Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo lêkolînkirina sûcên rejîma Îranê daxwaz ji welatî û şahidan kir ku sûcên rejîma Îranê weke belge ji bo wan bişînin.
Rêxistinê destnîşan kir ku rejîma Îranê ji bo veşartina kiryarên xwe xetên înternetê yên li welat qut kirin û diyar kir ku pêwîstiya wan bi delîl û belgeyan weke dîmenên gule berdan, qalikê fîşekê, wêneyên birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane heye.
Hejmara agahî parvekirinê wiha ye: 00447961421578. Dikarin bi rêya Whatsapp, Telegram û Sîgnalê agahiyan bidin.
Rêxistinê diyar kir ku wê agahiyên her kesê belge û agahî bide wan biparêze.













