DYAyê ragihand ku danûstandinên wê ligel Îranê dewam dikin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku bi Washingtonê re danûstandin nayên kirin
Tevî ku medyaya Îranê ragihand ku Tehranê plana Washingtonê ya bidawîkirina şer red dike, lê DYAyê ragihand ku danûstandinên wê li gel Îranê dewam dikin.
Sekretera Çapemeniyê ya Qesra Spî Carolyn Leavitt îro der barê mijarê de got: “Gotûbêj berdewam dikin û berhemdarin.” Carolyn Leavitt anî ziman ku di raporên medyayî yên têkildarî hûrguliyên plana Amerîkayê ya 15 xalî de hinek”hêmanên rastiyê” hene.
Îran: Bi DYAyê re danûstandin tune ne
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî daxuyand ku di navbera Îran û DYAyê de tu danûstandin tune ne.
Wezîr Ebas Eraqçî diyar kir ku peyamên ku bi navbeynkarên cûrbecûr têne şandin “nayên wateya danûstandinê” û anî ziman ku Tehran niyeta wê tune ku rasterast bi DYAyê re danûstandinan bike.
Ebas Eraqçî da zanîn ku rêveberiya welêt pêşniyarên aştiyê yên heyî dinirxîne û îdia kir ku DYA di şer li dijî Îranê de negihîştiye armanca xwe. Eraqçî destnîşan kir ku di nava van armancan de bendewariya serketinek leşkerî ya bilez û guhertina rejîmê hene.
Eraqçî rola DYAyê ya li herêmê rexne kir û diyar kir ku Washington tevî hebûna leşkerî jî nikare hevalbendên xwe yên li Rojhilata Navîn biparêze û bang li cîranên Îranê kir ku ji DYAyê dûr bikevin.













