Amed – Derhêner Serwa Aliveisy û Şehram Meslexî yên ji Rojhilatê Kurdistanê ne û belgefîlmên wan di Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê de hatin nîşandan diyar kirin ku kêfxweş in hatine Amedê û gotin her kesek ji bo armancekê têbikoşe di dawî de dikare mafê xwe werbigire.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” hate lidarxistin. Festîval îsal bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn pêk hat. Festîvala ku pênc rojan berdewam kir bi nîşandana belgefîlma “Li Ber Siya Spîndarê” û merasîma xelatdayînê bi dawî bû. Di van pênc rojan de 24 belgefîlm hatin nîşandan. Ji van belgefîlman “Xewna Rojînê” ku derhêneriya wê Serwa Aliveisy dike û belgefîlma “5 Xulekên Dawîn” ku derhêneriya wî Şehram Meslexî dike jî ji festîvalê re hatin hilbijartin û nîşandan.
Belgefîlma “Xewna Rojînê” çîroka du kesên astengdar ên ku dixwazin bibin mal û malbat vedibêje. Van kesên ku bi dijwariyên biyolojik rê rû bi rû dibin, bi hêviya malekê bi evînê hatî avakirin, dixwazin zarokekî xwedî bikin. Belgefîlm li gel hestên guherbar, biryardariya wan a teqez û kurahiya têkiliya di navbera wan de derdixe pêş.
Belgefîlma “5 Xulekên Dawîn” jî behsa Taha Ghaffari yê ji gundekî li ser sînor e û endamê malbateke xizan e ku gelek madalyon bi dest xistine û ji bo welatekî dixwaze beşdarî Lîstikên Olîmpiyatan bibe dike. Derhênerên her her du belgefîlman Serwa Aliveisy û Şehram Maslakhi derbarê festîvalê de ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Gelek keyfxweş im ku fîlmê min hate hilbijartin’
Serwa Aliveisy diyar kir ku cara ewil e tê Amedê û bi lêv kir ku gelek kêfxweş e ku belgefîlma wê ji bo festîvalê hatiye hilbijartin. Serwa Aliveisy qala naveroka fîlmê xwe kir û wiha got: “Ji bo min girîng bû ku jiyana du mirovên astengdar a baş nîşan bidim. Min xwest nîşan bidim ku jiyan dem e.”
Çîrokên jinan dike belgefîlm
Serwa Aliveisy da zanîn ku du-sê sal in li ser jinên Kurd ên li rojhilatê Kurdistan belgefîlman çêdike û got: “Bi rastî jinên Rojhilat hemû gavan serkeftî bûne. Ez jî jineke ji Rojhilat im. Em dikarin xwe xwedî bikin. Ez çîrokên jinan çêdikim.”
‘Ez xwe weke di nava Sineyê de hîs dikim’
Serwa Aliveisy bi lêv kir ku bi malovaniya Komîteya Amadekar a Festîvalê jî gelek kêfxweş e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend li vir in. Kesên biyanî jî li vir in. Ez ne weke li cihekî biyanî weke ku di nava Sineyê de me hîs dikim.”
‘Hêvî dikim ku festîval roj bi roj serkeftîtir be’
Derhêner Şehram Meslexî jî anî ziman ku pir kêfxweş e ku belgefîlma wî di Festîvala FîlmAmedê de hatiye weşandin û wiha got: “Pir Festivalên me hene lê bi taybetî ya belgefîlman tune ye. Pir spasîya xwe ji rêvebirên festîvalê dikim, her tişt baş bû û ji roja ewil ve pir bi me re bi hevaltî nêzîk bûn. Pir keyfxweş im ku min li vir fîlmên pir baş dît. Min wekî fîlmsazek kurd timî fîlmên çîrok çêkiriye û ev cara yekem e ku ez belgefîlmeke çê dikim. Lê ji bo min belgefîlm pir girîng e ji ber ku dikarim tiştên nû biceribînim. Ji bo belgefîlman pêdiviya min bi butceyeke mezin tuneye û bi mesrefek kêm dikarim wek fîlmsazêk tiştên di mêjîyê xwe de derxim holê. Û li piranîya cihên cîhanê jî zextek kêmtir û azadîyek zêdetir ji bo belgefîlman heye. Li vir min pir derhênerên ku li ser belgefîlman dixebitin nas kir û me fîlmên hevdû dît. Pir tişt hîn bûm û pir kêfxweş im ku li vir bûm û hêvî dikim ev festîval timî bimîne û roj bi roj serkeftîtir be.”
Fîlm li ser ciwanekî kolber e
Şehram Meslexî di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Di belgefîlmê de wekû derhênerekî tu tam nikarî peyama ku di serê te de ye rasterast bidî. Derhêner çiqasî ji peyama xwe dûr be baştir e, ji bo ku nabe mudaxeleya çîrokê bike. Û bihêle subje çawa hereket dike bila bike, loma me qet jê re negot çi bike an çi bêje û hwd, me her tişt da destê wî da ku fîlm xwezayî bimeşe û çi jê re diqewime bila biqewime. Subjeya fîlma min kurek e ku ji bo ku bikare werzişa xwe ya profesyonel bike, mecbûre kolberî bike. Loma pir hewl dide û di dawî de serkeftî dibe, yanî dikarim bêjim her kesek bo armancek têbikoşe di dawî de dikare mafê xwe werbigire.”
Kurtejiyana Serwa Aliveisy
Serwa Aliveisy li bajarê Sinê yê Kurdistanê hatiye dinyayê û di qada sînemageriyê de di beşên cuda de xebitî ye. Li zanîngehê avahîsazî xwendiye û li Akademiya Sînemayê ya Sekîz Mîlîmetreyê beşdarî dersan bûye. Rêwîtiya wê ya di qada sînemayê de di sala 2008an de dest pê kiriye. Serwa çêkera fîlman e û belgefîlman amade dike. Di sê kurtefîlman de lîstikvanî jî kiriye û weke supervîzera senaryoyê û alîkara yekemîn a derhêner xebitî ye.
Kurtejiyana Şehram Meslexî
Di sala 1986an de hatiye dinyayê. Ji ber ku şanogeriyê bala wî dikişand, dest bi perwerdehiyê kir. Di salên dibistana navîn de gelekî çalak bû; lê ji ber daxwaza xwe ya ji bo lîstikvaniyê, xwendina xwe domand û bi pileyeke baş mezûn bû. Piştî ku destûrnameya xwe ya televizyonê wergirt, di qada bernamesaziyê de dest bi xebatê kir. Li gel xebatên ku dikir, di qada sînemayê de bi awayekî profestyonel dest bi wergirtina perwerdehiyê kir û di qada derhêneriyê de jî lisansa bilind kuta kir.