Amed – Rojnameger Mehmet Alî Ertaş û Rêveberê Komeleya 78an Xidir Karataş têkildarî bîranîna rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol de axivîn û gotin: “Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin. Ew hem rojnamegerek enternasyonal bû û hem jî Kurdistanî bû.”
Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol piştî tedawiya 77 rojan a li nexweşxaneyek Enqereyê şeva sersalê jiyana xwe ji dest da. Huseyîn Aykol yek ji wan rojnamegeran bû ku li ser çanda Çapemeniya Azad bi sedan rojnamegeran gihandê û perwerde kir. Rojnameger Mehmet Alî Ertaş û rêveberê Komeleya 78an a Amedê Xidir Karataş derbarê bîranîna rojnameger Huseyîn Aykol de axivîn.
‘Her tim dengê heqîqetê bû’
Mehmet Alî Ertaş derbarê rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol de axivî û got: “Hevalê me Huseyîn Aykol 36 salên xwe da Çapemeniya Azad. Ew kesekî enternasyonal bû û di Çapemeniya Azad de cih girt. Ew kesekî ne Kurd bû, lê nasnameya wî ya entrenasyonalîst tiştekî pîroz e. Her tim bû dengê heqîqetê. Di salên 90î de êrişên li ser gelê Kurd pir dijwar bûn. Gund dihatin valakirin û şewitandin û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn. Wê demê jî di Çapemeniya Azad de cih girt û barekî giran da ser milê xwe.” Mehmet Alî Ertaş diyar kir ku Huseyîn Aykol bi tecrûbe û bi dewlemendiya fikrên xwe piştgiriya çapemeniya Kurd kir û hêz dayê û wiha got: “Ked û têkoşîna hevalê Huseyîn Aykol di Çapemeniya Azad de gelek e. Gelek rojname hatin girtin û vekirin. Di hemû rojnameyan de cih girt. Ji Ozgur Ulke, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Yenîden Gundem, Yedîncî Gundem, Demokrasî û herî dawî jî Ozgur Gundem û Yenî Yaşamê di hemû rojnameyan de cih girt. Ji destpêka salên 90î heta niha her tim rêyeke dûr dirêj ligel gelê Kurd meşiya û bû dengê heqîqetê. Ji bo vê jî nirxekî pîroz û giranbûha ye. Her tim jî bû mamosteyê Çapemeniya Azad.”

‘Em ê li ser rêya wî pênûsa wî li erdê nehêlin’
Mehmet Alî Ertaş diyar kir ku Huseyîn Aykol dem bi dem ji Enqereyê dihat Amedê û tev li atolyeyên rojnamegeriyê dibû, rojnamegeran perwerde dikir û dersên rojnamegeriyê dida û ev yek anî ziman: “Şahidiya xwe ya Çapemeniya Azad bi me re parve dikir. Ji ber vê yekê ew ji bo me gelek bi qîmet bû. Dema ku em diçûn Stenbolê jî tevli civînên manşetan dibû. Her tim dikaribû manşetan diyar bikira, ji ber ku lêhûrbûna wî zêde bû. Ya din jî em mamoste Huseyîn bi nameyên ji girtîgehan dihatin nas dikin. Ji bo hemû hevalên me yên rojnameger nameyan dişand. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin dengê girtîgehan bû. Çapemeniya Azad hafizayekê winda kir. Em nikarin bêjin me wî winda kiriye, ji ber ku tecrûbeyên wî dê her tim bi me re zindî bimînin. Em ê bi li ser rêya wî pênûsa wî li erdê nehêlin.”
‘Hem rojnamegerek enternasyonalîst bû û hem jî Kurdistanî bû’
Rêveberê Komeleya 78an Xidir Karataş jî ku tev li şîna Huseyîn Aykol a li Amedê bû da zanîn ku ew ji nêz ve xwînerê Huseyîn Aykol bû û wiha got: “Hevalê Huseyîn Aykol rojnamegerekî gelek hêja bû. Dema ku di Gundemê de bû êrişê wî kirin, li wir berwxedaneke mezin kir. Her wiha şagirtê Apê Mûsa jî tê hesibandin. Hevalekî enternasyonalîst û dostê Kurdan û bindestan bû. Di gelek aliyan de dibû dengê kesên ku neheqî li wan dihat kirin. Derdû kulên civakê bi raya giştî re parve dikir. Gelek caran bi hevalên ku di zindanan de tundî li wan dihate kirin, bi rêyan nameyan xwe digihandin hevalê Huseyîn. Her tim tundiya ku li wan dihat kirin bi raya giştî re parve dikir. Hem rojnamegerekî enternasyonalîst bû û hem jî Kurdistanî bû. Wefata wî bandoreke mezin li ser me û li ser gelê Kurd kir. Em hêvî dikin ku ev valahî hevalên me yên rojnameger tijî bikin.”














