• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

    Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

    Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

    Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

    Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

    Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Festîvala fîlman îro bi fîlmê ‘YîBOyê’ bi dawî bû: Zarokên kurdan asîmîle kirin

Amed / AW

29 ÎLON 2025 - 23:17
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn di roja çaremîn de jî bi fîlmên cûr bi cûr berdewam kir û di dawiya şeva çaran fîlmê “YÎBOyê” hate nîşandan. Derhênerên fîlmî Şukran Demîr û Ozgur Unal destnîşan kirin ku li “YÎBOyan” zarokên Kurdan hatin asîmîlekirin.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” tê lidarxistin. Festîvala ku îro di roja çaremîn de ye bi nîşandana fîlmên cûr bi cûr û lidarxistina panele berdewam kir. Festîvalê îro li eywana Çand Amedê bi panela “Di Sînemeya Belgefîlman de mînakên etîk ên nimandinên zayenda civakî” dest bi bernameya xwe ya kir.

Di nava rojê de li eywanên sînemayê yên Çand Amedê bi rêzê fîlmên “Fîlmeke Fedaî” ku derhêneriya wî Kalam Aljafarî dike, “Firîngî Îsot Depresyon” ku derhêneriya wê Aybuka Avci dike, “Rengê Kevir” ku derhêneriya wê Tûgba Yaşar dike, “Di navbera Nazikî û Tundiyê de” ku derhêneriya wê Şîrîn Bahar Demîrel dike, “36” ku derhêneriya wî Rêzan Mîr Ûgûrlû dike , “Aşkere Veşarî: Antolojiyeke (Xwe) Sansurê” ku derhêneriya wî Firat Yucel, Erhan Ors, Hakan Bozyûrt, Can Memîş, Sîbîl Çekmen, Nadîr Sonmez, Serra Akcan, Belît Sag dikin, “Wek Bayê Bê Ax” ku derhêneriya wî Borhan Ahmedî dike, “Kerboran” ku derhêneriya wê Berke Baş dike û “Sirgûn qet naqede” ku derhêneriya wê Bahar Bektaş dike hatin nîşandan.

Gelek fîlm hatin nîşandan

Li eywana Şanoya Bajêr a Amedê jî fîlmên “Ezda” ku derhêneriya wê Halîme Akturk dike, “Mala Min a Şîrîn Edene” ku derhêneriya wê Nagehan Ûskan kir, “Stêrka Li Ser Xetê” ku derhêneriya wê Bêrîvan Sarûhan dike û “Bîra Sûrê” ku derhêneriya wî Azad Altay kir hatin nîşandan.

Fîlmê “YÎBO”

Dawiya rojê jî fîlmê “YÎBO” ku derhêneriya wê Şukran Demîr û Ozgur Unal dikin hate nîşandan. Dibistanên Seretayî yên Herêmî yên Leylî (YÎBO) di sala 1962yan de bi awayekî fermî hatin damezrandin ku ji bo zarokên zarokên li herêmên çiyayî û belav ku nikarin xwe bigihînin perwerdehiyê, xwe bigihînin perwerdehiyê. YÎBO belgefîlmeke ku li ser şahidiyên xwendekarên di navbera salên 1962 û 2010an de li bajarên cuda li van dibistanan xwendine hatiye çêkirin. Ceribandinên ku di belgefîlmê de têne vegotin ku ji dîmenên arşîvî û dîmenên YÎBOyên terikandî pêk tê armanc dike ku bi aşkerekirina newekhevî, polîtîkayên asîmîlasyonê û dîsîplîna leşkerî ya ku zarok ê re rû bi rû dimînin beşdarî bîra kolektîf dibe.

‘Zarokên Kurdan li van dibistanan hatin asîmîlekirin’

Bi sedan kesan fîlm temaşekirin. Piştî nîşandana fîlm derhênerên fîlmî Şukran Demîr û Ozgur Unal axaftineke kurt kirin. Şukran Demîr, qala armanca avakirina YÎBOyan kir û wiha got: “Em dizanin ku li Kurdistanê zarokan Kurdan li van dibistanan hatin asîmîlekirin, polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê li ser van zarokan hatin meşandin. Mijareke girîng e.” Ozgur Unal jî qala pêvajoya avakirina YÎBOyan kir û diyar kir ku xwestin bi fîlmî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî gelê Kurd bidin nîşandan.

Piştî axaftinan beşdaran ji derhêneran çend pirs pirsîn û derhêneran jî bersivandin.

Etîket: 9emîn Festîvala Belgefîlma FîlmAmedêÇand Amedroja çaranYÎBO
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bernameya Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê diyar bû

Bernameya Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê diyar bû

20 NÎSAN 2026
Tara Mamedova dê li Amed û Êlihê 2 konseran li dar bixe

Tara Mamedova dê li Amed û Êlihê 2 konseran li dar bixe

10 NÎSAN 2026

Ehmed Huseynî bi helbestên wî oxir kirin: Wî rêyeke nû li ber helbesta Kurdî vekir

27 ADAR 2026
Ehmed Huseynî bû rêwiyê nemiriyê: Li pey wî mîrateyek qewî ma

Azad Zal: Em tev li merasîma Cenazeyê Ehmed Huseynî bibin

26 ADAR 2026
Merasîma cenazeyê Helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Çand Amedê bê lidarxistin 

Merasîma cenazeyê Helbestvan Ehmed Huseynî dê sibê li Çand Amedê bê lidarxistin 

26 ADAR 2026
Sersala nû dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were pîrozkirin

Sersala nû dê li Amedê bi rêzeçalakiyan were pîrozkirin

31 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (437)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne