Hate ragihandin ku di encama êrişên Îsraîl û Amerîka ya li ser taxa Narmek ya Tehranê de Serokkomarê 6emîn yê rejîma Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad bi parêzvanên xwe ve hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ÎLNAyê, di encama êrişa esmanî ya li ser ser taxa Narmek ya paytext Tehranê Mehmûd Ehmedî Nejat hatiye kuştin.
Mehmûd Ehmedî Nejad, Serokkomarê 6emîn yê Rejîma Îranê bû. Sala 1956an li gundê Aradan ya ser bi bajarê Germsar ve hatiye dine. Nejat yekemîn parêzgarê Erdebîl û Serokê Şaredariya Tehranê bû sala 2003an heta 2005an.
Ehmedî Nejad sala 2013an li ser fermana Rêberê Olî yê rejîma Îranê bû Endamê Meclisa Destnîşankirina Berjewndiyên Erjîmê.
Nejad bi qasî 8 salan erka serokkomariya Îranê kiribû.













