Dayika Aştiyê Behiye Yalçin û Endama Komeleya Hunera Azad ya Îzmîrê Belkisa Suleymanolû banga tevlibûna Newroza Îzmîrê kirin û gotin: “Em bi reng û dengê xwe ve, bi hestên neteweyî qada Gundogduyê tije bikin.”
Newroza Îzmîrê dê sibê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” bê lidarxistin. Dayika Aştiyê Behiye Yalçin û Endama Komeleya Hunera Azad ya Îzmîrê Belkisa Suleymanolû banga tevlibûna Newroza Îzmîrê kirin
‘Em bi reng û dengê xwe ve Newrozê geş bikin’

Xebatkara Komeleya Hunera Azad ya Îzmîrê Belkisa Suleymanoglu ji bo Pîrozbahiyên Newroza Îzmîrê ya ku dê sibê li qada Gundogdu ya Îzmîrê were lidarxistin banga tevlibûnê kir û got: “Werin em bi hev re bi dengê û rengê xwe, bi awaz û tîlîliyên xwe Newrozê geş bikin, agirê Newroza Aştî û Yekîtîya Demokratîk û Netewî dadin.”
‘Em Newrozê ji bo azadiya Abdullah Ocalan piroz bikin’

Dayîka Aştiyê Behiye Yalçin jî bang li gelê Îzmîrê kir ku sibê qada Gundogdu ya Alsancakê bi hestên yekîtiyê tije bikin û wiha axivî: “Em dixwazin Newroza xwe ji bo aştî û wekhêviyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin.”








