Amed – KESK û DTOyê li navenda ÇandAmedê panela bi navê “Ji bo tenduristiya civakê Aştî” li dar xistin. Hevserokê EMOyê Ufuk Bulut anî ziman ku bi salan e ku li erdnîgariya wan şer didome û got: “Gund hatin şewitadin û mirov koçber bûne.”
Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemariyê (KESK), Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) li Navenda Çand Amedê panela bi navê “Ji bo tenduristiya civakî Aştî” li dar xistin. Di panelê de Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hulya Alokmen pêşkêşî kir. Pisporê Tenduristiya Giştî Mehmet Zencir, Koordînatora Navenda Lêkolînên Meydanê ya SAMERê Yuksel Genç, Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar di panelê de axivîn. Endamên Meclîsê yên DEM Partiyê, Hevseroka SESê Yıldız Ok Orak û gelek endamên saziyên tendirustiyê û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn. Di panelê hate diyarkirin ku ji bêyî demokratîkkirina Civakê, Tenduristî nayê demokratîkkirin û teqezî li ser pêwîstiya avakirina civakek demokratîk kirin.
Rêvebera Koodînasyona SAMERê Yuksel Genç, di panelê de mijara “Ji bo tendirustiya civaka aştiyê” pêşkêş kir û got: “Di pêvajoya ku sala 1993an de hatibû destpêkirin de wê demê jî dewletê li gorî polîtîkayên xwe şer dan destpêkirin. Pêvajoya ku 1999an û ya 2004an hatibû destpêkirin wê demê gelek bûyerên neyinî pêk hatin. Serdema pêvajoya 1999an serdemeke gelek zehmet bû û biryarên gelek stratejîk di wê serdemê hatin dayîn. Di heman demê de wê demê jî birêz Ocalan, paradîgmayeke nû dabû destpêkirin. Wê demê jî gelek gerîlayên PKK ji bo aştiyê hatibûn Tirkieyeyê. Ew gerîla ji bo niyete baş hetibûn ku aştiyeke mayînde pêk bînin. Hin ji wan gerîlayan jî dîl hatin girtin. Ev pêvajo heta sala 2004an berdewam kir. Armanca dewletê ew bû ku hestên bêbextewariyê bidin avakirin. Em dikarin bêjin wê demê jî PKKê xwe fasih kir. Lê ji aliyê bîrdozî û leşkeri ve jî ew qas jî xwe xurt kiribû. Piştî ku pêvajo hate xerabkirin dîsa jî amûrên şerên taybet ketin dewreyê. Di heman demê de ew kiryarên ku hatine jiyîn, ji dîroka me ya kevnar heta îro ev tişt didomin. Yanî hemû ji hev ne dûrin û şibandina hemûyan jî yeke.”
‘Şer û nêzîkatiyên dewletê ji berê xedartir dibin’
Yuksel Genç bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Pêvajoya ku di 2013an de hatibû destpêkirin, wê jî weke du sê salan berdewam kir. Zêde li ber xwe neda. Ji ber ku dewletê pêdiviyê pê nedît ew jî xera kir. Ji ber ku aştî civakî nebû, di nêvî de hiştin. Di nava civakê de gelek kes dibêjin dewlet gavan navêje. Divê gavên bê avêtin ne yek alî bin.”
Piştre jî Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar jî bi sernavê li “Pêvajoyên Rojhilata Navîn” dest bi axaftina xwe kir û got: “Hevdîtinên me yên Osloyê çima serkeftî derbas nebûn? Hewceye em ji van tiştan ders derxin. Ji ber ku feyda xwe heye. Ev jî dide nişandan ku ev pêvajo li gora xwe pêvajoyeke mezin e. Ji ber ku di vê pêvajoyê sê aktorên mezin hene. Abdullah Ocalan ku nebe nabe jixwe. Dewlet Bahçelî jixwe qet nediket serê mirov ku dest bi pêvajoyek wisa bike. Yê sêyemîn jî xwediyê pergala yekperest Tayîp Erdogan e. Van her sê navan pêvajoyek dane avakirin.”
‘Hê jî baweriya gel ne xurt e’
Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) Veysî Ulgen jî di panelê de axivî û got: “Armanca vê komxebatê Aşti û tenduristiya gel e. Tenduristiya gel û aştî çawa bi hev re bê kirin. Cemaweriya tenduristî çawa dikare beşdarî vê aştiyê bibe. Nirxandin û şîrove kirin girîng e. Kesên beşdarî komxebatê dibin dinirxînin. Pêvajoyek heye. Dibe ku çek hatibin şewitandin. Lê gel hê jî tam beşdar nebûye. Hê jî baweriya gel ne xurt e. Ji bo gel bi tendurist nêzîkî pêvajoyê bibin em wan dinirxînin.”
‘Divê em lêhûrbûna xwe xurt bikin’
Hevserokê Odeya Endezyarên Elektirîkê ya Amedê (EMO) Ufuk Bulut jî beşdarî panelê bû wiha got: “Di van atolyeyan de heta ku civaka me bigihêje tenduristiya em ê xebatên xwe bidomin. Lewre pêdivî jî bi meşandina van xebatan heye. Bi salan e ku li erdnîgariya me şer didome. Gund hatin şewitadin û mirov koçber bûne. Bi van buyeran re xizanî jî zêde bû. Gelek hemwelatiyên me tenduristiya wan jî xerabû ye. Ji bo avakirina welatekî nû pêdivî gelek bi van komxebatan heye. Divê di van xebatan de em li ser atolyeyan lêhûrbûnên xwe xurt bikin. Ji bo jiyaneke tendurist divê em dewama van tiştan pêk bînin û bi wisa bijîn.
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. Piştî panelê atolyeyên bi sernavên “Di tenduristiyê de newekhevî cudatî”, “Travmayên Civakî”, “Jin û tenduristî” û “Girtîgeh û tenduristî” hatin li darxistin.












