Endamê Meclîsa Giştî yê PYDê Ehmed Xoce ku ew jî li dijî êrişên Tirkiyeyê li bendava Tişrînê tevlî çalakiya nobede bû, anî ziman ku li bendava Tişrînê destaneke dîrokî tê nivîsîn û got: “Berxwedana bendava Tişrînê wê pêşeroja tevahî Kurdistanê diyar bike. Ji bo wê jî divê em têkoşîna xwe xurt bikin.”
Tirkiye û hezên paramîlîter ên giredayî wê zêdetirî 2 meh in li bendava Tişrînê êrişên xwe didomînin. Li dijî êrişên Tirkiye û hezên paramîlîter ên giredayî wê li ser bendava Tişrînê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Yekîniyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîniyên Parastina Gel (YPG) parastinê dikin û pêşiya êrişan digrin. Li dijî êrişan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 8ê Çileyê de herikîn bendava Tişrînê û li wir dest bi nobedê kirin. Piştî welatiyên herêmê li bendava Tişrînê dest bi nobedê kirin Tirkiyeyê jî bi SÎHAan êrişî welatiyan kir. Di encama êrişên Tirkiyeyê de zarok, pîr û şanogerê Kurd Bavê Teyar jî di nav de 24 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 300 kesan jî birîndar bûn. Lê tevî êrişan jî welatiyên herêmê çalakiya xwe ya nobedê li ser bendava Tişrînê didomînin. Yek jî ji wan çalakvanên bendava Tişrînê Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce, êrişên Tirkiyeyê li ser herêmê û berxwedana gel a li ser bendava Tişrînê ji Ajansa Welat (AW) vegot.
Ehmed Xoce anî ziman ku Tirkiye bi êrişan dixwaze herême dagir bike û guherandina demografiyayê pêk bînê. Ehmed Xoce bi lêv kir ku Tirkiye dixwaze planên xwe yên misak-i milli li herêmê pêk bînê û ev tişt got: “Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî pêvajoyeke nû dest pê kir. Piştî ruxandina rejîma Baas bi piştgiriya dewletên navneteweyî HTŞê hikumeteke nû li Şamê ava kir. Piştî van geşedanan êrişên komên çete yên giredayî dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin destpêkir. Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku herêmê vala bike û guherandina demografiyê pêk bîne. Bi dagirkirina herêmê re dixwazê armancên xwe yên misak-î milli pêk bîne. Ji bo destkêftiyên herêmê tune bike bi salan e êrişên dewleta Tirk li ser herêmê bi SÎHA û ÎHAan berdewam dikir. Çawa ku beriya niha herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dagir bike piştî ruxandina rejîma Baas êrişên berfireh li dijî herêmê meşand. Dewleta Tirk li her alî vê ketiyê tengasiyê ji ber wê jî dixwazê destkêftiyên herême tune bike.”
‘Gel û şervan bi hev re parastina herême dikin’
Ehmed Xoce destnîşan kir ku gelê herêmê li dijî êrişan li ser bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye bi armanca bendava Tişrînê derbasî Kobanê bibe û dagir bike ew zêdetirî 2 mehin şerekî mezin li ser bendava Tişrînê heye. Lê li dijî êrişên Tirkiyeyê hezên YPJ, YPG û HSD berxwdaneke mezin nişan dan û nehiştin komên çetebendava Tişrînê derbas bibin. Ez bi xwe jî çûm bendava Tişrînê û tevlî çalakiyê bûm. Welatiyên herêmê jî ji bo parastina xaka xwe herikîn bendavê û tevî êrişên Tirkiyeyê jî meheke çalakiya nobede didomînin. Li wir destaneke dîrokî tê nivisîn. Yên ku bindikevin komên çete û dewleta Tirk e. Çiqas hewl didin jî tevî bi balafîr û SÎHAan êriş dikin jî nikarin bendavê derbas bibin. Gel û şervan bi hev re parastina herêmê dikin. Gelê me di wê baweriyê de ye ku têkoşîna wan wê hebûna wan mîsoger bike. Heke têkoşîna me çiqas xurt be di qada navneteweyî de jî piştgirî wê çêbibe. Gelek dewletên navneteweyî jî li dijî van êrişan helwesta xwe nişan dan. Ew helwest encama têkoşîna tê dayin e. Gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê edî gehiştiyê asteke bilind. Ji ber wê jî di qada navneteweyî de piştgirî çêdibe. Dewleta Tirk jî ji ber heza gelê kurd neçar ma ku bi Rêber Apo re dîaloge dîne. Niha hevdîtinên ku bi Rêber Apo re tên kirin jî encama têkoşîna tê dayin e. Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çavê me li daxuyaniya 15ê Sibatê ya Rêber Apo ye.”
‘Tu helwesteke zelal a hêzên garanor tune ye’
Di berdewama axaftina xwe de Ehmed Xoce balkişand ser bêdengiya hêzên garantor û ev tişt anîn ziman: “Hêzên garantor li gor berjewendiya xwe tevdigerin. Ew tenê li berjewendiyên xwe difikirin meriv nikare wan weke dost bi nav bike. Hêza garantor a li vir Amerîka heta niha gelek axaftin kirinê. Lê heke helwesteke rast hebûna bi rihetî dikarin êrişên dewleta Tirk ên SÎHA bidana sekinandin. Heke ezman bigirta wê nekarîna balafîrên şer û bi SÎHAan êriş bikin. Lê helbet ew jî ji bo berjewendiyên xwe destûr didin êrişan. Ew jî li pergala ku li vir hatiyê damezrandin aciz in. Ji bo herême li gor xwe dizayn bikin û muhtacî xwe bikin rê li ber êrişan vêdike. Balafirên şer li ser ezmanê welat bi rojanê êrişan dikin. Lê ji bo berjewendiya xwe rê vêdikin. Tu helwesteke zelal a hezên garanor tune ye. Tenê dibêjin em li dijî terora DAÎŞ in.”
‘Heke bendav biteqê… ‘
Ehmed Xoce diyar kir ku Tirkiye bi zanebûn bendava Tişrînê dike hedef û got: “Eger bendav biteqe, dê ji bo hemû welatiyên herêmê xetereyên jiyanî derdixîne.” Ehmed Xoce destnîşan kir ku Tirkiye bi êrişkirina bendavê re sucên şer dike û got: “Ne tenê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tevahî Suriye li bendava Tişrînê sûd digire. Ji aliyê ceyran û avê ve hemû herêm sûdê ji bendavê digire. Dewleta Tirk jî raste rast êrişî bendavê dike. Ew jî xetereyên mezin bi xwe re tînê. Ew xetere ne tenê ser gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Heke bendav biteqê zêdeyî milyonek welatiyên herêmê wê têkevin talukeyê. Gel wê li ber lehiyê bikeve. Ji aliyê din vê jî pirsgirêka av û ceyranê wê li herêmê derkeve hole. Li gor qanûnên navneteweyî jî êrişî bendavê yanî qada jiyanê ya mirovan kirin sûc e. Lê dewleta Tirk hemû qanûn binpêkirine. Divê dewletên navneteweyî li dijî van êrişan bêdeng neminin. Li dijî van êrişan derketin berpirsyariya hikumeta Şamê ye. Ji divê ew jî helwest nişan bidin. Pêvîstê dewletên navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabin û êrîşên Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê bidin sekinandin.”
‘Divê li dijî van êrişan em têkoşîna xwe xurt bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Ehmed Xoce anî ziman ku berxwedana li bendava Tişrînê wê pêşeroja hemû Kurdistanê diyar bike û ew bang kir: “Her çar aliyên Kurdistanê divê gel li dijî van êrişan derbikevin. Berxwedana ku li bendava Tişrînê tê dayin ne tenê gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê pêşeroja tevahî gelê Kurd ku çar aliyên Kurdistanê dijîn diyar bike. Gelê me jî di vê zanebûnê de ye. Gelê Kurd, dostên Kurdan û kesên demokrat divê li dijî van êrişan em têkoşîna xwe xurt bikin. Têkoşîna me wê destkêftiyên me biparêze. Banga me li rayagiştî ya navneteweyî jî ew ê ku li dijî êrişên Tirkiyeyê divê piştgiriya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bikin. Tirkiye piştgiriya terora weke DAIŞê dike. Heke destkêftiyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê têkbiçin, ji bo welatên Ewropa jî xetereya DAIŞ wê careke din derkevê hole. Ji ber wê jî berpirsyariya wan ê ku li dijî êrişan piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin. Di destê Rêveberiya Xweser de zêdeyî 10 hezar DAIŞî hene û li Kampa Holê nezî 50 hezar malbatên DAIŞê hene. Ew jî li dijî dewletên Ewropa û tevahî mirovahiyeyê xeterin.”