîn Guranê ya bi navê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û zarokên bi navên R.A. (16), M.G. (16) û Î.K. (17) jî weke bersûcên negirtî tên darizandin.
Ji bilî parêzerên bersûcan û xizmên wan destûr nehat dayin tu kes têkeve eywana danişînê. Di danişînê de li şahidan tê guhdarîkirin.