Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, ku encamnameya konferansa “Girîngiya Yekîtiya Neteweyî” li Tirba Ehmedê Xanî eşkere kir, bang li partîyên sîyasî yên Kurd, rêxistinên civaka sivîl û pêşengên raya giştî kir ku di bin sîwana Yekîtiya Neteweyî de bibin yek.
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, encamnameya konferansa xwe ya “Girîngiya Yekîtiya Kurd” ku li navçeya Bazîdê (Doğubeyazıt) a Agiriyê bi dirûşma “Bi Armanca Yekîtiyê Ber Bi Aştiyê Ve” li dar xist, eşkere kir. Daxuyanî li ber Tirba Ehmedê Xanî ya li navçeya Bazîdê hate dayîn. Dîba Keskîn bi Kurdî û Orhan Ayaz jî bi Tirkî daxuyanî xwendin.
Encamname wiha ye: “Înîsiyatifa Yekîtiya demokratîk di 26ê Tîrmeha 2025an de konferansa xwe ya der barê Girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de li Bazidê ku wek şexsiyetekî dîrokî, aqilmend, civaknas, zimannas, helbestvan, wejevan, alim û feylesof Ehmedê Xanî li vir koça dawiyê kiriye, hat lidarxistin. Konferansa ku bi armanca yekîtiya Neteweyî hat lidarxistin bi beşdariya partiyên sîyasî, rêxistinên civaka sivîl, rûspîyan û ji her alî gelê me ku ji Bakurê kurdistanê û ji metropolên Tirkiyeyê hatine, bi serkeftî û bi coş pêk hat. Ji ber ku konferansa me di şexsîyeta Ehmedê Xanî ku wî bi heta dawiya temenê xwe ji bo yekîtî, hevkarî û piştevaniya gelê Kurd têkoşiyaye, dîyarî wek kesên Feqiyê Teyran, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Leyla Qasiman hat kirin, xwediyê wate û girîngiyeke dîrokî ye.
Dîroka lehengî û têkoşînê ye
Konferansa me di dirêjajiya dîrokê ya têkoşîna gelê Kurd de hemû pêşengên gelê Kurd, rêxistin û şexsiyetên Kurd ku wan li hemberî hemû astengiyên navxwayî û derveyî her tim bi ruhê yekîtiya neteweyî, daxwaz û bendewariya gelê xwe zindî girtine û heta îro anîne bi mînetdariyeke mezin û rêzdarî yad kir. Her wiha bi konferansa me, îrade û bibiryariya serkeftinê ya teqez bi rêbertiya têkoşîna wan a bi lehengî ku xeyala wan yekîtiya neteweyî bû, derket holê. Binî hat xêzkirin ku sedsala dîroka me ya dawî di heman demê de dîroka lehengî û têkoşînê ye, lê ji ber ku yekîtiya me ya neteweyî pêk nehatiye, vê rastiyê wek sedema bê serkeftinê dinirxîne.
Konferans geşedanên civakî û polîtîk ên Rojhilata Navîn nirxand
Dîsa binî hat xêzkirin ku bi têkoşîna me ya azadî û demokrasiye ku nîv sedsale didome, ligel nirx, deskeftî, ezmûn û tecrubeyan ji bo pêkhatina yekîtiya me ya neteweyî bîreweriyeke pirr girîng afirand û bi taybetî hat kirpandin ku rola vê bîreweriyê, ji bo pêkhatina yekîtiya me ya neteweyî xwediyê rastiyeke dîrokî ye. Konferansa me di ronahiya rastiyê ya dîrokî de geşedanên civakî û polîtîk yên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê bi berfirehî nirxand û bal kişand li rastiya pêvajoya tertûbelavbûna civakî ya mezin a di serî de Sûrîye, li hemû Rojhilata Navîn.
Konferansa Bazîdê, Konferansa Qamişlo silav kir
Hat peyitandin ku geşedanên civakî û polîtîk ên wek spesîfîk li Sûrîyeyê, lê li hemû Rojhilata Navîn di dîroka têkoşînê ya gelê Kurdistanê de rûpeleke nû vedike; ji bo çareseriyeke adilane, wekhevî û demokratîk a pirsgirêka Kurd hin firsend û derfetên nû derdixe holê. Konferansa me biniyê geşedanên qewimîn ên piştî ruxandina dîktatoriya Esad û pêkhatina bi lez a yekîtiya neteweyî ya Kurd ku xwediyê girîngîya jiyanî ye, xêz kir û Konferansa Neteweyî ya Kurd ku li Qamişlo hat lidarxistin, silav kir. Girîngî û wateya dîrokî ya konferansa neteweyî hat diyarkirin; divêtiya vê ya wek mînak li hemû beşên Kurdistanê, divêtiya hemû rêxistinên Kurd û dînamîkên polîtîk ên demokratîk ku ruhê vê yekîtiyê û yekîtiya neteweyî dirdixin asta sazîgeriyeke berbiçav wek erkeke jiyanî hat vegotin.
Di dîzaynkirina nû ya Rojhilata Navîn gelê Kurd jêneger e
Konferansa me, qetlîam û êrîşên li ser gelê Elewî û gelê Durzî ku ji aliyê rêvebiriya Şara pêk hatin, ji bo hemû gelên Sûrîyeyê wek geşedaneke metirsîdar nirxand; girîngiya pergaleke rêvebiriyê ya demokratîk-federatîf ku civaka Sûrîyeyê wek mozaîk bi pirr-nasname, pirr-etnîsîte, pirr-çandî û pirr-olî ye, anî ziman. Konferansa me di heman demê de rewşa nû ya li Rojhilata Navîn pêk hatiye ji bo gelê Kurd wek pêvajoyeke nû nirxand û dest nîşan kir ku di pêvajoya ji nû ve dîzaynkirinê ya Rojhilata Navîn de gelê Kurd ji aliyê paradîgma, rêxistin, leşkerî û polîtîk ve aktorekî ku dikare biguhere û jêneger e.
Yekitî pêwîstiyeke mezin e
Binî hat xêzkirin ku di konjonktora nû ya Rojhilata Navîn de biryardayîn û plansaziyên stratejîk û taktîkî yên hemû aktoran divê wek kirde gelê Kurd ku xwediyê cihekî dîyarker e, bide ber çavên xwe. Di ronahiya vê realîteyê de ligel firsendên mezin ji bo avakirina Sûrîyeke demokratîk, girîngiya hebûna rewşa metirsîyar jî hat destnîşankirin. Ji ber vê, tifaq û yekîtiya di navbera hemû gelên Sûrîyeyê de wek jiyanî hat nirxandin. Ji ber geşedanên civakî-polîtîk ên li çar parçe Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn yekîtiya neteweyî pêwîstiyeke jiyanî ye. Gelê Kurd bi pêkanîna konferansa yekîtiyê bû bersiva vê pêwîstiyê. Konferansa me, dema ku her parçeyek ku li gorî cihêrengiyên xwe, rewşa polîtîk û civakî an biryara pergala xwe ya rêvebirî diyar kiribin an dê diyar bikin, divêtiya qebûlkirinê ya li piştevanî û rêzgirtina biryarên wan hat kirpandin.
Divê têkoşîn bê meşandin
Şêmûka dîrokî ku em îro di nav de ne, ji bo pêkhateyên Kurdistanî, komên bawerî, nasnameyên çandî serdema ji nû ve sazkirinê ya krîtîk e. Hat kirpandin ku ji bo nasnameya gelê Kurd xwediyê statuyekê be, avakirina tifaqa neteweyî û yekîtiya Kurd xwediyê girîngiyeke jiyanî ye, divê ji bo vê armancê bi sebr û bi biryar têkôşîn bê meşandin. Konferansa me, di ronahiya hemû van geşedanan de wateya dîrokî ya banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê birêz Abdûllah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de hat parvekirin, kirpand; ligel bandora erênî ya vê bangê li qada neteweyî û navneteweyî, geşbûna bendewarî û hêviya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, realîteya avakirinê ya atmosfereke pirr erênî ya polîtîk bi awayekî berfireh hat nirxandin.
Rola stratejik a sîyaseta demokratîk girîngtir bûye
Konferansa me ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdûllah Ocalan ji bo pêkhatina aştiya civakî wek nîşaneya pêvajoyeke nû dinirxîne; hemû partiyên sîyasî, rêxistinên civaka sivîl, derdorên akademik, rûspî, jin û civanan ên li Tirkiyeyê û li Kurdistanê ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bide, biniyê erka berpirsiyariya sazidar ku rêxistinbûna civaka demokratîk li gorî her kes di nav de cih bigire, xêz dike. Konferansa me, der barê avakirina aştiya civakî û civaka demokratîk de bal kişand rola pêşeng a civan û jinan. Ji ber vê, di vê pêvajoyê de ku rola stratejik a sîyaseta demokratîk girîngtir bûye, divêtiya guhertineke jiyanî ku karibe pêwîstiyên ruhê pêvajoya sîyaseta demokratîk û vê serdemê bînê cih hat kirpandin.
Ji bo pêvajoyê avêtina gavên hiquqî girîng in
Konferansa me, dest nîşan dike ku biryara PKKê ya bidawikirina têkoşîna bi çek û xwe feshkirinê pêşiya pêvajoya ku ber bi aştiyê ve diçe vekir. Bi taybetî, li Silêmaniyê bi merasîma çek şewitandinê ku bi pêşangiya jinan pêk hat, li banga birêz Abdûllah Ocalan bi bawerî û bi biryariyeke mezin xwedî hat derketin. Bi merasîma çek şewitandinê li hemberî Aştî û Civaka Demokratîk nêzikatiya xwe ya stratejîk nîşanî civaka neteweyî û navneteweyî daye hat kirpandin. Ji ber vê, hat dest nîşan kirin ku hewcedariya nêzikatiya stratejîk a dewleta Tirkiyeyê û Hikumeta wê û di demekî nêz de avêtina gavên hiquqî girîng in. Dem ji bo hemû gelên Tirkiyeyê dema bi hev re serkeftinê ye. Wek encam; Konferansa me, bang li partiyên sîyasî yên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyên xwe kir da ku di bin banê yekîtiya neteweyî de kom bibin.”