Cîgira Hevserokên DEM Partiyê Ebru Gunay di Komîteya Mafê Mirovan a Dinyayê ya Komîteya Karên Dervê ya Nûneran a Meclîsa Îtalyayê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî.
Cigira Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Berpirsyara Têkiliyên Derve Ebru Gunay tevlî civîna Komîteya Mafê Mirovan a Dinyayê ya Komîteya Karên Dervê ya Nûneran a Meclîsa Îtalyayê bû. Ebru Gunay di civînê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî. Ebru Gunay di axaftina xwe de bandora pêvajoyê li ser herêmê, perspektîfa DEM Partî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk kiribû û pêşveçûna pêvajoyê de hîn agahî û ragihandin kir.













