Danişîna doza rojnameger Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan, Erdogan Alayumat, Sadik Topaloglû û Nurcan Yalçin hatin taloqkirin.
Danişîna sêyemîn a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Parêzerên rojnamegeran Şukru Alpsoy û Dîdare Hazal Sumelî di danişînê de amade bûn.
Şandeya dadgehê biryar da ku dosyayên lêpirsînê yên der heqê Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat de bên pirsîn û danişîn taloqî 11ê Îlonê kir.
Doza Sadik Topaloglû
Danişîna doza rojnameger Sadik Topaloglû ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Topaloglû tev li danişînê nebû lê parêzerê wan Serhat Çakmak di danişînê de amade bû.
Dozger xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.
Dadgehê biryar da kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîn taloqî 8ê Tîrmehê kir.
Doza Nurcan Yalçin
Danişîna sêyemîn a doza rojnameger Nûrcan Yalçin ku bi îdiayên “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna der heqê pêşîlêgirtina fînansoriya rêxistinê” tê darizandin, li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Nûrcan Yalçin tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Temûr amade bû. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî doz şopandin.
Parêzer Resûl Temûr di danişînê de got ku ji bo rojnameger Kîbriye Evren ku biryar hatibû dayîn weke şahid lê were guhdarîkirin, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekariye beşdarî danişînê bibe. Temûr xwest ku biryara tevdîra kontrola edlî ya der heqê Nûrcan Yalçinê de were rakirin.
Şandeya dadgehê jî biryar da ku tevdîra kontrola edlî ya der heqê Nûrcan Yalçin de were rakirin û tevdîra qedexeya derketina derveyî welat jî bidome. Her wiha dadgehê biryar da ku li rojnameger Kîbriye Evren were guhdarîkirin û danişîna dozê taloqî 7ê Cotmehê kir.