Li Stenbolê û Îzmîrê gelek rojnameger di serdegirtinên malên xwe de hatin binçavkirin.
Rojnameger Zeynep Kuray, Bulent Kiliç, Hayrî Tunç, nûçegihanê AFPê Yasîn Akgul û nûçegihanê NOW TVyê Alî Onûr Tosûn, nivîskarê rojnameya BîrGunê Bariş Înce, nûçegihana Sendika.Orgê Zîşan Gur û nûçegihanê wêneyan Kurtuluş Ari di serdegirtinên malên xwe de li Stenbolê hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina rojnamegeran nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.