• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    Leşkerên tirk li Dirbêsiyê 3 sivîl birîndar kirin

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    600 koçberên din gihîştin Efrînê

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Rejîma Îranê cenazeyên girtiyên Kurd nade malbatan

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

    Rejîma Îranê di mehekê de zêdeyî 350 kes darve kir!

    Li 56 girtîgehên Îranê banga mezinkirina têkoşînê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

HSD: Komên hikûmeta demkî hewl didin têkevin taxan

Navenda Nûçeyan / AW

7 COTMEH 2025 - 00:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
HSDê ragihand ku “Komên hikûmeta demkî hewl didin bi tank û panzeran derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin, bi hawin û dronan êrîşî her du taxan dikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe der barê bûyerên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diqewimin û îdiayên dibêjin hêzên wan li wir in, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HSDê wiha hate gotin: “Bûyerên li Helebê diqewimin, provokasyonên komên hikûmeta demkî û hewlên wan ên derbasbûna bi tankan e.

Îdiayên hin medyayan ên ku HSDê bendên kontrolê yên çekdarên hikumeta Şamê li derdora taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên bajarê Helebê hedef digirin, derew in.

Em diyar dikin ku ev îdia ne rast in. Ji dema vekişînê ya li gorî rêkeftina 1ê Nîsanê ve, hêzên me li wê herêmê tune ne.

Komên hikumeta Şamê êrîşî sivîlên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê dikin. Komên hikumet ambargoyeke giran daniye, alîkar û madeyên tibî qut kiriye, gelek welatî revandine û rojane li dijî şêniyan li ser bendên kontrolê û derdora her du taxan tehrîkê dikin. Di vê dawiyê de jî komên axê li derdora her du taxan danîn û ambargo daniye.

Bi rageşiyeke xeternak, ew kom hewl didin bi tank û panzeran derbasî her du taxan bibin, bi hawin û dronan êrîş dikin. Di encamê de sivîl bûn qurban û zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn.

Van binpêkirinan hişt ku şênî nerazîbûna xwe nîşan bidin û parastina xwe li kêlek Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan bikin.

Hikûmeta Şamê berpirsa ambargoyê û binpêkirinên li dijî sivîlan û rageşiya xeternak a dawî ye. Ev rageşî zehmetiyên şêniyan zêde dike û gefan li îstîqrara herêmê dixwin, li kêlek wê jî rêzê ji jiyana welatiyan û rûmeta wan re nagire. “

Etîket: daxuyanîHelebHSDŞam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

16 GULAN 2026
Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

16 GULAN 2026
Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyanî da

16 GULAN 2026
Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

15 GULAN 2026
Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Êlih û Sêrtê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

15 GULAN 2026
‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    Weqfa Mezopotamyayê Ferhenga Rastnivîsê çap kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kargeha Hunerê ya Yektayê hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kongoyê 118 kes ji şewbeya Ebolayê mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kongreya Azadî ya Îranê 13 endamên konseyê hilbijart

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Goristana Gaziyê bernemeya bîranînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (512)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne