Duh bi şev li Êlih, Wan, Sêrt û Bismilê bi beşdariya hezaran kes agirê Newrozê hat geşkirin û li derdora agir govenda azadiyê hat gerandin.
Duh bi şev li gelek bajaran cejna Newroza “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Li taxa Petrolkentê ya Êlihê, li 28 tax û gundên Bimsilê, li navçeya Tuşba ya Wanê û li taxa Conbayir a Sêrtê agirê Newrozê hat geşkirin.
Êlih
Li Êlihê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê li Parka Şerzan Kurt a Petrolkenta Êlihê bi tevlibûna hezaran kes agirê Newrozê pêxistin û li derdora agir govend gerandin. Bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin berzkirin.
Bismil
Her gel li 28 tax û gundên navçeya Bismila Amedê jî agirê Newrozê pêxistin û li derdora agir govend gerandin.
Wan
Li navçeya Tuşba ya Wanê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) agirê Newrozê hat pêxistin û jinan bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê Newroz pîroz kir. Di dema pîrozkirina Newrozê de dîmenên rengîn jî derketin holê.

Sêrt
Her wiha duh rêveberên DBP, DEM Partiyê, TJA û gel li taxa Conkbayir a Sêrtê jî agirê Newrozê hil kir û Newroz hat pîrozkirin.