Komxebata ku Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê li Çand Amedê li dar dixe û dê du rojan berdewam bike, dest pê kir. Nûnerên Egîtîm Senê diyar kir ku dê qala perwerdeya bi zimanê dayikê bikin û gotin: “Bi vê xebatê em ê bala hemû aliyên civakê bikşînin ser perwerdeya zimanê dayikê.”
Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) yên Amedê bi serenavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Zimanzan, akademisyen, rewşenbîr di nav de gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li komxebatê bûn. Li ser navê Egîtîm Senê Farûk Ercan metna nivîskî xwend.
‘Em dixwazin rewşa perwerdeya bi zimanê dayikê şênber bikin’
Farûk Ercan, diyar kir ku sendîkaya wan bi salan e ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têdikoşe û wiha got: “Em wek mamosteyên vî welatî her roj perwerdeyê bê zimanê dayikê çi tîne serê zarokan dibînin. Bi vê neheqiyê re rû bi rû ne, hîs dikin û dijîn. Helbet em tenê bi hestan tev nagerin. Hem pedegojîk hem polîtîk nêzî vê meseleyê dibin. Bi vê hîşmendiyê em naxwazin tenê bilêvkirina xwesteka perwerdeyê bi ziwanê dayikê bisekinin. Bi vê komxebatê armanca me ev e ku ji gelek aliyan ve perwerdeya bi zimanê dayikê li gor rewşa îroyîn şênber bikin.”
‘Em dixwazin zimanê dayikê ji gelek aliyan ve binirxînin’
Farûk Ercan têkildarî komxebatê ev agahî dan: “Me havînê, beriya pêvajoya hevdîtinan biryara vê komxebatê dabû. Piştî meha cotmehê her çi qas biguman be jî hêvîyek li civakê ava bûye. Ev hêvî ji bo nîqaşên çareseriya pirsgireka perwerdeya bi zimanê dayikê re jî derfetin ava kirine. Di vê demê de em dixwazin bi kurahî û azadane van meseleyan bipeyivin. Em bawer in xebatên bi vî rengî rêya aştiyê hêsantir bikin û lihevhatina ev qas sazî û kesan ji bo avakirina civakeke demokratîk bibe gavek.
Ji gelek aliyan ve em dixwazin perwerdeya bi zimanê dayikê binirxînin. Ji aliyê hiqûqê ve li rewşê binêrin. Li gor rewşa Tirkiyê ji aliyê qanûnan ve derfet çi ne, kîjan yasa û qanûn pêşî li perwerdeya bi zimanê dayikê digirin, ji bo guherînê em dikarin çi pêşniyaz bikin? Em dixwazin ji aliyê pedegojîk û polîtîk ve vê meseleyê binirxînin. Perwerdeya yekzimanî li ser derûniya zarokan bandoreke çawa dike? Asîmîlasyon çi ye û rêbazên serderkirina pê re çi ne? Em dixwazin li cerebeyên Îrlandaya Bakûr, Îskoçya û Kanadayê, her wiha li herêma Baskê ya Îspanyayê binêrin. Gelo mafê zimên li ser aştiya civakî bandoreke çawa dike? Helbet em dixwazin projeksîyona xwe fireh bikin. Li ser rewşa lehçeyên Kurdî (kurmancî û zazakî) û zimanên herêmê bisekinin.”
Hemû sazî wê fikr û raman û pêşniyazan parve bikin
Farûk Ercan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Modelên cîhanê çi ne, em dikarin ji kîjan modelê sûd wergirin, kîjan modelê pêşniyaz bikin, perwerdeyeke bi çi hawî? Em dixwazin bikevin pey van pirsan û perspektîfa xwe ya perwerdeyê diyar bikin. Herî dawiyê em ê kursiya azad deynin. Di runiştina dawiyê de em dixwazin hûn, nûnerên saziyên bi vî karî têkildar, mamoste, partiyên siyasî, weşanxane, zimanzan… yanî hemû saziyên me li ser vê meseleyê fikr û ramanên xwe, pêşniyazên xwe bi komxebatê re parve bikin.”
Farûk Ercan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Egitim Sen weke kevneşopiyekê her tim ji bo zimanê Kurdî têkoşîyaye. Beriya darbeya 12ê Îlonê di bin banê TOB-DER’ê de dersên kurdî hatine dayîn. Ji damezirandina wê û vir ve li sendîkaya me Egitim Senê her tim ji bo fêrkirina kurdî kurs hatine dayîn. Beyî Egitim Senê û kevneşopiya wê bi sedan sazî weka Kurdî-Der û MED-DERê û kesan bi ferasetên xwe xwestine zimanê kurdî û zimanên welat li hember asîmîlasyonê biparêzin û pêş ve bibin. Em sipasiya hemû sazî, partî û kesan dikin ku ji bo fêrkirina ziman ked dane.
Mebesta komxebatê behskirina perwerdehiya bi zimanê dayikê ye
Lê îro mabesta vê komxebatê ne fêrkirina ziman e, îro em ê behsa perwerdeya bi zimanê dayikê bikin. Em hêvîdar in bi vê xebatê em ê bala hemû aliyên civakê bikşînin li ser perwerdeya bi zimanê dayikê û bikin yek ji rojevên raya giştî yên sereke. Armanca me ev e, em xwe bigihînin encamên baş. Em ê hewl bidin, em ê têbikoşin, dawiyê dê teqez bi serkevin.”
Komxebat bi axaftina parêzer Muslum Dalar, endamê OHDê parêzer Serhat Hezer û Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli berdewam dike.