Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey got ku Îranê du moşek avetine Qibrisê. Healey got ku moşekên Îranê yên avêtîn Bahreynê jî li nêzîk baregehek wan a 300 leşker lê dimînin, ketine.
BBC îro bi Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey re hevpeyvîneke çêkir. Healey di hevpeyvînê de diyar kir ku Îranê du moşek avêtine Qibrisê û dibe ku ev moşek ne ji bo Îngilistanê hatibin avêtin. Bi hezaran personelên leşkerî yên Brîtanî li Baregeha Serwerî yên Qraliyeta Yekbûyî yên Akrotirî û Dhekelia yên li Qibrisê bi cih bûne. Healey diyar kir ku 300 leşkerên Brîtanî roja Şemiyê li nêzîkî cihê êrîşa leşkerî ya Îranê ya li Behreynê bi cih bibûn û hin leşker tenê bi çend sed metreyan dûr bûne.













