Amed – Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Hejmara 1emîn a Amedê Farûk Ercan têkildarî budçeya Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî diyar kir ku budçeya îsal jî dê ji sermayê re bê veqetandin û got: “Divê desthilat budçeyê ji bo gel, aştî û çareseriyê xerc bike.”
Li Lîjneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê hevdîtinên budçeya di sala 2026an dest pê dike. Alîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz di 16ê Cotmehê de têkildarî budçeyan daxuyanî da. Cevdet Yilmaz diyar kir ku di tevahiya budçeyê de ji sedî 15.3 ji perwerdê re hatiye veqetandin. Budçeya Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî trilyonek û 944 milyar e. Lê pereyên budçeyê jî ji sedî 83 dê ji bo meaşan were veqetandin. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistî (Egîtîm Sen) ya Hejmara 1emîn a Amedê Farûk Ercan derheqê budçeyê de axivî.
‘Em dixwazin civakek demokratîk were avakirin’
Farûk Ercan diyar kir ku desthilat wekî budçeya Wezareta Perwerhiyê ya Neteweyî zêde kiriye tevdigere lê rewş ne wisa ye û wiha axivî: “Di naveroka budçeyê de diyar e ku ji sedî 74 diçe meaşên xebatkaran, ji sedî 9 jî bac e. Bi giştî ji sedî 83ê diçe meaşên xebatkaran. Ji sedî 17 tenê dimîne, ew jî ji bo karên din gelek kêm e. Piştî erdheja di sala 2023yan de gelek dibistan hilweşiyan. Di budçeyê de pereyê avakirina dibistanan tune ye. Divê dibistan bên avakirin lê tu amadekariya wan tune ye. Ev budçe dîsa wekî heman budçeyên berê ye. Ji bo wê em ê wekî KESKê li 4 çar bajaran li dijî budçeyê mitîngan li dar bixin. Em ê di 22ê Mijdarê de li Semsûrê û li Edeneyê û di 29ê Mijdarê de jî li Îzmîr û Wanê em ê mitîngên xwe pêk bînin. Heta îro dihat gotin ‘şer heye, ji bo wê jî pere diçe şer’. Di pêvajoya îro de şer jî hatiye rawestandin. Em dixwazin civakek demokratîk were avakirin. Lê di budçeyê de dîsa ji bo şer pere hatiye veqetandin, ev nayê qebûlkirin. Ev budçe dîsa ji sermayê re diçe. Budçe ne ji bo gel ne jî ji bo perwerdehiyê hatiye veqetandin.”
‘Gelê Kurd dixwaze bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibîne’
Farûk Ercan desnîşan kir ku ev 40 sal in gelê Kurd ji bo mafê xwe di nava têkoşîne de ye û wiha got: “Gelê Kurd di serî de mafê zimanê xwe dixwaze. Lê desthilat li ser zimanê Kurdî polîtîkayên asimîlasyonê dimeşîne. Îro li Meclîsê her ziman tê qebûlkirin lê zimanê Kurdî nayê qebûlkirin. Li Meclîsê komîsyonek hatiye avakirin lê Dayikên Aştiyê nikarin li wir bi Kurdî biaxivin. Ev nakokî ye. Divê di qanûn de guhertin werin kirin û rêya çareseriyê were vekirin. Îro pêvajoyekî dest pê kiriye, hin daxwazen gelê Kurd hene. Gelê Kurd dixwaze bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibîne. Lê di vê budçeyê de ew jî tune ye. Heke aştî pêk were divê bêtir budçe ji bo perwerdehiyê bihata veqetandin. Lê budçeya herî zêde ji bo ‘ewlehiyê’ vediqetînin. Divê budçeya ‘ewlehiyê’ ji bo gel bê xerckirin. Gel di nava krîza aborî de ye. Xwendekar nikarin li dibistanê tiştekî bikirin. Divê desthilat budçeyê ji bo gel, aştî û çareseriyê xerc bike.”
			












