Stenbol – Nûçegihana ETHAyê Zuleyha Muldur a di operasyona 3yê Sibatê de hatibû binçavkirin û paşê hate berdan diyar kir ku ji ber ku ew hevalên bindest û şoreşgeran in êriş li dijî wan tên kirin û got: “Êriş li dijî bindestan, kedkar, jin û şoreşgeran pêk hatiye. Lê em ê heta dawiyê li dijî êrişan li ber xwe bidin.”
Di 3yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn, Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona siyasî pêk hatibû. Polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 95 kes binçav kiribûn. Hevserokê ESPê Murat Çepnî, 5 xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip, Zuleyha Muldur, Muslum Koyuncu, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt jî di nav de 96 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên binçavkirinên hevserok Murat Çepnî û rojnameger Pinar Gayip, Muslum Koyuncu, Nadiye Gurbuz û Elîf Bayburt jî nav de 77 kes hatibûn girtin.
Nûçegihana ETHAyê Zuleyha Muldur a ku piştî karûbarên binçavkirinê hate berdan têkildarî operasyonê ji ajansa me re axivî.
‘Em xeta rûmetê diparêzin’
Zuleyha Muldur diyar kir ku destilatê di 3yê Sibatê êrişek li dijî wan pêk aniye û got: “Di êrişê de derî û amûrên me yên teknikî hatin şikandin. Ji me re dibêjin hûn stran, çîrokên xwe nebêjin, nûçeyên xwe çênakin. Îro dewleta Tirk ji me re dibêje heke hûn mafê Kurdan bixwazin em ê we binçav bikin. Em rastiyê radigihînin dewlet bi vê operasyonê êrişî rastiyê jî kir û dixwaze dengê me qut bike. Hevalên me Muslum, Elîf, Pinar û Nadiye yên rojnameger ji bona wê hatin girtin. Dewleta Tirk dibêje ‘heta ku hûn li ser xeta şoreşgeriyê bin ez jî destûr nadim we’. Lê em jî dibêjin ‘ev xet rûmeta me ye û heta dawiyê em ê li cem bindestan, karker û jinan bin’. Jixwe hevalê me Muslum Koyuncu li pêşiya deriyê mehkemeyê jî got ‘heta ku dengê me heye em ê bibêjin bijî berxwedana Rojava’.”
‘Dewlet dixwaze kes dengê xwe dernexe’
Zuleyha Muldur anî ziman ku ev operasyon li dijî xeta şoreşgerî pêk hatiye û wiha got: “Ji ber ku ESP, Rojava diparêze û li pişt şoreşa Rojava ya jinan e ev operasyon pêk hat. Lê em dizanin ku dewlet ji xeta sosyalîzmê û şoreşgeran ditirse. Dewlet dixwaze tu kes daxwaza mafên gelê Kurd neke. Dewlet êrişî dostên gelê Kurd dike. Dewlet bi van êrişan dixwaze tu kes dengê xwe dernexe.”
‘Em ê li ber xwe bidin’
Zuleyha Muldur destnîşan kir ku ev êriş di heman demê de li dijî jinan pêk hatiye û wiha got: “Polîsên ku avêtibûn ser saziya jinan a bi navê ‘Kaktusê’ û li ser diwarê wê nivîsandibûn ku ‘em hatin lê hûn ne li vir in’. Ev jî diyar dike ku ev êriş li dijî jinan pêk hatiye. Çawa ku DAIŞ û HTŞ keziyê jinan jê dikin, dewleta Tirk jî bi van êrişan dibêje ‘ez jî nahêlim jin mafên xwe biparêzin’. Dewlet xwe jî nas dike me jî nas dike. Ji bo wê êrişî gelê Kurd, kedkar, jin û şoreşgeran dike. Lê em jî dibêjin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”













