Li Amedê du karkerên înşaetê ji qatê çaran ketin xwarê.
Li bajarê Amedê du karkerên înşatê ji qatên çaran ketin xwarê. Karkerên ku dema di înşaeta avahiyê de dixebitîn, ji qada çaremîn ketin. Li gorî çavkaniyên bûyerê diyar kirin ku yek jê giran du kes birîndar bûne.
Li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê du karkerên înşaatê dema di avahiyê de dixebitin, ketin xwarê. Piştî bûyerê ambulans hatin cihê bûyerê. Karkerê ku birîna wî sivik rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî. Karkerê birîna wî giran jî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.