• Nûçeyên Herî Dawî
‘Em ê bi hev re bikin sala azadiyê’   

‘Em ê bi hev re bikin sala azadiyê’  

8 SIBAT 2025 - 10:07
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

19 GULAN 2025 - 22:06
DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

19 GULAN 2025 - 18:20
Jinên Ewropa Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ragihand

Jinên Ewropa Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ragihand

19 GULAN 2025 - 17:17
Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

19 GULAN 2025 - 15:50
Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

19 GULAN 2025 - 15:31
Hevdîtina DEM Partiyê û DEVAyê bi dawî bû

Hevdîtina DEM Partiyê û DEVAyê bi dawî bû

19 GULAN 2025 - 13:52
Xelkê Amedê sibê wê ji bo zimanê Kurdî bimeşe

Xelkê Amedê sibê wê ji bo zimanê Kurdî bimeşe

19 GULAN 2025 - 13:12
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan civiyan

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan civiyan

19 GULAN 2025 - 11:43
Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

19 GULAN 2025 - 09:33
Jina bi rêxistinkirî mîsogeriya Civaka Demokratîk e

Jina bi rêxistinkirî mîsogeriya Civaka Demokratîk e

19 GULAN 2025 - 09:13
‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

19 GULAN 2025 - 08:41
Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

19 GULAN 2025 - 08:24
‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

19 GULAN 2025 - 08:12
Dr. Fedakar: Tevî polîtîkaya asîmîlasyonê jî divê em Kurdî biparêzin

Dr. Fedakar: Tevî polîtîkaya asîmîlasyonê jî divê em Kurdî biparêzin

19 GULAN 2025 - 08:07
ROJEVA 13ê GULANA 2025an

ROJEVA 19ê GULANA 2025an

19 GULAN 2025 - 08:00
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

    Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

    Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

    Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

    Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

    Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

    Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

    Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

    ‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

    ‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

    Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

    Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

    Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

    Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

    Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

    Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

    Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

    ‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

    ‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê bi hev re bikin sala azadiyê’  

Navenda Nûçeyan /AW

8 SIBAT 2025 - 10:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
ANF Images

ANF Images

26 kesên ku di 21ê çile de ji bo 26 rojan û 26 bajaran dest pê kiribûn, meşa xwe di roja 19an de didomînin. Hevskeroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, li ser armanca  meş û mîtînga 15ê Sibatê ku li Strasburgê pêk bê got; “Hîn şert û mercen Rêber Apo pêk nehatine. Em ê bi hevre îsal bikin sala azadiya Rêber Apo.”

Gelê kurd 26 salin 15ê Sibatê wekî roja reş û komploya navneteweyî şermezar dike. Gelê kurd 26 sal in li dijî komployê li kolanan çalakiyan li dar dixin. Gelê kurd bi têkoşîna xwe ya li kolanan komploya navneteweyî pûç kir. Li aliyê din ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li kolanan çalakiyên cur be cur li dar dixin û dimeşin.  Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 26 salin li Girava Îmraliyê di hucreyekê de tê tecrîdkirin.  Li gel vê tecrîda giran, di hucreyê de 26 salin bi awayekî bêhempa têkoşînek dîrokî dide.  Komploya navneteweyî bi têkoşîna gelê kurd û Abdulllah Ocalan li Îmraliyê hat pûçkirin.  Abdullah Ocalan 26 sal in li ber xwe dide.

Ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dostên kurdan di 10ê Cotmeha 2023an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin. Pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 2 sal in bi çalakiyên cuda berdewam dike. Kurd û dostên kurdan li welatên cuda yên Ewropayê mîna Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst wê bi daxwaza ‘Azadî ji Rêber Apo re’ berê xwe bidin Stasbûrê û beşdarî mîtîngê bibin.

Îsal jî di çarçoveya pêngavê de 26 nûnerên kurdan di 21ê çile de li Fransayê dest bi meşa 26 rojan û 26 bajaran kirin. Li aliyê din ciwan kurd û enternasyonalîst jî dê ji bo meşê di 9’ê Sibatê de li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê li hev kom bibin û meşa dirêj wê di 15’ê Sibatê de li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

Hevskeroka KCDK-E Zubeyde Zumrut, li ser armanca  meş û mîtînga 15ê Sibatê ku li Strasburgê pêk bê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

‘Em xwediyê paradîgmayê ne’

Zubeyde Zumrut, anî ziman ku ew ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 10ê cotmeha 2023an de pêngava azadiyê dabû destpêkirin û got: “Hamleya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re statu’ ket sala duyemîn.  Me diyar kiribû ku heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di vê çarçoveyê de gelek planên girîng hatin kirin. Gelek çalakî hatin lidarxistin.  Bi dostan re gelek çalakiyên bi heybet hatin lidarxistin. Em li her derê dibêjin, ev hamle bi pêşengiya dostên kurdan pêk hat. Dostên kurdan, bi kurdan re ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Niha ji mere dibêjin ‘Êdî nebêjin dost. Em jî xwediyê vê paradîgmayê ne.’ Dibêjin xwediyê vê paradîgmayê jî pêwist e azad bibe.”

‘Divê em betir dengê xwe bilind bikin’

Zubeyde Zumrut, da zanîn ku niha li pêşiya wan 15ê Sibatê heye û wiha axivî: “Me plansaziya meşa dirêj kiribû. Vê meşa dirêj di 21ê çile de li Parîsê dest pê kir. Ev meş li gorî 26 roj, 26 kes û li 26 bajaran hatiye plankirin. Sala par jî meşek wisa li Parîsê dest pê kir. Bi 25 kesan û 25 rojan dest pêkir.  Ev meş ji bo azadiya Rêber Apo tê lidarxistin.  Ev meş ne tenê meseleya meşa 26 kesan e. Ji bo mafê heviyê bê dayîn Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) li gorî zagonên xwe biryar dabû. Ji bo ev biryar pêk bê, divê em li Ewropayê bêtir dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî kesên ku li Girava Îmraliyê tecrîdê kûr dike bêtir dengê xwe bilind bikin. Muxatabê kesên tecrîdê kurd dikin li Ewropayê ne. Ji ber vê yekê divê em li Ewropayê bêtir dengê xwe bilind bikin. Ev meş li ser esasê pêşxistina dîplomasiyê û brokrasiyê hatiye lidarxistin.”

Zubeyde Zumrut, bal kişand ser meşê û wiha berdewam kir: “Piyekî vê meşê milê civakê ye. Bi gelê kurd û gelên din re civîn û hevadîtin têne kirin. Di van hevdîtinan de hem pêvajoya komployê tê niqaşkirin, hem jî pêvajoya em têre derbas dibin bi gel re tê parvekirin. Mêvan jî tev li van civînan û hevdîtinan dibin. Ez jî çend caran tev li van civînan bûm. Meşvan di meşê de li bajar û bajarokan re welatiyan re, bi çapemeniyê re û bi saziyên civakî û demokratîk re, li dêran bi oldaran re û bi kesên cûr be cûr re hevdîtinan dike.  Di van hevdîtinan de nêzîkatiyek germ û baş heye. Me bi gelek parlamenterên Ewropayê re jî hevdîtin kirin. Pirsgirêka kurd ji nêzîk ve dişopînin. Vê rewşa em têde li ser du esasa bala gelê Ewropa û siyasetmedtarên ewropa dikişîne. Yek jê çima Tirkiye di tecrîdê de israr dike û mafê heviyê naparêze. Mijara din jî statuya Rojava di rojeva civaka Ewropayê de ye. Rojava ji bo gelê Ewropayê û hem jî ji bo saziyên sivîl,  şaredariyan û parlamenteran muhîm e. Rewşa Rojava di rojeva wan de ye.”

‘Divê Fransa ji bo azadiyê rola xwe bilîze’

Zubeyde Zumrut, da zanîn ku wan daxwazên xwe di dosyayekê de amade kiriye û wiha pêde çû: “Dema em diçin serdana van sazî û nûneran, em van dosyayên ku me daxwqazên xwe têde nivîsandiye pêşkêşî wan dikin. Em naveroka van dosyayan bi devkî jî bi saziyan re parve dikin. Em daxwaz û heviyên xwe bi wan re parve dikin. Em diyar dikin ku rola Fransayê di çareseriyê de girîng e. Ji ber vê yekê em dixwazin Firansa di aliyê çareseriyê de dîsa rola xwe bilîze.  Ji bo statuya gelê kurd bê qebûlkirin û Rêber Apo azad bibe, divê Fransa rola xwe rast bilîze. Em ji parlamenterên ewropayê dixwazin ku pirsnameyan bidin meclisê û van êrîşan têxin rojeva xwe. Em   te dizanin ku pirsgirêka Rojhilata Navîn bêyî naskirina vîna kurdan nayê çareserkirin. Rojava jî mînaka çareseiryê ye. Li ser vî esasî, meşa Strasbûrê berdewam dike.”

Bi salan ciwan li Ewropayê dimeşin

Zubeyde Zumrut, bal kişand ser têkoşîna ciwanan a li Ewropayê jî û wiha got: “Ciwan bi salan e wekî kevneşopişekê li Ewropayê li dijî 15ê Sibatê û rojên girîng meşên girseyî li dardixin. Îsal dîsa ciwanên kurd û ciwanên enternasyonalîst dê di 9ê Sibatê de kom bibin û tev li meşê bibin. Dê li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê kom bibin. Wê di 10ê sibatê de jî berê xwe bidin Strasburgê û dest bi meşê bikin.  Milê ciwanên enternasyonalîst û milê meşa dirêj dê di 14ê Sibatê de li Strasbûrgê bigêjin hev.”

Ev meş meşa azadiyê ye

Zubeyde Zumrut, li ser plansaziya giştî jî rawestiya û ev agahî parve kirin: “Ji xeynî van meşan plansaziya giştî heye. 15ê Sibatê îsal ji bo me dîrokî ye. Me ji bo meş û mîtînga 15ê Sibatê ya Strasbûrgê plansaziyên giştî kirine. Wê bajarên li Ewropayê tev beşdarî vê meşê bibin. Em dibêjin ev meş lazim e ji meşa 17ê Cotmehê û 16ê mijdarê xurttir û girseyîtir be. Ji ber wateya dîrokî ya 15ê Sibatê bêtir e. Ji ber ku li aliyekî bi Rêber Apo re hevdîtin heye. Malbatê hevdîtina yekem pêk anî. Du caran jî heyet çûn. Lê ev hevdîtin têr nake. Ji ber ku tecrîd didome.  Wekî gelê kurd em her roj ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin û têdikoşin. Gelê kurd ji bo statuya xwe û nasnameya xwe, her wiha ji bo statuya Rojava di rêyan de ye. Ev meş meşa azadiyêye.”

‘Tecrîd didome’

Zubeyde Zumrut, da zanîn ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hêj di şert û mercê tecrîdê de dijî û wiha wiha pêde çû: “Hîn şert û mercên Rêber Apo çareser nebûne. Raste ev hevdîtin dîrokî ne. Lê ev hevrîtin ji bo çareseriyê têr nake.  Me wekî kurd û dostên kurdan ji van hevditinan gelek kelecan û moral girt. Me silav girt. Lê hîn tecrîd didome. Heta ku dîwarê Îmraliyê neyê hilweşandin û Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad nebe, ev tecrîd e.”

Zubeyde Zumrut, li ser şert û mercan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Divê şert û merc bên avakirin. Êdî tecrube û cerebeyên kurdan heye. Di bangên Rêber Apo de jî her tişt zelal e. Di sala 2013an de dîsa bang kir. Wê demê pêvajo bi yek alî hat meşandin. Aliyek di tecrîd û şertê giran de bû, aliyê din jî xwedî hemû derfet bû û azad bû. Pêvajoya çareseriyê di bin tecrîdê de pêk nayê. Divê şert û mercên herdu aliyan bi her awayî wek hev bin. Eger sazî, heyet û dewlet dê biçin bi Rêber Apo re hevdîtinan bikin cihê Rêber Apo Girava Îmraliyê nîne.  Divê şert û merc li gorî ku Rêber Apo karibe berfireh hevdîtinan bike şert bêne avakirin. Divê Rêber Apo karibe bi nûnerên civakê, rêxistinên sivîl, nûnerên jin û ciwanan re karibe hevdîtinan bike û fikrên wan bistîne. Divê Rêber Apo azad vê pêvajoyê bimeşîne.”

Zubeyde Zumrut, bilêv kir ku gava  duyemîn jî divê Dewleta Tirk mafê heviyê pêk bîne û wiha lê zêde kir: “Ev maf hatiye dayîn. Ji ber vê yekê divê di aliyê hiqûq û zagonan de Tirkiye gavan bavêje. Eger dewleta tirk xwedî projeya aştî û çareseriyê be divê gavan bavêje. Eger ji bo pirsgirêka kurd li çareseriya demokratîk digere, divê bi lez û bez komîsyona çareseriyê ava bike û hemû pêkhateyên civakê di nava vê komîsyonê de cih bigire. Divê di aliyê zagon, hiqûq û siyasî de bingehek bê avakirin. Divê hemû bar û hemû karê çareseriyê li ser pişta Rêber Apo re neyê hiştin. Em di asta ewropayê di nava hewldanekê dene. Ev hewldan ji bo em destê Rêber Aİpo xurt bikin û di aliyê fizikî de şert û mercên Rêber Apo baş bikin pêk tê. Ji bo vê yekê bêtir têkoşîn divê. Eger îro 3 caran hevditin bi Rêber Apo re hatibe kirin û dest dirêjî kurdan dikin, ev bi xêra têkoşînê ye. Têkoşîna gelê kurd û Rêber Apo rojevek ava kir. Ev têkoşîn ket rojeva gelê cîhanê.  Rêber Apo û pirsgirêka kurd îro di asta cîhanê de di rojevê de ye.  Ji bo çareseriyê divê hikûmeta AKP-MHPê jî di vê astê de ji bo çareseriyê gavên şênber bavêje.”

‘Dê peyamên girîng bidin’

Zubeyde Zumrut, li ser mîtînga Strasbûrg jî rawestiya û got: “Strasbûrg ji bo ewropayê girîng e. Ji ber ku CPT û Konseya Ewropa li Strasburgê ye gelek girîng e. Hemû saziyên ewropayê li wir in. Ji ber vê yekê peyamên ji wir bilind bibin girîn in. Em ê di wê pîtîngê de peyamekê bidin ewropayê û yekê jî bidin Tirkiyeyê. Dostên kurdan, parlamenterên Ewropayê û gelek dost dê beşdar bibin.

Peyamên ku bê dayîn; yek dê li ser pêvajoyê axaftin bên kirin. Peyama herî girîng tevlêbûna gel û girseyê ye. Gel çiqas xurt û bi girseyî beşdar bibe dê ew qas peyamek xurt bide. Dewletên ewropayê girseyê esas digirin. Ji ber vêyekê em ji bo beşdarbûnê zêde li ser hûr dibin. Gelê kurd 40-50 salin ji bo mafê xwe li ser piyan e û têdikoşe. Li ewropa her roj çalakî heye. Roja çalakî tune be tune ye. Niha ji bo mîtîngê em kar û xebatên xwe dikin. Di aliyê teknîkê û wesayitan de amadekariyên me hene. Dê dîsa gelek kes derfetên xwe têxin meriyetê. Amadekarî bi piranî hatiye kirin. Her res li heviya vê rojê ye. Her kes li benda vê roja mîtîngê ye. Mîtînga 15ê sibatê ji bo her kesî dîrokî ye. Jibo rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye. Kurd vê rojê wekî roja reş pênase dikin. Lê di sala 26an dê gelê kurd bikin roja xweş.  Dema me îsal ev xebat da meşandin, me got kesên dixwazin di nava ronahî û azadiyê de bijîn, divê em bi hevre vê rojê bikin roja azadiya Rêber Apo. Em ê vê rojê bi beşdariya xwe ronî bikin. Em ê îsal nokteya dawî dînin. Ji ber ku divê êdî azadî neyê taloqkirin.  Azadî ji bo gelê kurd wekî xwarinê bi lez û bez lazim e.  Em ê 15ê Sibatê bikin azadiya Rêber Apo.  Azadiya gelê kurd û naskirina statuya Rojava û çareseriya pirsgirêka kurd.”

‘Divê her kes rola xwe bilîze’

Zubeyde Zumrut jî herî dawî bang kir û got: “Rêber Apo dîsa berpirsiyarî daye ser milê xwe. Lê divê êdî ji bo çareseriya demokratîk her kes rola xwe bilîze. Divê êdî her kes rola xwe bilîzin. Di aliyê rêxistinkirin, beşdarkirina mîtîngê û her alî de rola xwe bilîzin. Em ê di 15ê sibatê de vîna xwe diyar bikin. Kurd her dem ji bo aştiyê dest dirêj kirine. Rêber Apo ji 1988an, 1993an û heta niha her dem ji bo çareseriyê ket nava hewldanan. Ev cîhan û alem dizane. Divê her kes dora xwe bi rêxistin bikin û bikijin qada Strasbûrg e. Ev beyana vîna azadiyê ye. Em bibêjin çawa Rêber Apo amade ye, em jî amade bin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

19 GULAN 2025
DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

19 GULAN 2025
Jinên Ewropa Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ragihand

Jinên Ewropa Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ragihand

19 GULAN 2025
Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

19 GULAN 2025
Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

19 GULAN 2025
Hevdîtina DEM Partiyê û DEVAyê bi dawî bû

Hevdîtina DEM Partiyê û DEVAyê bi dawî bû

19 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (370)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne