DYAyê destnîşan kir ku Komara Îranê zordariya li ser kêmarên etnîk û olî berdewam dike û di nav du meha Kanûnê de 54 Kurd girtin e. Di daxuyaniyê de bang li Îranê hate kirin ku rêzê ji mafên kêmaran re bigire.
Di malpera Fermî ya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniyê de li ser zordariya Îranê ku li dijî kêmarên etnîk û olî dimeşîne û wiha hate gotin: “Tenê di du hefteyên meha Kanûna 2025an de 54 Kurd hatin girtin. Ev jî tê wateya ku her ji du rojan carekê 7 Kurd tên girtin. DYA vê zilmê bi tundî şermezar dike û banga li Rejîma Îranê dike ku dest ji zordariya sîstematîk a li ser kêmaran berde.” Di daxuyaniyê de bang li rejîma Îranê hate kirin ku rêzê ji maf û rûmeta gel re bigire.













