Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û piştgiriya xwe nîşan da.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku Fermandarê Giştî yê HSDê di peywendiyeke telefonê ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de êrişa li dijî mala wî pêk hatiye bi tundî şermezar kir.
Mazlum Ebdî her wiha li ser hesabê xwe yê Xê jî daxuyaniyek da û wiha got: “Em êrişa li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî şermezar dikin û tekez dikin ku li beramberî gef û êrişan, em ê her tim li kêleka gel û rêveberiya Herêma Kurdistanê bin. Ewlekariya Başûrê Kurdistanê erka hemûyan e û aramiya wê aramiya tevahiya Kurdan û herêmê ye.”













