Dozgerê komarê yê Stenbolê, ji bo biryara beraetê ya der heqê rojnameger Dîren Yurtsever de bê betalkirin, serî li îstînafê da.
Dema rojnameger Dîren Yurtsever Midûrtiya Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) bû, ji ber nûçeyên “Di Doza Kobanê de îfadeyên binakok ên şahidan” û “Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin”, der heqê wê de bi îdiaya “sîxûr teşhîr kiriye” doz hatibû vekirin. Di danişîna ewil a dozê de 23yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi sedema “hêmayên madî yên sûc çênebûne” biryara beraetê da. Dozgerê komarê yê Stenbolê jî li dijî biryarê îtîraz kir û serî li Serokatiya Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê Stenbolê da. Dozger, di serlêdana xwe de îdia kir ku biryar ji hêla usûl û esasê ve li dijî qanûnan e. Di serlêdana dozger de ji bo Samî Baran îfadeya “şahid” hatiye bikaranîn û li gel ku Dîren Yurtsever ji bo wî peyva “sîxûr” bi kar ne aniye jî xwest ji sûcê “agahiyên sîxûr teşhîr kiriye” ceza were dayin.